Li Misra Jorîn jin tevî astengî û ferzkirinan bi ser dikevin

Di nihêrîna pêşîn de mirov li şert û mercên jinan ên li Misra Jorîn binêre, mirov dikare bibîne ku ew bi felaketeke piralî re rû bi rû ne, lê her wiha tê de jinên ku tevî zehmetiyan biserketine û gihiştina hêviyên xwe yên xwestî hene.

ASMAA FATHI

Qahîre - Gelek jinên ku tevî zehmetiyan karîbûn ber bi daxwazên xwe ve bimeşin, çi di asta xebatê de be, çi di asta xwendinê de û bibin pêşeng hene. Jinên ji Misra Jorîn tevî hemu astengiyên li pêşiya wan tê danîn û tevî hemû ferzkirinên ku li ser wan tê ferzkirin di hemu qadên jiyanê de serkeftinê ji xwe re bingeh digrin û biser dikevin.

“Jinên pêşeng bandorê li derdora xwe dikin”

Dr. Nahid Mihemed Ebde diyar kir ku têgihiştinên şaş ên li ser jinên Misra Jorîn bêyî lêkolînkirina rastiya wan têne belav kirin û wiha got: “Tê gotin ku jinên Mesira Jorîn tenê di malê de ne û xizmeta mêran dikin, lê qet ne wisa ye. Zêdebûna hejmara zanîngehan û derfeta perwerdekirina keçan li gorî berê zêde ye. Di heyama dawî de bilindbûnek berbiçav a rêjeya hişyariya jinan li Misra Jorîn û malbatan bi giştî heye, ku bi rastî ezmûn û pratîkên jinan guhertiye ji ber ku baweriya wan bi hewcedariya xebatê. Gelek jin ku bi taybetî di nav navenda Qena de gihîştine cihên biryardanê. Gelek jin bûne pêşeng û di nav navendê de bi çalakiyên xwe yên siyasî û civakî yên pêşeng tên nasîn  û bandorê li derdora xwe dikin.”

 Ji serpêhatiya wê ya şexsî

Nahid Mihemed Ebde li ser malbata xwe axivî û destnîşan kir ku biryarên herî girîng bi malbata xwe re parve kirine û pê de çû: “Min biryar da ku piraniya tiştên ku min dixwestin rawestînim da ku bingeha zarokên xwe temam bikim û wan fêrî xwendin û nivîsandinê bikim. Piştî zarokên min mezin bûm min biryar da ku ez xewna xwe bidomînim. Piştre ez çûm Qahîreyê da ku dîplomeyên cihêreng amade bikim û masterê werbigirim û paşê doktora bi dest bixim. Rewşa giştî ya derdora keçikê herî zêde bandorê li paşeroja wê dike, gelek jin bi ser ketine û ji bo xwendinê çûne derveyî sînorên parêzgehê.”

“Gelek jin ji xeyalên serkeftinê bê par hatine hiştin”

Nahid Mihemed Ebde anî ziman ku rewşa jinan li Qena jî mîna jinên din astengiyan dibîne ku dibe kur ê li ber serkeftina wan bigire û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Di dema xwendina min de ji sala 2014’an heta 2022’an li derdora min gelek hevalên min ên ku ji navendên dûr hatibûn hebûn lê gelek ji wan jî ji ber zextên malbatî û urf û adetan nikarîbûn xwendina xwe temam bikin. Zehmetiyên civakê yên li ser jinan li parêzgeha Qena, bi taybetî li gundên dûrî navenda “Qenayê” gelek in û gelek jin ji xeyalên serkeftinê mehrûm kirine. Ji ber xizaniyê jî gelek jin ji xewnên xwe bêpar dimînin, ji ber ku gelek malbat ji ber xizaniyê nikarin keçên xwe bişînin xwendinê nemaze heke perwerdehiya wan hewce bike ku biçin Qahîre û li wir bimînin. Jimareke ne hindik ji malbatan ji bo ku xwe ji barê vê lêçûnê xelas bikin, di temenê biçûk de keçên xwe dizewicînin. Çanda hawîrdora jinê di diyarkirina pêşeroja wê de roleke sereke dilîze. Hinek malbat red dikin ku jin ji bo xwendin û xebatê derkevin derve.”