‘Li Misirê zagonên heyî nayên bicihanîn’

Rêjeya bilind a tundiyê di heyama dawî de pirsgirêkên ji bo rûbirûbûna vê qeyranê, sînordarkirina bandorên wê û rêjeya belavbûna wê derxist holê.

ASMAA FATHÎ

Qahîre – Rêjeya bilind a tundiyê di heyama dawî de çend pirs ji bo rûbirûbûna vê qeyranê, sînordarkirina bandorên wê û rêjeya belavbûna wê derxist holê. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê destwerdanek bi biryar û radîkal hewce dike.

Rêvebera Bernameya Pêşxistina Civakê ya Weqfa Pirsgirêkên Jinan a Misirê Macida Silêman teqez kir ku saziya wan bi bernameyên hişyariyê yên ku ji bo dê û bav, ciwan, jin û zarokên keç in, li dar dixe û wiha got: “Weqfa me li ser mijara şîdetê kar dike her wiha li ser çanda redkirinê û riyên rûbirûbûna wê em dixebitin. Piştî ku rêjeya sûc zêde bû, xebat li ser vê dosyayê hatin zêdekirin. Civaka sivîl di mijarên dawî de xwedî roleke aktîf e. Aktîfkirina qanûnan hêmanek e ku di rûbirûbûnê de nayê paşguhkirin. Ji ber ku piraniya mexdûran giliyên xwe li Dozgeriya Komarê kirin û daxwaza parastinê kirin lê ew nehatin parastin.”

‘Beriya ku bûyer biqewimin divê tedbîr werin girtin’

Der barê rola dewlet û saziyên wê di rûbirûbûna tundiya li ser jinan de Macida Silêman teqez kir ku li Misirê kêmasî di bicihanîna zagonan de ye, ne derxistina wan e û wiha domand: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên tundiyê aktîfkirin û bicihanîna zagonên heyî pêwîst e. Divê encûmenên pispor di mijara tundiyê de çalaktir bin û zêdetir bixebitin. Nemaze Encûmena Niştimanî ya Jinan û Encûmena Niştimanî ya Zarokan û Dayikê. Rastî hewcehiyek mezintir ferz dike ku li ser cîbicîkirina zagonan bixebitin, li benda rûdana tawanan nemînin û eleqedar bin ji dozên ku serî li wan didin, beriya ku bibin nêçîra êrîşkaran. Yekîneyên li dijî şîdetê di van demên dawî de zêdetir xuya bûne ji ber zêdebûna rêjeya şîdetê û haydariya jinên ciwan ji bo girîngiya axaftinê li ser şîdeta ku rastî tundiyê tên.”

 ‘Tundî ne nû ye û bi lezgînî hewcedarî bi biryarên astengkirinê heye’

Seroka Beşa Qezayan a Rojnameya Beledna El-Yûm Dîna Silêman diyar kir ku sûcên li kolanên Misirê ne nû ne lê tundiya wan, bi taybetî jî ya li dijî jinan hatine eşkerekirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Di heyama dawî de hejmareke zêde zagonên di lehiya jinan de hatin derxistin û bi saya wan jinan beşek ji mafên xwe bi dest xistin lewre sala borî bû ‘Sala jinên Misrê.’ Krîz di cîbicîkirina van zagonan de ye, ji ber ku hê beşeke mezin ji wan di pratîkê de nîn in. Jin hê jî rastî tundiya devkî û fizîkî tên, çi li mal û çi li kolanan. Tunebûna tedbîrên rastîn ên berbiçav bûn sedem ku bûyerên qetilkirinê dubare bibin. Civak gelek caran hincetan derdixin ji bo piştgiriyê bidin sûcdar û ev yek tiştekî ecêb e sûcdar sûcdar e, sedemên kirina wî çi dibe bila bibe, tu hincetek jê re tune ye."

Pêdivî bi plansaziyek çalakiyê û mekanîzmayên aktîfkirinê heye

Endama Eniya Niştimanî ya Jinên Misirê Dr. Kerîma El-Hefnawî got ku krîza tundiyê li Misrê pêwîstî bi hevgirtin û beşdariya di navbera saziyên hikûmetê û civaka sivîl de heye û wiha anî ziman: “Li herêmê guhertinek mezin çêbûye, nemaze der barê nirx û têkiliyan de û ev tiştek e ku pêdivî bi destwerdanek bihêz heye pê re mijûl bibe berî ku xirabtir bibe. Roleke sereke ya civaka sivîl di hişyarî û vejandina têgînên têkiliyên zayendî di astên cuda yên perwerdeyê de heye, ji bo guhertina nêrîna mêran a li ser jinan û her wiha guhertina şêwaza perwerdeya malbatê. Berê bi gotûbêjan nakokî dihatin çareserkirin lê niha tawanên dûrî nirx, edet û olê hene.”

Dr. Kerîma El-Hefnawî bal kişand ser pêdiviya hebûn û aktîfkirina cezayê îdamê û ragihandina wê û wiha axivî: “Roleke sereke ya Wezareta Perwerdeyê û rayedarên pêwendîdar di bikaranîna bernameyên xwendinê yên dibistanan de ji bo pêşxistina nirxên mirovî heye. Divê saziyên hikûmetê yên pêwendîdar li ser peydakirina derfetên kar ji bo pêşxistina jêhatiyan bixebitin. Divê navendên ciwanan vegerin ser karê xwe, ev hemû tedbîr in ku alîkariya kêmkirina rêjeya sûc dikin. Pêwîstî bi şopandin û berdewamkirina xebata li ser tundiya li dijî jinan heye. Pêdivî heye ku hemû kesên têkildarî mijarê dixebitin, bi hev re rûnên û plansaziyek demkî û mekanîzmayên aktîfkirin û şopandinê bi pêş bixin da ku vê qeyrana bi derbasbûna demê re girantir dibe ji holê rakin.”