Li Minbicê jiyana hevbeş a li ser bingehê pergala Netewa Demokratîk
Li Bakur û Rojhilatê Sûrî ya ji gelek pêkhateyên cûda re malavaniyê dike bi projeya Netewa Demokratîk jiyana hevbeş a li ser bingehê komînalbûnê diteyise.
SÎLVÎA EL-ÎBRAHÎM
Minbic – Herêmên Bakûr û Rojhilatî Sûriyê xwedî taybetmendiyên pir çandî ne, bi taybet bajarê Minbicê ku têde Ereb, Kurd, Tirkman û Çerkes jiyan dikin. Rûxmê gelek caran rastî gefên hikumeta Şamê hatin ku bi van gefan dihat dixwestin ku li heremê tenê pêkhateyên Ereb bijîn, hemu pêkhateyên heremê bi projeva Netewa Demokratîk a bi pergala Rêveberiya xweser jiyanî bû bi awayekê komînal û hevbeş bi hev re dijîn.
‘Rola jin di zîndîkirina çandê de gelek girîng e’
Sîbal Milî ji pêkhateya Kurd e, zarokatî û ciwantiya xwe di taxeke gelêrî ya li bajarê Minbicê jiyaya ku ew tax hemû gelên herêmê di nav xwe de hewandiye. Sîbal Milî qala pir çandîbûna bajarê Minbicê kir û got: “Bajar bi pir rengiya pêkhateyan tê naskirin, Kurd, Ereb, Tirkmen û Çerkes bi hev re tê de jiyan dikin. Cîranê me Kurd, Ereb û Tirkmen bûn, em hînî çanda wan bûn û ew jî hînî çanda me bûn. Dema ez bi zarokên cîranan re dilîstim em fêrî zimanê hev du dibûn û tevneke civakî xurt ava dibû. Der barê mijara pejrandina cudabûna çandan de jî ez dikarim bibêjim ew tiştekî ne plankirî bû ji ber ku me bi hev re jiyan dikir û rola jinan di belavkirina çandên xwe de gelekî girîng bû. Têkiliya dayîkan bi hemû cîranan re xurt bû, zarok jî ji dayîkên xwe fêrî hûnera danûstandin û pejrandina kesên dîtir re dibin.
‘Rêveberiya Xweser hemû pêkhatiyan di dav xwe de dihewîne’
Sîbal Milî di berdevamiya axaftina xwe de balkişand ser aloziya ku li Sûriyeyê diqewime û wiha pêde çû: “12 salan ve kirîza Sûriyê berdewam e, bandor li ser jiyana hemû tevna civakî kir lê Rêveberiya Xweser li herêmên Bakûr û Rojhilatî Sûriyê hemû çand vejandin û xurt kirin, zimanên dihatin helandin jî peymangehên wan çêbûn û bûn zimanên bingehîn di bernameyên xwendina wan de, weke zimanên Siryanî, Tirkmenî. Her wiha Kurd jî karîn bi ziman û alfabaya xwe bixwînin û biaxivin. Saziyên Rêveberiya Xweser û Tevgerên Jinan yên ku bi fikrê Netewa Demokratîk kar dikin di nav xwe de hemû pêkhateyên Bakûr û Rojhilatî Sûriyê dihewînin, ji şaneya herî bi çûk di pergala xwe de ta Encûmena zagonî, bicihkarî, dadweriya civakî û saziyên jinan. Di her rêveberiyek herêmê de pêkhateyên wê herêmê hene ku nûnertiya nasnameya xwe dikin û herêmê birêve dibin.”
‘Hikumeta Şamê xwest li heremê nijadperestî ava bike’
Asiya El-Hisên penaberek ji bajarê Serêkaniyê ye, li ser rewşa bajarê xwe piştî dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî axivî û got: “Bajarê Serêkaniyê bi şaristaniya herî kevnar di dîrokê de weke Til Helef tê naskirin bajarê ku hemû gel û ol ji Kurd, Ereb, Ermen û Aşûran hembêzkiribûn. Hêzên Sûriya Demokratîk bajar ji DAIŞ’ê û El-Nûsra rizgar kirin, lê ji sala 2019’an de piştî dewleta Tirk Serêkaniyê dagir kir rewşa bajêr ji binî ve hate guhertin.”
Asiya El-Hisên li ser jiyana hevbeş a bi pergala Netewa Demokratîk li heremê ava bûye wiha got: “Hikumeta Şamê bi dirûşmeya yek ziman yek reng û yek çand, hewil da bi riya siyasetên xwe nijadperestî di heremê de avabike. Lê Rêveberiya Xweser hemû çand di nav xwe de hewandin û tabloyek regoreng çêkir, her pêkhateyek nûnertiya nasnameya xwe bi ziman, çand û taybetiyên xwe dike ji bo konsepta biratiya gelan nava pêkhateyan de xurt bike.”