Li Mexribê hejmara mexdûrên bazirganiya mirovan zêde bûye

Di nav sê salên dawî de li Mexribê hejmara mexdûrên bazirganiya mirovan pir zêde bûye ku ji sedî 48 ji nav mexdûran kesên temen biçûk in, hejmara jinan gihîştiye 305’an ji wan 192 temen biçûkin û 213 mezinin.

Mexrib- Çavdêriya zêdebûna hejmara şopandinên dadwerî li hember pêkanîna tawanên bazirganiya mirovan di sê salên dawiyê de hat aşkerakirin. Çavdêrên dadweriya Mexribê yekem rapora xwe ya herêmên Mexribê ya li ser baziraniya mirovan di 15'ê Sibatê de bi raya giştî re par kir. 
"Zêdetir zarok dibin mexdurê bazirganiya mirovan"
Raporê destnîşan kir ku pêwîste tedbîrên li dijî bazarganiya mirovan û pêşîlêgirtina bazarganiya mirovan bên xurtkirin, ji ber ku hejmara mexdûrên bazarganiya mirovan li Mexribê pir zêde bûye ku di navbera mexdûrên gumanbar heta mexdûrên bazirganiya mirovan de hejmara kesên mezin gihiştiye 719 û ji sedî 47,41 ji mexdûran jî temen biçûkin. Di raproê de hat diyarkirin ku hejmara mexdûrên bazarganiya mirovan yên mêr 414, ji wan 192 teman biçûkin û 213 jî mezinin, li beramberî vê hejmarê hejmara jinên ku bûne mexdûrên bazirganiya mirovî 305 e.
Di raporê de hat diyarkirin ku hejmara tewanbarên dozên bazirganiya mirovan li Mexribê ji sala 2017'an heya sala 2018'an ji 47’an gihaye 231 sûcdaran û di sala 2019'an de jî ev rêje gihişt 307 û di sala 2020'an de hindekî kêm bû ku gihiştibû 131 kesî. Derbarê hejmara tewanbarên bazirganiya mirovan yên biyanî yên li Mexribê ku di navbera sala 2017'an û 2019'an de hejmara wan gihiştiye ji sedî 10,21 li beramberî hejmara sûcdarên Mexribî ku hejmara wan gihiştiye 89,79’an.
Derbarê cezayên ku ji bo tewanbaran hate dayin ku di sala 2019'an de ji sedî 19 sucdaran kêmî 5 salan cezayê girtîgehê girtin û ji sedî 17 kes jî kêmtirî 10 sal cezayê zindanê li wan hat birîn û ji sedî 8 jî kêmî 2 sal cezayê zindanê li wan hat birîn.