Li Lîbyayê jinên astengdar ji gelek mafan bêpar in

Dîrektora weqfa îcraya kesên xwedî pêwîstiyên taybet a Al-Mizan, Zainab Al-Fakhri bal kişand ser binpêkirina mafên jin û zarokên xwedî pêwîstiyên taybet li Lîbyayê û diyar kir ku divê mafên wan werin naskirin û di pozîsyonên biryardayînê de cih bigrin.

HINDIYA AL-ASHEPY

Bingazî– Wekî li gelek welatên Rojhilata Navîn, li Lîbyayê jî jin û zarokên xwedî pêwîstiyên taybet ji nava civakê tên vederkirin û ji gelek mafên xwe yên bingehîn û azadiyê bêpar dimînin. Dîrektora weqfa îcraya kesên xwedî pêwîstiyên taybet a Al-Mizan Zainab Al-Fakhrî der barê jin û zarokên xwedî pêwîstiyên taybet de nirxandin kir.

‘Pêwîstî bi gelek ekîbmanan heye’

Zainab Al-Fakhrî ku ji destê xwe astengdar e diyar kir ku divê jinên xwedî pêwîstiyên taybet bi civakê re bibin yek û ji bo wê jî girîng e ku amûrên alîkariyê werin dabînkirin û wiha got: “Jinên ku xwedî pêwîstiyên taybet in, jiyana perwerde û xebatê ji wan re nayê dabînkirin. Behremendiyên tevgeran sînordar in û ji bo wê dema qadên jiyanê tên çêkirin divê kesên xwedî pêwîstiyên taybet bifikirin. Mînak çêkirina asansuran, wê di karên wan de asankariyê çêbike, ew kompîterên ku xwedî taybetmendiyên girîng in, cîhazên mobîl û bi taybetî qadên dîtbariyê û performansên rojane hîn zêdetir bikin, pêwîsti bi ekîbmanên zêdetir heye.”  

‘Rastî tundîtûjiyê tên’

Zainab Al-Fakhrî destnîşan kir ku divê li Lîbyayê kesên astengdar beşdarî pêvajoyên biryaran bibin û wiha got: “Divê ev kes kêm neyên dîtin û di pêvajoyên biryargirtinê de cihê xwe bigrin. Divê bi hemû hemwelatiyan re bibin xwedî heman mafan. Ji derveyî wê jî rastî gelek tundîtûjiya tên. Ev kes tunditûjiya hevjîn, ya di nava malbatê de, ya dîjîtal û tundîtûjiya zayendî û cureyên din ên tundîtûjiyê dibînin. Divê ev jin neyên bêdengkirin û li dijî tundîtûjiyê serlêdanên zagonî bikin.”

‘Divê pêşekî bidin jinên xwedî pêwîstiyên taybet’

Zainab Al-Fakhrî bal kişand ku li Lîbyayê zagona der barê kesên xwedî pêwîstiyên taybet heye û wiha got: “Di sala 1987’an de hejmara qanûna 5, mafê perwerdeyê jî di nav de gelek mafên kesên xwedî pêwîstiyên taybet hene. Lê belê dive ev maf bi guherînan werin sererastkirin. Li seranserî welat de jiyan, rêvebirin, parêzvanên mafan, di destpêkê de xwedevanên keç ên ku li zanîngehan û saziyên bilind de dixwînin divê ji bo mafên jin û zarokên keç ên xwedî pêwîstiyên taybet xebat werin meşandin û pêşekî bidin wan.”