Li Lîbya yê ji bo alîkariya xizanan Bazara Xêrxwaziyê hat vekirin

Di van rojên li welatên misilman amadekariyên cejna qurbanê tên kirin de li gelek welatên weke Lîbya di rewşek şer û pevçûnê de cejin heye lê ji bo malbatên xêzan ên nikarin xwarinekê ji zarokên xwe re bigirin mîna kabûsekê ye û neçarin ku pir xebat bikin da ku buhayê qurbanê cejnê peyda bikin. Ji ber ku bihayê qurban li Lîbiya yê pir bilinbûye gihiştiye 1000 dînar î. Ji bo piştevaniya hejaran hindek Rêxistinê mirovî dibin alîkar da ku qurbaniyê cejnê ji malbatên feqîr re peyda bikin û hindek Rêxistinên din jî bazarên xêrxwaziyê vedikin, derfetê firotina berhemên karê dest ên malbatên xêzan peyda bike.

 
İBTÎSAM AXİFRΠ
Bunxazî – Saziya çavdêriya karûbarên civakî ya Bunxazî yê hefteyek berê ji bo kesîmên civakiyên pêdiviya wan bi alîkariyê heye yên weke hevjînên şehîdan, jinên hatine berdan û feqîran bazara xêrxwaziyê vekir. Derbarê nasîna bazara xêrxwaz de Seroka Beşa Pêşketina Malbatê ya saziya Çavdêriya karûbarên civakî And El-Faydî ev agahî da: "Em niha li Pêşangeha Pîşesaziyê ne ku festîval û sûka xêrxwaziyê bi beşdariya rêxistinên civaka sivîl, jinên hatine berdan, hevjînên şehîdan û malbatên feqîr hatiye vekirin."
Armanca damezrandina bazara xêrxwaziyê
And El-Faydî derbarê armanca avakirina bazarê de got: "Bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê re me xwest ji bo jinên hilberîner ku hin ji wan şîranî, tirşî çêdikin û karê destan weke tevin û dirûna cil û bergan dikin bazarek kar peyda bikin, da ku jin van hilberînê xwe di nav bazara xêrxwaziyê de nîşan bidin. Her wiha saziya çaksazî û rehabîlîtasyona li girtîgehajinan a herêma Al-Kuwaifiya beşdarî vê sûkê bûn da ku hilberînên girtiyan pêşkeş bikin. Ji ber ku ev yek ji bo girtiyan weke piştgiriyeke deronî ye ku kesê ji derve hilberînên kesên di zindnê de bibînin, di eynî demê de beşdarbûn ji qampa Tawr xai heye û me cihek ji bo zarokan jî cûda kiriye ku lê bilîze û kêfxweş bibe."
"Vekirina deriyê debara jiyanê ji bo jinên girtî"
Têkildarî vê mijarê Seroka Mektebeya Karûbarên Jinan di Polîsê Dadwerî de Wefa El-Şîxî derbarê beşdariya girtiyên saziya reformê ya girtîgeha jinan got: "Hin girtiyên jin hilberên xwe yên destan, şîranî û fêkiyên citrus li vê bazarê parve kirin. Her wiha beşdariya vê bazarê gava yekem e di amadekirina cihên dirûtinê û amadekirina tevahî mitbaxên ku debara jiyan xwe bi xwe bidest dixin ên wekî vekirina deriyê debara  jiyanê ye û  kêmkirina qirîza abûriye."
"Ev bazar bazareke xêrxwaze ku xêzan piştgiriya hev dikin"
Seroka rêxistina Aştiyê ya jinan a Lîbyayê Salwa Al-Majri jî li ser beşdarbûna wan a bazarê got: "Ji ber ku yek ji armancên herî girîng ê rêxistinê ew e ku têkoşîna li dijî şîdeta li ser bingeha zayendî ya li dijî jinan, piştgirî kirina jinane, pêşxistin, hişyarkirin û perwerde kirina wan di warê cihêreng de ye. Beşdariya me di vê bazarê de ku yekem car ji hêla Çavdêriya Karûbarên Civakî ve tê li dar xistin û beşdar bûn ji aliyê hevjînên şehîdan û dayikên wan ve bi berhemên wan û em hêvî dikin ku ev yk bibe sedema debara jiyanê û ev bazar di pêşerojê de emê bighên astekê ku abûriya Lîbiya yê piştgirî bikin."
Bi karê dest û çêkirina xwarinê debara jiyana xwe dikin
Endamek Rêxistina Tomoh a ji bo dayik û zarokan Hiyam Al-Sharidi di derbarê beşdarbûna wan di vê bazarê de, dibêje: "Pir kes wateya bazarê nizanin, bazar tê wateya sûka xêrxwaz a hilberîna berhemê destê jinan a pîşesaziya destan û çêkirina xwarinê dikin, em jî berhemê keda destê wan li vê bazarê pêşkêş dikin û bi daçunek minasib difroşin. Ji ber vê yekê  kesên xêzan kirîna cilan an xwarinê bi bihayekî erzan sûd werdigirin. Her wiha rêxistinên elîkar bi rêka vê bazarê destekê didin kesên xizan."
Derbarê beşdariya zarokan di çalakiyên vê bazarê de, rêvebira karûbarên rêvebirina rêxistina Al-Runaq a jin û zarokan Nejla Fathi Al-Farsi dibêje: "Beşdarbûna rêxistinê ji vê bazarê re bi gelek rêbazan bû weke ragihandin û tîma birotokol û ya pêşwazî kirine. Tîma Baraem Al-Rawnaq tîmek a kêmtirî salekê ye hatiye avakirin û şeş stran tomar kirin, niha xwe amade dike ku du stranên nû tomar bike da ku di merasîma bidawîkirna bazarê de pêşkêş bikin."