Li kargehên Îranê ferzkirina hîcabê û cihêkariya zayendî

Zêdebûna çewisandin û astengiyên li ser jinên kedkar didome. Li Sinê bi taybetî di markêta Êtika Sinê de û hewldana ji kar avêtina jinan bi hincetên biçûk tê kirin, tundiya li ser jinan û cudakariya zayendî tê pêkanîn.

SAYDA ŞÎRZAD

Navenda Nûçeyan – Komara Îslamî ya ku di çêkirina valahiyên civakî û aborî de şareza ye, bi danîna cil û bergên îslamî wek cil û bergên bilind, di pratîkê de jinên ku bi vê şêwazê cilûbergê ne razî ne û naxwazin li gorî îradeya xwe cil û bergan li xwe bikin, dûr dixe. Desthilatdar, ji derfetên siyasî, zanistî, civakî û çandî bêpar in.

Zagona hicabê ya mecbûrî û projeyên pê re dibin sedema cudahiyê di cihên kar û tepeseriya aborî de. Ev mijar yek ji aliyên veşartî yên qanûna hicabê û projeya zagonên piştevaniya wê ye.

Baldarî û fişara li ser hîcabê di demeke ku gelê Îranê tûşî gelek arîşeyên ji hîcabê girîngtir in de ye. Enflasyon di aboriya Îranê de roj bi roj girantir dibe û gelek arîşe çêbûne. Hişkahî û krîza avê ji ber çaresernekirina bêkarî, dibe sedema gelek pirsgirêkên din ên gel dijî û desthilatdar û hikûmetê hemû bala xwe dane ser perde û sînordarkirina jinan bêyî ku hewldaneke biçûk ji bo çareserkirina pirsgirêkan hebe.

Zagon û fermanên ku ji bo saziyên girêdayî hikûmetê hatine şandin, hemû girêdayî pêkanîna zagona hicabê ya mecbûrî ne. Jinên ku li markêta Êtika a li bajarê Sinê dixebitin ji bo ku ji kar neyên avêtin divê vê zagona mêtingeriyê bi cih bînin.

Di rapora ku dê bê de, bi gelek jinên ku di markêta Êtika de dixebitin re hevpeyvîn hatiye kirin, navên ku hatine gotin kod in.

"Dibêjin jinên gel te hîcabê li xwe nakin û mêran tehrîk dikin"

Jina bi navê Hîna dibêje: “Ev du, sê sal in ez di marketê de dixebitim, tengezarî her ku diçe tundtir dibe. Divê em her tiştê ku ew dibêjin bikin, an na em ê wekî hevkarên xwe yên ku tenê çarikek sivik li xwe kirine, ji kar werin avêtin. Li firoşgehên din, keçên wan dikarin bi rêkûpêk biçin ser kar û bigihîjin armancên xwe lê destûr nayê dayîn. Carekê digotin mişteriyên li odeya patronan ji me gazin dikin û digotin ku jinên di dikanê de hîcab li xwe nakin û mêran tehrîk dikin ji bo ku li wan binêrin.”

"Helbet rewşa mêrên li marketê jî ne balkêş e lê li hemberî jinan tundtir in."

Reha ya 27 salî ku ji ber şert û mercên malbatê û nexweşiya bavê xwe mesrefên malê girtiye ser xwe dibêje: “Divê em li marketê cil û bergên reş an jî rengên girtî li xwe bikin. Ji me re destûr nayê dayîn ku em pêlavên rengîn jî li xwe bikin û divê em tenê pêlavên werzîşê bi kar bînin. Şal bi tevahî qedexe ye, ji her kesê re çarşevêk hatiye dayîn ku divê em di germa havînê de bi kar bînin. Tu kes nikare îtîraz bike ji ber ku ferq nake tu çend sal kar dikî. Dibêjin ger ji te re zehmet be, tu nikarî werî ser kar. Li ser me dixebitin û qet nahêlin em destûrê bigrin. Helbet rewşa mêrên di marketê de jî ne balkêş e lê li hemberî jinan tundtir in.

"Pêwîst e mûyek jî ji serê jinan neyê xweya kirin"

Sanaz jî wiha didomîne: “Destûr nayê dayîn ku neynûkên me dirêj bibin û boyax li neynûkên xwe bixin. Jinên zewicî yên ku porê xwe boyax kirine jî divê mûyek jî ji serê wan nexuyê. Ev ne tiştek in ji ber ku ew jî nahêlin em bi telefonê biaxivin. Bavê Rehayê nexweş e û carna wî dibirin nexweşxaneyê, carna bi dizî li hemamê bi kar tîne û dixwaze bizane ka rewşa bavê wî çawa ye. Tiştekî din jî ew e ku her yek ji me wek nûnerê kompanyaye, erka me ew e ku berhemên kompanyaya xwe birêkûpêk bike û bifroşe lê berpirsên dikanê jî ji me re dibêjin, piraniya me jinan divê paqijiya marketê jî bikin.

"Divê çi bibêjin em bikin an na em ê wek hevalê xwe ji kar bên avêtin"

Negîn amaje bi gotinên Rehayê yên der barê dûrxistina hevala xwe de jî kir û got: “Ewqas tund in û keçan dixin bin fişarê ku em hemû westiya ne û tenê ji ber neçariyê em li wir dimînin. Demek berê hevalekî me yê ku pir bêdeng bû, ji kar hat avêtin. Hevala min keçeke pir sade bû, tu eleqeya wê bi karê kesê re tunebû û serê wê girtîbû. Diviyabû ku ew ji şîrketa peymankar werin serdana Sinê. Wê jî bi tenê boyaxa lêvan a sivik li lêvê da ku rengê vê zer nebe. Ji jor (odeya rêveberê) gazî wî kirin û ji kar derxistin. Hevala min pisporekî payebilind bû. Tiştên ku dibêjin divê em bikin an na em ê wek hevala xwe ji kar bên avêtin. “Di nameyê de tê gotin ku divê em di bin tu şert û mercan de karkerên jin negirin û yên li wir hene gav bi gav derbixin.” Lê me tu cara ev name jî nedît.

Êlnaz ji dûrxistin û sererastkirina jinên kedkarên wê marketê nîgeran bû, got: “Çend caran ji me re hatiye gotin ku hay ji reftarên xwe hebin û karê xwe bi rêk û pêk bikin. Nameyek ji me re hatiye şandin ku em karkerên jin negirin û yên ku alîkariya min dikin ji kar derxin. Gelek dayînên min hene ku ez bidim, lê ew qet fêm nakin.”

 "Ji bo me ji kar bavêjin li hincetan digerin"

Sara ya 24 salî ku rewşa wê ya aborî nebaş e, li ser hincetên ji kar derxistina jinan wiha dibêje: “Şîrketên ku bi me jinan re peyman dikin niha hincet nîşan didin. Ji me re gotin ku divê hûn firotana xwe mesela mehane 200 milyon Tûmenî zêde bikin, nexwe hûn ê ji kar bên avêtin. Niha em xwe bikujin jî nagihîje 170 milyon tûmenî. Tenê bi hevpeymanî jinan digrin kar. Yanî bi hincetan me ji kar derdixin.

Sara jî ji gelek cudakariya zayendî ya li dikanê gilî dike û dibêje: “Em du kom in, kooperatîf û şîrket hene. Karmendên şîrketê bêtir xwedî fêde û mûçe ne, balkêş e ku ew qet keçan nagirin beşê şîrketê.”