Li kampên penaberên Eftînê yên Şehbayê zoriyên jiyanê

Jiyana li kampan pir zor û zehmet e ji ber ku ji wan re pêdiviyên jiyanî yên bingehîn dereng tên peydakirin. Kêmbûna av, derman û mazotê dihêle ku gelê li wargehên koçberiyê yên herêma Efrînê astengiyan bibînin. Ruxmî wan astengiyan jî her tim çavên wan li riya vegera welat e.

ŞÊRÎN ELÎ
Şehba- Dewleta tirk a dagirker dema êrîş û hovîtiya xwe anî ser gelê Efrîn Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, gel neçar man ku berê xwe bidin cihên bi ewle ew cih jî Kantona Şehbayê bû. Di heman demê de jî wargeh ji xwe re ewle dîtin û jiyana xwe li wê derê heya vê kêliyê bi berxwedanî berdewam dikin. Demsala havîn û zivistanê li wargehan pir zor û zehmet e bi taybetî jin û zarok astengiyan dikşînin, barê giran ê jiyanê li ser milê jinan e. Ji ber dorpêça li ser kantona Şehbayê bi taybetî miletê li kampan zehmetiyên dijwar dikşînin. Dayikên koçber ên niha li wargeha Kampa Berxwedan dimînin nêrînên xwe der barê êş û azarên xwe de ji me re parve kirin.
"Em ê heya vegera Efrînê li ber xwe bidin"
Dayika Selwa Mihemed Ebdo ji gundê Gemrûkê yê girêdayî navçeya Mabeta ye û niha li Kampa Berxwedan a navçeya Fafîn a Şehbayê dijî di gotinên xwe de teqez kir ku jiyana li kampan pir zor û zehmet e her kes nikare li kampan jiyana xwe bidomîne û wiha vegot: "Piştî koçberbûna me ji herêma Efrînê em hatin Kantona Şehbayê. Ev bû nêzî 4 salan em di kampê de dijîn. Di havîn û zivistanê de jiyana kampan zehmet e ji ber ku havîn û zivistana kampan zehmet e û rojên me pir bi zor û zehmet derbas dibin. Di havînê de zarokên me nexweş dibin zarok jiyana xwe ji dest didin ji ber ku derman li Şehbayê pir nayê dîtin. Dewletên navneteweyî ji bêdengiya xwe dernakevin ev yek jî nîşan dide ku bi kuştina zarokên me razî ne. Em ê li kampan berxwedaniya xwe bidomînin ji bo ku vegerin welatê xwe. Dewleta tirk a dagirker rojane êrîşî derdora me dike. Niha pêwîstiya me gelek bi mazotê heye lê rê hatiye girtin."
"Ji ber êrîşên hov em ji welatê xwe dûr ketin"
Fîdan Xelîl ji gundê Şîtka yê Mabetayê ye wiha dibêje: "Li kampan her tişt ji bo mirovan nayê peydakirin. Zivistan li ber derî ye û rejîmê dorpêç li ser miletên sivîl ferz kiriye. Li wargehan em pir astengiyan dikşînin. Derfetên kar û xebatan li Kantona Şehbayê kêm in. Pêwîstiya me gelek bi avê heye lê niha Rêxistina UNICEF’ê av kêm kiriye. Me bi zorê ji Efrînê derxistin. Dewletên din çavên xwe ji rewşa gelê Kurd û bi taybeît yên di wargehan de ne girtine."
"Axa welatê min şêrîn e"
Rûşîn Mihemed ji gundê Çeqmaqa yê navçeya Recoyê ye niha li Kampa Berxwedan dijî û wiha dibêje: "Li bin çadiran tendirustiya me êdî xirab bûye. Jiyana hemû sivîlan zor e bi taybet jiyana jinan û yên temenê wan mezin, ji ber kêmbûna dermanan li Şehbayê mirov jiyana xwe ji dest didin. Dema ku em ji welatê xwe derketin jiyana me bû jehr. Em li Efrînê gelek bi kêf bûn û tendirustiya me baş bû. Dema ku em li Efrînê bûn û me rojên xwe bi darên zeytûnan re derbas dikir me xem û xeyalên xwe jî ji bîr dikir. Dema ku em hatin kampa berxwedan xweza qet tunebû me bi keda destên xwe dar çandin. 4 zarokên min hene ez nikarim tiştekî ji wan re peyda bikim ji ber buhabûnê. Barê giran li ser milên dayikan e. Em ê li ber xwe bidin û li ser şopa pakrewanên xwe bimeşin. Çavên min li riya welatê min in. Dema ku em ji Efrînê koçber bûne me wateya girîngî û nirxa axê pir baş hîs kir."