Li Kabîlê jin derdê bêaviyê dikşînin

Li Kabîla ku guherîna avhewayê û zêdebûna nifûsê bandora xwe giran dike, xelkê herêmî ji bo dîtina dilopek avê rojane dikeve nava têkoşîneke giran. Li kolanên bajêr krîza avê êdî dibe sedema pevçûnên rojane.

BAHARAN LEHÎB

Kabîl – Li herêmên sar ên Efganistanê zivistana borî hema bêje berf nebarî. Berovajî vê, ezmanên bajarên mezin di bin pêçek dûman û qirêjiya hewayê de tarî man. Xelkê herêmî vê yekê wekî ‘sermaya hişk’ bi nav dikin. Ji aliyê din ve, baran ji nişka ve veguherîn lehiyên wêranker û erdên çandiniyê di bin avê de hiştin. Bi vî awayî, berovajiya di navbera nebûna baranê û lehiyê de pirsgirêkên jîngehê yên herêmê aloztir dike.

Piraniya parêzgehên Efganistanê bi krîza kêmbûna avê re rûbirû ne. Lê belê, rewşa Kabîlê ji ber zêdebûna nifûsa wê, avahîsaziya berfireh û zexta zêde ya li ser çavkaniyên avê cuda ye. Kabîl ku bajarê herî qelebalix ê Efganistanê ye, xwedî kakila nifûsê ya pir zêde ye. Ji ber ku gelek kes bawer dikin ku ew derfetên kar û gihîştina xizmetan mezintir pêşkêş dike.

Ji aliyê din ve li gorî niştecihan, avakirina avahiyên bilind ên nebaş a di nav deverên niştecihbûnê de, krîza avê girantir dike. Li hin taxan, kêmbûna avê dibe sedema pevçûnan di navbera mirovan de.

Projeyên hikûmetê û rastiya dijwar a gel

Krîza avê li Efganistanê ne pirsgirêkek nû ye. Lê belê, raya giştî dibêje ku hikûmetên cûda di demên berê de nekarîne çareseriyek mayînde û bingehîn ji bo vê pirsgirêkê bibînin. Îro, Talîban bi lez û bez projeyên rê, ser rêyan û bin rêyan li Kabîl û hin parêzgehan pêk tîne. Hin niştecih bawer dikin ku balkişandina ser projeyên wiha pirsgirêkên wekî xizanî, bêkarî, zordariya li ser jinan, kêmbûna avê û zêdebûna bihayên xwarin û sotemeniyê vedişêre.

Jiyana rojane ya li taxan

Em çûn yek ji taxên Kabîlê. Li vir, bermîlên avê û kepçeyên avê li gelek kolanan li kêleka hev rêz bûne. Hin niştecih ji serê sibê ve di rêzê de ne da ku ji lûleyek avê ya ku ji hêla xêrxwazek ve hatiye çêkirin û ji bîrek kûr tê peydakirin, avê bistînin.

Nefîse Hesen, li ser şert û mercên jiyana xwe ya li nêzîkî yek ji van çeşmeyan axivî û got: “Em di xaniyekî du odeyî de bê metbex dijîn. Em bi çend cîranan re hewşek hevpar parve dikin. Em kêmbûna avê dijîn.”

Nefîse dibêje ew rojên xwe bi lêgerîna li mala cîranên ku bîra ava wan heye derbas dike û dibêje: “Ev kaniya ku hûn dibînin rojê tenê carekê avê dide me. Ji bo ku em bikaribin avê tijî bikin û çend rojan hinekî aram bibin, divê em bi saetan li bendê bimînin.”

Dema min jê pirsa nakokiyên li ser avê derdikevin pirsî, wê bi awayekî watedar li me nihêrî û bi dengekî xemgîn got: “Em her roj şer dikin. Carna kovîlên me yên avê, an bermîlên me winda dibin an jî dişkên. Lê ji bo ku em hewcedariyên xwe yên rojane bicîh bînin û ji tîbûnê dûr bikevin, divê em li hember van pirsgirêkan liberxwe bidin.”

Malbateke ku bi xizanî û bêkesiyê re têdikoşe

Nefîse ji rewşa xwe ya aborî ya xirab jî gazinan dike. Zivistana borî, Nefîse li erdê ket û lingê xwe şikand û wê tenê ji pisporê hestiyan derman stend. Niha ew bi alîkariya gopal dimeşe.

Ew bi keça xwe ya yekane re dijî. Hevjînê keça wê hefteyek berî ku Talîban bibe desthilatî, ji aliyê Talîbanê ve hatiye kuştin. Keça wê diya çar zarokan e. Niha berpirsyariya dabînkirina debara malbatê û dabînkirina pêdiviyên wan li ser milê Nefîse û keça wê ye. Ji ber şert û mercên aborî yên dijwar, ew ji bo ku bi vê berpirsyariyê re mijûl bibin, pir zehmetiyan dikişînin.