Li Idlibê zewaca xizman dibe sedema nexweşiyên genetik
Li kampên penaberan ên Idlibê zarokên keç li ser daxwaz û li hev kirina malbatê bi lawê ap û xizan re tên zewicandin, ev yek dibe sedema zêdebûna zarokên astengdar ên ji ber zewaca xizman ji dayikbûnê seqet tên diniyayê.
SOOHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Zewaca xizman hîn kevneşopiyeke berbelav e li bakurê Sûriyê. Çend sedemên sereke yên vê cureya zewacê bi mebesta hevgirtina malbatê, girêdanên xwînê û yekbûna zeviyên çandiniyê yên mîratî ne, ku bi vê yekê re encamên wê di dayikbûna zarokên kêmendamên tên paşguhkirin.
Henan El-Tabal, a 27 salî, nedizanibû ku ew ji zarokatiyê ve ji aliyê malbatê ve ji bo pismamê wê hatiye destnîşankirin. Piştî biryara dapîra Henan di nava malbatê de hat erêkirin êdî neçare bû bi lawê apê xwe re bizewice wiha dibêje: "Zewaca min bi pismamê min re û bêparbûna min ji azadiya hilbijartina kesê ku weke hevjîn bibînim û pêre bijîm li aliyekê bûyîna du zarokên astengdar bi nexweşiya EL-Sari ez pir xemgîn kirim. EL-Sari jî nexweşiyek pergala nervê ye ku dibe sedema guhertinên di çalakiya mêjî de, ji ber ku ew dibe çalakiyek nenormal û dibe sedema girtin an reftarên ne asayî, wek nihêrîn, liv û tevgera lingan, an windabûna hişmendî û têgihiştinê.” Henan El-Tabal diyar kir ku ji ber tirsa bûyîna rewşên din ên kêmendamiyê, bijîjkan şîret li wê û hevjînê wê kirin ku zarokan çênekin. Vê yekê jî hişt ku hevser hizir bike ku bi yekî din re bizewice.
“Xeyalên min li ser xwendinê bû ji lewta baweriya min bi vê zewacê nebû”
Çarenûsa Salwa Ebid El-Rahman a 20 salî ku bi biryara dê û bav û apên xwe bi pismamê xwe re zewicî ku ew pê bawer bûn ku wan tiştê baş ji bo wê kirin û berjewendiya malbatê bi vê zewacê pêk anîn jî wiha dibêje: “Piştî ku em ji gundê xwe yê Hassê dawiya sala 2019'an koçber bûn û li kampên sînorî yên Qah bicîhbûn. Li kampê malbatên ji deverên cuda weke me koçberbûyî hebûn malbata min nedixwest min bi kesên xerîb re bizewicîne û zewaca min a bi pismamê min re weke çareseriya herî baş ji bo jiyana min fikirîn.” Salwa Ebid El-Rahman a xeyalê wê li ser xwendinê bû tevî nebaweriya wê bi vê zewacê nebû jî lê dîsan jî daxwaza malbata xwe red nekir.
“Ji ber zewaca xizman du zarokên min ên astengdar çêbûne”
Li aliyekî din pismamê Heyfa EL-Ridwan a 18 salî bi israr bû ku keça apê xwe bixwaze û ji bo ke çapa wî nebe ya yekî din amadebû dema bersiva mala apê wî nerênî be bi wan re şer bike, vê yekê jî hişt ku malbat neçar bibe qebûl bike ji tirsa ku bi pismam re bikevin pirsgirêkan. Heyfa EL-Ridwan bi pismamê xwe re zewicî û du zarokên ku ji nexweşiyên sepatê wek rebû êş dikşandin anî dunyayê, ku ew nexweşiyeke genetik e di dema jidayikbûna zarokan de pêre derdikeve û heya temenê 6 salî pê dikevin û hin caran heya dawiya jiyana wan bi wan re dimîne. Heyfa El-Ridwan li kurê xwe yê ku bi nexweşiya reboyê ketiye, dinêre û dibêje: "Xwezî min pêşî li vê zewacê bigirta, ne tenê ji ber ku ez naxwazim, lê ji bo ku zarokên xwe jî ji encamên wê û nexweşiyên genetîkî rizgar bikim ku di bedenên wan ên biçûk de dijîn.”
Ji aliyê xwe ve bijîjkê jinan Eyşe El-Hanînî a 45 salî şîretan li lidarxistina kampanyayên hişyariyê dike ji bo pêşîgirtina li zewaca bi xizman re, ji bo nehiştina nexweşiyên genetîkî, nemaze nexweşiyên norolojîk, damarî û hestî, laşmaniya, felc û nexweşiyên kronîk. Eyşe El-Hanînî bilêv kir ku ji bo ku pêşî li çêbûna wê bê girtin û domandina wê di heman malbatê de bisînor bike, berî ku zewac were destpêkirin divê encam li ber çavan bê girtin û analîz were kirin
Lêkolînan destnîşan kir ku zewaca bi xizman re bi çend xetereyan re têkildar e, wek mînak jiberçûyîna dubare û jidayikbûna mirî, ku digihîje ji sedî 4.1, beramberî ji sedî 25.9 di rewşên zewacên ne-xizm de.
Tevî hemû hişyariyan, diyardeya zewaca bi xizman re li Idlibê bi awayekî berçav zêde dib, ku gefê li zêdekirina rêjeyên deformebûnê di nav zarokan de dike, digel nebûna tu tedbîran ji bo perwerdekirinê.