Li Idlibê zarok bi jehrê dikevin

Jehrkirina xwarinê bûye aliyekî din ê ku li êşa koçberên li Idlibê hatiye zêdekirin, hevdem ligel xizanî, buhayên bilind û xirabûna rewşa jiyanê, ji ber ku bazirgan ji kaosê îstismar dikin da ku xwarinên xerabûyî bifroşin û qazancên darayî bi dest bixin.

LÎNA EL-XETÎB

Idlib – Ji ber belavbûna xwarinên ku dema wan derbas bûye û nebûna kontrolê li ser bazarên xwarinê li herêmê, bûyerên jehrîbûna xwarinê gelek caran li kampên koçberan li Idlibê çêdibin. Dezgehên xêrxwaz xwarinên xerabûyî li koçberan belav dikin û jin û zarok yekem qurbaniyên vê diyardeyê ne.

Mihemed El-Sitêf ê 8 salî ku ji bajarokê El-Hebît koçberî kampeke bajarokê Herbenûş li gundewarê bakurê Idlibê bû, ji ber xwarinê jehrî bû. Diya Mihemed El-Sitêf Heyat El-Necar derbarê rewşa kurê xwe de wiha got: “Kurê min bi êşa zikê û vereşîna giran ji dibistanê vegeriya û dema ku me sedema vê yekê jê pirsîn, wî ji me re got ku wî şîpis ku ji dikanekê kirîbû xwariye û dema bavê wî ew berhem ji eynî dikana ku kurê min jê kirîbû aniye, derket holê ku ew salek zêdetir dema wê qedyaye.me berê xwe da firoşkarê wê dikanî û me jê re got çima tu berhemên ku dema wan derbas bûye difroşe, wî îdia kir ku wî ev berhem ji pargîdaniyek bazirganiyê ya li bajarê Sermeda, bêyî ku bala xwe bide dema bidawîbûna wê, kirî ye.”

Rudeyna El-Xetîb eşkere kir ku ew û sê zarokên xwe ji ber xwarinê jehrî bûn û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Piştî ku me penîrê ku min ji yek ji firoşgehên sûka herêmê kirî xwar, ez û zarokên xwe tûşî îshal û vereşînê bûn û em birin nuqteya tenduristiyê ya kampê. Berhema ku min kirî erzan e, her çend navekî wê yê navdar û navneteweyî li ser be jî, ji ber nezanîna xelkê û ne guhdana li ser derbasbûna dema wê, daxwazek mezin ji bo kirînê heye. Jiyana me erzan e, ziyan ji her derê tê, heta ji xwarina ku em dixwin, êdî berhemek ewle nemaye, ji ber ku bazirganên şer berê xwe didin berhemên xerabûyî.”

Di 15’ê Mijdara borî de, li kampa El-Casim a koçberan, jinek jiyana xwe ji dest da û 3 kesên din jî bi jehrî ketin ji ber ku berhemên ku dema wan qedya bû xwaribûn.

Di Adara borî de zêdetirî 25 kes, di nav wan de jin û zarok, jehrî bûn ji encama vexwarina ava qirêj li kampa gundê El-Tîniyê li nêzîkî Marat Misrîn li bakurê Idlibê.

Dr. Reşa El-Bekûr ku ji bajarê Sermada li bakurê Idlibê ye da zanîn ku rojane hejmareke mezin ji kesên ku ji ber xwarinê jehrî bûne tên nexweşxaneyê û wiha pê de çû: “Belavbûna haletên jehrîbûna xwarinê li herêmê ji ber nebûna çavdêriyê li ser hilanîn û danîna keresteyên xwarinê di bazarê de û her wiha nebûna berpirsyarî ji binpêkerên şert û mercên tenduristî û ewlekariya giştî re ye. Ew xwarinên xerabûyî dibin sedema nexweşiyên giran. Dema ku we xwest hûn berhemekî bikirin destpêkê li dema wî binêrin da ku hûm bizanibin dema wî derbas bûye ya na.”