Li Idlibê piraniya mexdûrên tên revandin jin û zarok in

Li Bakurê Sûrî ya ku rojane bûyerên revandin û wendakirinê diqewimin, her diçe zêdetir dibe. Ji ber şert û mercên şer û bê ewlehiya ku li herêmê tê jiyîn, gelek jin û zarok tên revandin ji ber mercên zor jiyana xwe ji dest didin.

 
SUHÊR EL-İDLİBÎ
Idlib – Li Bakurê Sûriyê ji ber şert û mercên şer û bêwlehiyê ev çend salin gelek bûyerên revandinê çêdibe û piraniya mexdûran jî jin û zarokin. Bajarê İdlibê û gundewarên wê ji ber rewşa şer û operesyonên leşkerî, rastî qerebalixeke mezin a şêniyê hatiye. Ji ber şert û mercên şer sivîl gelek caran koçber dibin û her wiha ewlehiya herêmê nemaye, ev yek dibe sedem ku bûyerên revandinê zêde bibin. Rewangeha Sûriyê a Mafê Mirovan, li Idlibê û gundewarên wê di navbera 1'ê Nîsana 2021'an heyanî 25'ê Gulana 2021'an zêdetirê 86 bûyerên windabûnê tomar kiriye. Di nav wan de 31 zarok, 14 jin, 41 mêr û nêzîkî 55 kesan hatin dîtin, lê çarenûsa 31 kesan nediyare, nayê zanîn û piraniya van kesan koçberin.
Gelek sedemên wendakirina ku rojane rû dide hene, ji ber ku gelek koçber herêmê baş nas nakin, hin caran wendadibin. Di dozan de nexweşiyên derûnî û pirsgirêkên malbatî dibe sedema windakirin û derketina ji malê. Her wiha bûyerên windakiriyê yên mîna windakirina bi darê zorê, revandina ji aliyên kesên çekdar ên nenas bi armanca wergirtina fidyeyê û her wiha bûyerên revandina keçan a bi armanca destdirêjiyê heye.
“Di nava rojekê de 20 bûyerên revandinê hat jiyîn”
Rêvebira Mektebeya kar û barê birîndar û windayan Hazîfa El-Hamûd diyar kir ku li Idlibê û gundewarê wê bûyerên windakirinê bi awayekî berçav zêde bûne û li hin cihan di nava rojekê de 20 bûyerên revandinê tên jiyîn. 
“Kurê min ji bo nan bîne malê derket û êdî nevegeriya”
Malbatên windayan jî di derbarê windayên xwe de tişên jiyane par kirin. Koçbera bi navê Henan Cedûa ya 38 salî ji bajarê Seraqib ê, bi kurê xwe Wisam ê 10 salî re li kampa Qah a sînorîn dijiya. Kurê wê Wisam di 14'ê Tebaxê de ji bo nan bine malê derdikeve û ji wê demê heya niha tu agahî jê nehatiye girtin. Henan bi çavekî tije hêsir diyar kir ku ewê serdana hemû rêvebirên kampê, polîs û rêxistinên sivîl kiriye ku ji bo dîtina kurê wê yê wenda pêre bibin alîkar an jî derbarê wî de hindek agahî bidest bixin, lê hemû hewildan jî bê encam man. Henan Cedûa ya ku berpirsên ewlehiyê sûcdar dike ku nikarin rewşa li herêmê kontrol bikin û ewlehiyê ji niştecihan re peyda bikin, diyar dike ku ev bê kontrol û bê ewlehî bûyin, bûye sedem ku kurê xwe winda bibe û nizane dê carek din dîsa wî bibîne yan ne.
Keç tên revandin û daxwaza fedyê tê kirin
Jina bi navê Reham El-Abdullah a 24 salî, di 11'ê Îlonê de ji aliyê kesên nenas ve hate revandin. Zext li hevjîn û malbata wê dikin ku 25 hezar dolar fidye ji wan re bibin, lê ji ber xirabûna rewşa aborî ya malbata Reham wan heya niha jî nekarîne 25 hezar dolar peyda bikin, bidin van kesan û keça xwe vegerînin. Çarenûsa Reham EL-Abdullah ji roja hatiye revandin heta niha nayê zanîn. 
8 meh windaye û heya niha jî tu agahî li ser nehatiye girtin
Li İdlibê beriya 8 mehan keça ciwan a bi navê Sîdra Arfat a 8 salî dema diçû dibistanê hat revandin. Tevî hemû hewildanên malbata wê û hêzên ewlehiyê jî nekarîn wê bibînin û agahiyek di derbarê wê de bidest bixin. Heta niha jî çarenûsa Sîdra Arfat nediyar e. 
Dayika Sîdra, Hasnaa El-Sadîr a 40 salî ku ji bajarê Xan Şêxûnê penaber bûye, dibêje ku ew amede ye her tiştê ji destê wê tê bike û keça ji destên kesên nenas bigre û diyar dike ku sedema revandina keça wê pere ye.
Ji bo lêgerîna zarokên xwe mektebeya karûbarên birîndar û windayan avakirin
Ji ber ku dezgehên ewlehiyê nikarin herêma ku tê de bûyerên revandinê zêde dibin kontrol bikin, sivîlên İdlibê dest bi avakirina mektebeyek karûbarên birîndar û windayan kirin. Ev mektebe her meh bi rêya medya yê û torên ragihandinê bi sedan dosyayên windayan diweşîne û di van dosyayan de agahiyên giştî ên windayan bi wêneyê wan û reqema pêwendiyê tê parve kirin. Doz tê şopandin û heta dawiyê lêgerîn tê kirin.