Li Idlibê mirinên bi guman ên zarokan zêde dibe

Di van demên dawî de li Idlibê mirinên bi guman ên zarokan zêde dibe, tê gotin ku ev zarok ji ber polîtîkayên dagirkeriyê, xizanî û tundiya ku rastî wê tên dawî li jiyana xwe tînin.

HEDÎL EL-OMER

Idlib – Rêjeya mirinên bi guman li Idlibê gihîştiye asteke bilind. Di dawiya sala 2021’an de Reslan El-Sitêf ê 15 salî ku ji kampên bajarokê Eqrebat ê Idlibê koçber bibû û tê gotin ku ji ber zextên giran ên derûnî dawî li jiyana xwe aniye, bi awayekê guman jiyana xwe ji dest da.

Dayika Reslan El-El-Sitêf, Yisra Hemaş a 35 salî diyar kir ku kurê wê di rojên xwe yên dawî de pir tenê dima û dûrî malbatê diket û wiha pê de çû: “Lê min qet texmîn nedkir ku ev rewş bibe sedema întîhar kurê min. Ji ber zextên derûnî, jiyanê, zehmetiya karê wê di pêşeya avahîsaziyê de, kombûna deynan û nekarîbûna wî ji bo dabînkirina pêdiviyên sereke ji bo malbatê kurê min xwe întîhar kir. Piştî ku hevjînê min beriya du salan di qezayekê de jiyana xwe ji dest da Reslan neçar ma kar bike da ku debara me bike. Terikandina wî ya dibistanê yek ji wan pirsgirêkan e ku herî zêde bandor li wî kiriye, ji ber ku ew di hemû qonaxên xwendinê de yek ji şagirtên serkeftî bû û pir ji xwendinê hez dikir.”

Rexed a bi zorê hat zewicandin bi guman jiyana xwe ji dest da

Rexed El-Hemadî ya 15 salî piştî ku bi zorê bi mêrekî ku zêdetirî 13 salan ji wê mezintir bû re hat zewicandin bi awayekê guman jiyana xwe ji dest da.

Yek ji mirovên Rexed El-Hemadî, Rûa El-Yûsif a 22 salî eşkere kir ku Rexed ji wê re pir caran behsa întîharê kiribû, lê wê gotinên wê cidî negirt û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Rexed her roj ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû rastî tundiya fizîkî û devkî dihat. Malbata wê hewl da ku sedema mirina wê veşêre, lê piştî ku termê wê pêşkêşî pizîşkê şerî kirin, eşkere bû ku sedema mirina wê ji ber vexwarina hebên “fosfîn” e.”

Şîdet û polîtîkayên li heremê tê meşandin rewşê girantir dike

Şêwirmenda derûnî û civakî Ruşam Hemûd a 32 salî da zanîn ku zêdebûna bûyerên xwekuştinên zarokan li Idlibê bi rewşa trajîk a ku ev zarok û malbatên wan dijîn ji ber xizaniyê, nebûna derfetên kar û dahatê, dûrketina piraniya zarokan ji dibistanê û belavbûna şîdeta nav malê ve girêdayî ye û wiha axivî: “Rewşa bêîstiqrar û koçberî dihêle ku zarok hesta ewlehiya derûnî winda bikin. Belavbûna madeyên hişber li herêmê yek ji sedemên sereke ye ku zarokan ber bi întîharê ve dikişîne. Ji bo têkoşîna li dijî vê diyardeya xeternak divê civaka herêmî li ser girîngiya peydakirina piştgiriya derûnî a ji bo zarokan were perwerdekirin. Divê navendên çandî ji bo zarokan bên avakirin û ji aliyê kesên xwedî bandor ên civakê ve bên birêvebirin.”