Li Idlibê ji bo kesên di qezayan de jiyana xwe ji dest didin edalet nîne

Li Idlibê ji ber xirabûna riyan û nezanîna ajotina motosikletan qeza çêdibin û gelek kes jiyana xwe ji dest didin. Malbatên kesên ku di wan qezayan de jiyana xwe ji dest dane dibêjin ku tevî dema derbasbûyî jî edalet bi cih nehatiye.

HADEEL Al-OMAR

Idlib- Li bajarê Idlibê yê di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê de, di mehên dawî de gelek qezayên motosikletan çêdibin û gelek kes jiyana xwe ji dest didin. Ji ber şerê ku bi salane didome, riyên xirab bûne dibin sedema van qezayan.

Ji ber qezaya ku derbas kiriye gurçika xwe winda kir

Fatima Al-Barî, dema ku li ser peyariyê dimeşiya, qeza derbas kir û di encamê de gurçika xwe winda kir. Fatima Al-Barî got: “Motosikletek ji rê derket û li min xist. Ajokar zarokek bû. Du meh di ser qezayê de derbas bûye lê hê jî baş nebûme bedena min zirarê jê dît. Gurçika min jêkirin, hestiyê min şikest, di ling û serê min de şikestin çêbûn. Min ji malbata ajokar tu tezmînata madî û manewî negirt lewre rewşa wan a madî pir nebaş bû. Li aliyê din îşaretên trafîkê tune ne û rê wisa xirab in, li gorî ajotina wesayîdan nîn in. Ji bo vê yekê jî tiştek nayê kirin û di encamê de qeza çêdibin, mirov jiyana xwe ji dest didin.”

‘Salek berê keça min di qezayê de mir lê hê jî edalet bi cih nehatiye’

Fadia Al-Karmo ya 46 salî ya keça xwe di qezayê de winda kiriye jî wiha behsa tiştên jiyane kir: “Dema ku ez diçûm cihê karê xwe yê li bajarê Binnish, min qeza derbas kir. Keça min a 5 salî Lynn, jiyana xwe ji dest da. Ew zaroka min a herî biçûk bû min ew neparast. Motosikleta ku ciwanek bê baldarî diajot li keça min xist. Em wê demê di peyariyê de dimeşiyan çêbû, min fam nekir çawa bû. Keça min çend metre pekiya pêşiya me. Ji ber xwîna hundirîn hema piştî bûyerê keça min mir. Ez hê jî di şoka wê qezayê de me. Ciwanê ku bi motosikletê li keça min da jî reviya. Salek di ser bûyerê re derbas bûye lê hê jî edalet bi cih nehatiye.”

Qeza bandorên derûnî çêdikin

Sarah Al-Sabouh a 28 salî jî dema ku bi zaroka xwe ya sê salî Yazan re çûye marketê bi lêdana motosikletê birîndar bûye. Sarah Al-Sabouh ji ber lêdana bi lez a motosikletê ji destê xwe birîndar bûye û lingê zaroka wê jî şikestiye. Sarah Al-Sabouh got: “Qezayê hem di warê fizîkî de hem jî derûnî de bandorê li ser me kir. Em êdî newêrin derkevin derve û bimeşin.”