Li Idlib a dagirkirî rewşa zarokên astengdar giran e
Zarokên astengdar ên li kampên Idlibê dimînin rastî kêşe û zehmetiyên mezin tên. Ev yek bandoreke neyînî li hemû aliyên jiyana wan dike.
LENA AL-KATEEB
Idlib – Zarokên astengdar ên li kampên Idlibê dimînin ji ber nebûna navendên dermankirinê, riyên asfaltkirî û tuwaletên taybet ji bo wan, rastî gelek kêşe û zehmetiyan tên.
Welîd E-Ceban ê 9 salî ku ji bajarê Seraqib koçber bûye û li ser kursiya bi teker rûniştiye li zarokên ku li ber deriyê konê wî dilîzin dinêre bêyî ku bikaribe bi wan re bilîze û kêf bike.
Welîd El-Ceban di destpêka sala 2020’an de şarapnel li pişta wî ketibû û ji ber vê yekê bû sedema felcbûna lingî wî û ew êdî nema dikare bimeşe û hereket bike.
Dayika Welîd Semiya Hac Ehmed a 36 salî wiha got: ”Rewşa kampê trajîk e. Tevî ku em gelek caran bang li rêxistinên mirovî dikin jî tu bersiv nayê. Xêrxwazekî kursiya bi teker da kurê min lê ew ji ber riyên xerabe yên kampê di hereketa kursî de gelek zehmetiyan dibîne. Konê ku em tê de dijîn me ji sermaya zivistanê naparêze.”
Ji ber bermahiyên şer birîndar bû
Meryem El-Ewad a 12 salî ku ji bajarokê Cercenaz ji gundewarê başûrê Idlibê koçber bûye, gazinan ji nebûna navendên dermankirinê dike û wiha anî ziman: “Şarapnele li lingê min ket û zerareke mezin li lingê min kir, piştî sê emeliyatan doktor ji min re got ku her roj pêwîstiya min bi fîzyoterapiyê heye. Dûrbûna kampê ji navendên fîzyoterapiyê û lêçûnên wê yên giran bûne sedema paşguhkirina dermankirina min û xirabûna rewşa min a tenduristiyê. Ez niha nikarim bimeşim ji ber wê ez her dem di konan de dimînim.”
Fatima El-Satûf a 33 salî ku ji kampa El-Kerama li bajarê Sarmeda koçber bûye da zanîn ku ji ber xizaniyê neçar e rojane derkeve ser kar û her du zarokên xwe yên astengdar bê lênêrîn dihêle, da ku debara malbata xwe bike û wiha pê de çû: “Piştî ku hevjînê min ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da ez neçar mam debara her çar zarokên xwe bikim. Di encama êrîşa hewayî de her du destên her du zarokên min Salim ê 9 salî û Neda ya 6 salî hatin jêkirin.”
Zarok tên îhmalkirin
Şêwirmenda derûnnasiyê Rua El-Dêrî ku ji bajarê Danayê li ser pêdiviyên zarokên astengdar wiha got: “Di encama şer de gelek zarok astengdar bûne. Ew zarok di kampan de ji ber îhmalkirin û kêmbûna xwarinê û avê gelek zehmetiyan dikşînin. Zarokên astengdar ji bo ku karibin jiyana xwe ya asayî vegerînin, xwebaweriya xwe pêş bixin û wan ji nû ve entegreyî civakê bikin, divê lênihêrîna taybetî ya tenduristî, perwerdehî û derûnî werbigirin.”