‘Li hemberî komkujiyan dê jin têkoşîna xwe berdewam bikin’

Dewleta Tirk ji tirsa xebatên jinan, her dem pêşangan dike hedef. Jinên wargeha Mexmûrê gotin ku Fransa kiryarên dewleta Tirk diparêze.

TEWAR PÊNCEWÎNÎ

Qendîl- Di 23’ê Kanûna 2022’yan de li Parîsê di dema 10’emîn salvegera komkujiya 2013’an ku li Parîsê pêk hat û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, komkujiyek din pêk hat. Di komkujiya duyemîn a Parîs de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara), Hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hatin qetilkirin.

Komkujiya Parîsê bi heman rêbaza dijminane ya dagirker bi armanca qirkirina gelê Kurd, pêk hat lê belê li hemberî vê yekê jinên Kurd li Kurdistan û cîhanê têkoşîna xwe zêdetir dikin.

Jinên wargeha penaberan a Mexmûrê ku di merasîma veşartina Evîn Goyî ya li Qendîlê de amade bûn, behsa komkujiya Parîsê û qetilkirina pêşengên jin kirin.

‘Dewleta Fransayê kujerên komkujiyan diparêze’

Endama komîteya Jineolojiyê ya waregeha Mexmûrê Songul Guler der barê herdu komkujiyên Parîsê û plangeriya dewleta Tirk de wiha got: “Komkujiya Parîsê bûyerek îdeolojîk û siyasî ye. Ya yekem nehat ronîkirin. Ev komkujî ji aliyê MÎT’a Tirk ve hat pêkanîn. Fransa hewl dide li dijî komkujiya duyem a ku di 23'ê Kanûna 2022’an de pêk hat jî xwe bêdeng bike lê belê em kujeran nas dikin, em dizanin kiryar MÎT’a tirk û hikumeta AKP/MHP ne.”

‘Dewlet ji hêza jinan ditirse ji ber wê pêşengan qetil dike’

Jina ji wargeha penaberan a Mexmûrê Cemîla Kara di destpêka axaftina xwe de silavên xwe ji bo Îmraliyê û gerîlayên azad ên li çiyayên Kurdistanê şand û der barê jiyan û têkoşîna Evîn Goyî de wiha got: “Şehîd Evîn pêşenga jinan bû, her dem pêşeng dibin hedef, ji ber dijmin dizane jin pêşengiyê dikin û xwedî hêza guhertinê ne. Hevala Evîn yek ji wan jinên pêşeng bû, 34 salan di nava xebatan de bû, li her çar perçeyên Kurdistanê têkoşiya. Dijmin ji hêza jinan ditirse, ji ber wê jinên pêşeng dike armanc û qetil dike. Daxwaza min ji jinan ew e ku li têkoşîn û xebata şehîd Evîn Goyî xwedî derbikevin û riya wê berdewam bikin.”