Li Helebce werza komkirina gozan

Jinên Helebceyê ku bi gozên xwe navdar e bi hatina werza payizê re welatî berê xwe didin baxçeyên xwe û dest bi komkirina gozan dikin.

Helebce – Dema dibe werza peyîzê destpêkê komkirina gozan tê bîra mirovan. Çiyayê Şênrûye yê girêdayî gundê Hawar, tenê 4 kîlometre ji navçeya Helebce ya başûrê Kurdistanê dûr e. Jinên Helebceyê ku bi gozên xwe navdar e bi hatina werza payizê re welatî berê xwe didin baxçeyên xwe û dest bi komkirina gozan dikin. Awat Dara Seîd û hevjînê xwe ev nêzî 10 rojane berê xwe dane baxçeyê xwe yê li Şênrû, dest bi komkirina berhemên gozan kiriye.  

Awat Dara Seîd ku werza havînê bi avdan û lênêrîna baxçe ve mijul dibû û niha ji bo komkirina gozan berê xwe dane baxçe û wiha got: “Ev 10 roj e ji bo em gozan kombikin û paqij bikin em li vê derê ne.”

Awat Dara beriya ku dest bi karê xwe bike, destpêkê xwarin û nan amade dike û piştî xwarinê, berê xwe dide nava baxçe û dest bi komkirina gozan dike. Li gel hevjînê xwe di werza havînê de bi heftane di nava baxçe de maye û darên gozan av daye.

Awat Dara diyar kir ku demê berê erkê wan gelek zehmetir bû. Lê belê niha karê gund hêsantir bûye. Awat Dara gelek bi karê xwe keyfxweş e, daxwaz dike hemû hemwelatî berhemên Kurdî bikar bînin.