Li gundê Eyn El-Camûs jin di hemû xebatan de pêşeng û pêkhatî ne

Jinên gundê Eyn El-Camûs ji bo ku rastiya civaka xwe bi pêş bixin, jiyana hevpar a di navbera zayendan de pêk anîne.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – Gundê Eyn El-Camûs 40. km dikeve bakur- rojhilatê Minbicê, nêzîkî çemê Firatê ye. Ji ber ku bapîrê gund bi yek ji gundên cîran re di pêşbirka di navbera camûsan (gamêş) de bi ser ketibû jê re gondê Eyn El-Camûs tê gotin. Her kesê ku li gundê Eyn El-Camûs dijî di çandinî û xwedîkirina pez de dixebite. Di gund de jiyana hevpar a di navbera zayendan de ji bo pêşvebirina rastiya civaka xwe pêk anîne, ji ber vê yekê normal e ku hûn bibînin ku jineke traktorê diajo û erdê xwe cot dike an jî jinek ciwan li motorekî siwar bû ye û xwişkên xwe dibe dibistanê, ev dîmen hûn ê li gundê Eyn El-Camûs ê gundewarê Minbicê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibînin. Jinên gundê Eyn El-Camûs ne tenê di asta malbatê de, di asta îdarî, rêxistinî û partiyên siyasî de jî rêveber in û dikarin nûnertiya xwe û civaka xwe di cihên biryardanê de bikin. Gelek jinên gundê Eyn El-Camûs di komîn, meclis û partiyên siyasî de cih digrin.

"Xelkên gundê me bi xebata jinan serbilind in"

Ferîda El-Nasir a 55 salî diyar kir ku 20 sal in ew traktorê diajo û wiha axivî: "Jinên gund her tiştî bi xwe dikin, çi ajotina traktoran û çi jî çandiniya erdan be her cure karan dikin. Tiştê ku hişt ez fêrî ajotina traktorê bibim, tenduristiya nebaş a hevjînê min bû. Bîst salan min ajotina traktorê dikir, min kar kir heta ku zarokên min mezin bûn û ew bûn berpirsên kar. Min keçên xwe jî fêrî ajotina traktorê kirin, ku bi zehmetiyên jiyanê re rû bi rû bimînin. Her kesê li gundê me xwe dispêre jiyana hevpar a di navbera jin û mêran de ye. Hinek mêr li derveyî welat dixebitin, jin jî li hundirê gund dixebitin û hemû berpirsyariyan digrin ser xwe, ne tenê di warê ajotina traktoran de, jinên me hemû makîneyên gund ên ku di jiyana me ya gundî de pêwîstiya me bi wan heye, diajon. Xelkên gundê me serbilind in ku jin hemû karan dikin. Jinên gundî xwedî kesayetiyeke bi hêz in û bi mêran re di hemû warên jiyan û xebatê de bişdar dibin."

"Şiyana jinan di birêvebirina mal, kar û çandiniyê de mîna mêran e"

Fayda Mihemed Şêx a 55 salî anî ziman ku ew du sal berê fêrî ajotina traktorê bûye dema hevjînê wê nexweş bûye û wiha pê de çû: "Ji dema mirina hevjînê min ve û heya vê kêliyê ez traktorê diajom. Ez hemû karan çandiniyê, avadanî, cotkirin û şivantiya pez dikim. Tevî temenê min ê mezin jî ez traktorê diajom ji ber ku kurê min hîn biçûk e û keçên min diçin dibistanê û piştî ku ji dibistanê vedigerin di çandinî û ajotina makîneyên çandiniyê de alîkariya min dikin. Beriya mirina hevjînê min me bi hev re her karî dikir. Li gundan her tim xebatên jinan zêdetir in. Em di navbera zayendan de jiyanê hevbeş dijîn û em nabînin ku ji bo zaroka yekem keç bibe pirsgirêk, berevajî hin civakan, ji ber ku şiyanên jinan di birêvebirina mal, kar û çandiniyê de mîna mêran e. Tevî ku keçên gundê me xwendevan in jî bi hemû karê çandiniyê dizanin, destê ku pênûsê digre, dikare traktorê biajo û karê çandiniyê jî bike."