Li Filistînê di çarçoveya kampanyaya li dijî tundiyê de çalakiyên jinan berdewamin

Wefaa Helles anî ziman ku zagona parastina malbatê ji tundûtûjiyê ne tenê jinan, hemû endamên malbatê eleqedar dike, ji ber ku girêdayî zêdebûna bûyerên tundî û tawanan e. Bendên qanûnê di navbera qanûnên serdema Osmanî û qanûnên Urdun û Misirê de belawela man, ji ber ku van qanûnan bi hev re ji bo jin û zarokan parastineke tam pêk nedianîn.

REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Tevahiya cîhanê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanî pîroz kir û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Wekheviya Zayendî û Desthilatdariya Jinan kampanyaya 16 rojan da destpêkirin. Li gorî vê yekê, saziyên xwecihî li Xezayê çend çalakiyên mîna welatên cîhanê organîze kirin. Wekî Navenda Lêkolîn, Şêwirmendiya Zagonî û Parastina Jinan ku çendîn çalakiyên yekgirtî ji bo jinên şîdetê dîtine, li gorî rêjeya wan a bilind li Xezayê û parêzgehên wê organîze dike.
“Kampanyaya îsal ji bo sê pêngavên bingehîn hatiye destpêkirin”
Koordînatora bernameya perwerdeyê ya Navenda Lêkolîn, Şêwirmendiya Zagonî û Parastina Jinan Wafaa Helles dibêje ku navendê bi xebata xwe ya berdewam, li ser jinên ku di tevahiya salê de hatine kuştin, hewl daye mijarên ku dê di tevahiya salê de bên kirin destnîşan bike. Her wiha bal kişand ku pejirandina zagona parastina malbatê, bilindkirina temenê desteserkirinê ji bo 18 salan û bilindkirina hişyariyê li ser tawanên şantaja dîjîtal, mijarên herî girîng in ku divê bal were kişandin.
Wafaa Helles diyar dike ku kampanya îsal ji bo sê pêngavên bingehîn hatiye terxankirin ku dê çend çalakiyên bi bandro, li parêzgehên cuda yên Xezayê encam bidin, di hewlekê de ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji hejmareke herî mezin ji jinan re bêyî dubarekirina wan di yek çalakiyê de. Wê da zanîn ku ev navend di çarçoveya pêngava 16 Rojan a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de wê giraniyê bide ser jinên ku berê destek jê wergirtine û hewl bide wan tevli çalakiyên cuda yên civakî bike.
“Zagona parastina malbatê ne tenê jinan hemû endamên malbatê eleqedar dike”
Kampanyaya zagona parastina malbatê ji tundûtûjiyê dê bi riya vîdyoyek ku li ser medyaya civakî were weşandin ji bo perwerdekirina endamên civakê li ser zagonan û pîvandina bertekên wan ji bo afirandina jîngehek parastinê ji wan re were destpêkirin. Di gel vîdyoyê dê xelekên din hebin li ser îstasyonên radyoyên herêmî yên li Xezayê werin weşandin, ji bilî tabloyên ku dê li deverên herî qelebalix werin danîn, bi vî rengî dê kampanya bi gelek awayan were meşandin."
Wafaa Helles da zanîn ku ligel xebatên li ser qanûna parastina malbatê dê kampanyayek jî ji bo erêkirina zagona ku temenê danîngehê ji bo 18 salan bi heman mekanîzmaya çalakiyê ku li jor behs hatiye kirin were destpêkirin. Ji bo dawî li pirsgirêkên dayikan bê anîn û weke li welatên cîhanê qanûn bi cih bînin. Wê destnîşan kir ku ev mijara taybet dema ku hatiye raberkirin gelek erêkirin bi dest xistiye, dibe ku ji ber çend sal bûn mijara nîqaşê bû vê encamê dabe. 
“Li ser bikaranîna înternetê dê vîdyoyên hişyariyê bên çêkirin”
Der barê doza sêyemîn a ku dê li ser were xebitandin, Wafaa Helles diyar dike ku mijara haydarbûna ji înternetê yek ji mijarên herî girîng e ku jin jê gilî dikin lewre navendê biryar da ku bibe beşek ji bernameya xwe ya îsal. Vîdyoyên hişyariyê dê bên çêkirin û li ser medyaya civakî bêne weşandin her wiha çend kursên perwerdeyê dê li ser çawaniya bikaranîna înternetê, parastina agahiyan û bilindkirina hişyariyê li hemberî ketina torên reşkirinê yên li pişt perdeyên li Xezayê û Bakur werin lidarxistin.
Ev navend dê ji bo jinên ku rastî şîdetê tên û piştgiriyê digrin rojên vekirî pêk bîne. Li gorî Wafaa Helles roja 30’yê Mijdarê ji bo jinên li Xezayê hatiye diyarîkirin û roja 6’ê Kanûnê dê ji bo jinan li parêzgehên başûr were terxankirin. Wê bal kişand ku bername dê gelek çalakiyên wekî govend û stranên gelêrî yên Filistînê yên kevnar li cihên xwezayî yên mezin di çarçoveya çalakiyên piştevaniya derûnî de ku ji hêla weqfê ve ji bo jinan tên pêşkêşkirin bigre nava xwe.
Dê çalakiyên cihêreng werin lidarxistin
Tevî vê çalakiyê, Wafaa Helles ji me re behsa pêkanîna sohbetek li zanîngeha El-Eqsayê ku dê berdewamiya çalakiya berê be kir, ligel amadekirina jinan a hin cureyên xwarinê. Wê amaje kir ku her du çalakî dê di çarçoveya çalakiyên piştevaniya derûnî û modeleke kampê de bin ku dê hejmarek derûnînas beşdar bibin û rewşa jinên beşdar lêkolîn bikin û bi wan re biaxivin da ku çareseriyê ji bo pirsgirêkên wan bibînin.
Wafaa Helles dide zanîn ku hemû bûyerên berê dê bi riya rûpela navendê li ser malpera tora civakî ya "Facebook"ê bên ragihandin. Her wiha dê hemû dezgehên ragihandinê ji bo şopandina hin bûyerên giştî werin vexwendin û diyar kir ku ji ber girîngiya mijarên ku dê di rojên pêş de li ser bên xebitandin, ji raya giştî hêvî dikin ku beşdarbûnek mezin û têkiliyek mezin hebe.