Li Efganistanê, jinên mezûnên Tibê nikarin bikevin ezmûnên dewletê

Hejmara zanîngehên taybet li Efganistanê zêde bûye lê dîsa jî, jinên ku di warê bijîşkî de mezûn dibin nikarin beşdarî ezmûnên dewletê bibin û vê sînordarkirinê, pêşeroja wan a pîşeyî xistiye xeterê.

BEHARAN LAHÎB

Laghman – Avakirina zanîngehên taybet li Efganistanê vedigere piştî sala 2002’an. Ev serdem pêvajoyek e ku tê de guhertinên siyasî û civakî gengaz kir ku di warên cûrbecûr de, di nav de perwerdehiyê jî, veberhênan were kirin. Di wê demê de, dewlet bi tena serê xwe nikarîbû daxwaza zêde ya ji bo perwerdehiya bilind bicîh bîne. Zêdebûna hejmara mezûnên lîseyê û xwesteka ciwanan ji bo berdewamiya perwerdehiya xwe, kapasîteya sînorkirî ya zanîngehên dewletê kir pirsgirêkek cidî.

Wezareta Xwendina Bilind a Efganistanê rêzik û pîvan danîn

Di bin van şert û mercan de, avakirina saziyên perwerdehiya bilind ên taybet wekî çareseriyek bi bandor derket holê. Yekem zanîngehên taybet li Efganistanê bi veberhênanên ji kes û saziyên herêmî hatin damezrandin. Van navendan di destpêkê de bi çavkaniyên sînorkirî dest bi xebatê kirin, lê bi demê re bipêş ketin û hejmara wan zêde bû. Di salên pêşîn de, nebûna çarçoveyên qanûnî yên zelal û bê guman ji bo van saziyan dijwariyek girîng bû. Lê belê bi demê re, Wezareta Xwendina Bilind a Efganistanê rêzik û pîvan danîn da ku çalakiyên xwe birêkûpêk bikin.

Van zanîngehan karîbûn beşên cihêreng di warên wekî aborî, hiqûq, bijîşkî, endezyarî û zanistên civakî de pêşkêş bikin. Vê cihêrengiyê ji bo hilbijartina warê xwendinê vebijarkên bêtir pêşkêşî ciwanan kir û bi qismî bingehek ji bo pêşketina zanistî ava kir.

Ji bo xwendekarên jin derfetek çêbû

Yek ji taybetmendiyên berbiçav ên van saziyan, nermbûna di bernameyên xwendinê û rêbazên wan ên hînkirinê de ye. Vê yekê alîkariya wan kiriye ku bi hewcedariyên bazara kar re çêtir xwe biguncînin. Wekî din, van navendan roleke girîng di zêdekirina gihîştina jinan bo xwendina bilind de lîstine. Gelek xwendekarên jin ên ku ji ber sedemên cûrbecûr nekarîn perwerdehiya xwe li saziyên dewletê bidomînin, karîbûn xwendina xwe bi rêya van saziyan bidomînin.

‘Dîtin û fikarên li ser kalîteya perwerdê derketin holê’

Tevî vê yekê, zêdebûna bilez a zanîngehên taybet û ketina hin kesayetên siyasî, bi taybetî serokên koma G8 û teknokratana nava vê qadê, di hin rewşan de bûye sedema kêmbûna kalîteya perwerdeyê. Di hin rewşan de, kes dikarin bi tenê bi dayîna xercan û bêyî ku bi rêkûpêk beşdarî dersan bibin, beşdarî pêvajoya perwerdê bibin. Ev rewş di beşên cûda de hate dîtin û fikarên li ser kalîteya perwerdê derxist holê. Di encamê de, dewletê qanûnek nû ji bo mezûnên bijîşkî derxist; li gorî vê qanûnê ji xwendekaran tê xwestin ku piştî mezûnbûnê azmûnek giştî ya dewletê derbas bikin da ku wekî bijîşk werin naskirin.

Mîna qedexeyên din ên ku di dema desthilatdariya nêzîkî 5 salan a Talîbanê de li ser jinan hatine ferzkirin, destûr nehat dayîn ku mezûnên jin ên bijîşkî beşdarî vê azmûnê bibin. Çend roj berê, azmûna dewletê dîsa bêyî beşdariya jinan hate lidarxistin. Ji ber vê yekê, hevpeyvînek bi Nestren Velîzade ku mezûnek bijîşkiya diranan e û berî desthilatiya Talîbanê ji vê beşê mezûn bûyî re, hate kirin.

‘Her ku roja ezmûnê tê ragihandin hêvîdar im lê dîsa destûr nadin’

Nestren da zanîn ku di sala 2021’an de ji beşa Stomatolojiyê (nexweşînên dev û diranan) mezûn bûye û wiha got: “Ji bo vekirina klînîkek û wergirtina sertîfîkaya fermî, divê ez azmûnekê bidim û lîsansa pîşeyî bistînim. Lê belê, ji ber qedexeyên ku Talîbanê li ser jinan ferz kiriye, destûr nayê dayîn ku em vê azmûnê bidin. Bêyî ku ev qonax bi fermî were derbaskirin, ne mimkûn e ku em bijîşkiyê bikin û em nikarin di pîşeya xwe de bixebitin. Ev nêzîkî 4 sal in li bendê me. Her ku roja azmûnê tê ragihandin, ez hêvîdar im, difikirim ku dibe ku destûrê bidin; lê dîsa jin di vê pêvajoyê de cih nagirin.”

‘Ez û bi hezaran jinên din ji derfeta xizmetkirina gelê xwe bêpar mane’

Nestren ragihand ku ev bendewarî û paşketin hem ji hêla pîşeyî ve û hem jî ji hêla psîkolojîk ve bandorek neyînî li ser wan dike û got ku tu mafdarkirin an ravekirinek fermî nedane wan. Nestren anî ziman ku lê diyar e ku polîtîkaya giştî ew e ku hebûna jinan di warên perwerde û civakî de sînordar bike û wiha domand: “Ev biryar ji zanistî an pîşeyî bêtir siyasî ne. Ev yek ji mezintirîn dilşikestinên jiyana min e. Min bi salan xwend, bişev û roj xebitîm, lê niha piştî vê hemû hewildanê, ez neçar im ku li malê bimînim û tenê bi karên malê re mijûl bibim. Aliyê herî bi êş ê vê rewşê ew e ku ez dizanim civaka min hewceyî bijîşkan e. Bi taybetî li deverên ku pêwîstiya bijîşkên jin lê heye. Tevî vê yekê, ez û bi hezaran jinên din ji derfeta xizmetkirina gelê xwe bêpar mane.”

‘Talîban min rawestîne jî kes nikare hişmendî û mirovahiya min ji min bistîne’

Her çend destûr ji Nestren re hat dayîn ku beşdarî azmûnê bibe jî, mîna bi sedan jinên din ên wijdanî li Efganistanê, ew bêdeng nema û bi tîmên bijîşkî re çû alîkariya kesên ku ji karesatên xwezayî bandor bûne. Nestren vê ezmûna xwe wiha vegot: “Alîkariya jin û zarokan li wan deveran hem ji bo min bi êş bû û hem jî îlhambexş bû. Ew îlhambexş bû ji ber ku min dît ku mirov çiqas hewceyî xizmetên me ne. Heta alîkariya herî biçûk ku min da wan jî, ew ê bikenînin û spasiya min bikin. Di wê gavê de min ji xwe re got, dibe ku Talîban min rawestîne, lê kes nikare hişmendî û mirovahiya ku min bi dest xistiye ji min bistîne. Ev fikir her gav hêzê dide min.”

Ji bo jinan peyamek ji dil

Di dawiyê de, Nestren peyamek wiha da jinên li Efganistanê: “Xwişkên min ên delal, kes nikare nirx û şiyanên we xirab bike. Dibe ku şert û mercên îro dijwar bin, lê zanîn û jêhatîbûna we sermayeyek hêja ye ku tu hêz nikare ji we bistîne. Keçên ciwan, bixwînin, hêviya xwe winda nekin û bawer bikin ku pêşeroja Efganistanê bêyî hebûna we nayê avakirin.”

Di demeke ku Efganistan kêmasiya çavkaniyên mirovî yên jêhatî dijî de bi taybetî di sektora tenduristiyê de, astengkirina mezûnên jin a tevlîbûna nav hêza kar ne tenê pêşeroja wan a takekesî sînordar dike. Di heman demê de encamên dûr û dirêj ji bo civakê jî hene. Berdewamiya vê rewşê dikare valahiya di navbera perwerde û kar de kûrtir bike, beşek ji çavkaniyên mirovî yên welêt ji bo salên pêş de bêkar bihêle.