Li dijî rêgiriya ku nahêle pirtuk derbas bibin banga xwendinê kir

Berpirsyara pirtûkxaneya Emanî, Şêrîn Ebdulrehîm a 19 salî behsa pirtûkxaneya xwe ya ku pirtûkên di gelek mijaran de dihewîne kir, anî ziman ku ji ber rêgiriyê nahêlin pirtûk derbasî Rojava bibe û banga xwendinê li ciwanan kir.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo- Xwendina pirtûkan, mirov digihîjîne zanîn û agahiyên nû, zanîna mirov zêde dibe. Mirov bi xwendinê pêşiya xwe dibîne, jêhatîtir dibe û dibe xwedî asoyeke berfireh. Berpirsiyara pirtûkxaneya Emanî, Şêrîn Ebdulrehîm a 19 salî ji me re behsa pirtûkxaneya xwe ya ku gelek pirtûk tê de hene kir.

‘Nêzî 200 pirtûk di pirtûkxaneyê de hene’

Şêrîn Ebdulrehîm a berpirsyara pirtûkxaneya Emanî, behsa vekirina projeya pirtûkxaneya xwe kir û got: “Ev pênc meh in ku min projeya pirtûkxaneya li ser medyaya civakî vekiriye. Kesê ku bi min re bûn alîkar û piştgiriya min kirin heval û malbata min bûn. Astengiyê ku min kişandin di destpêkê de ji înternetê bû, ji ber ku ji sedî 90 karê min li ser înternetê ye, projeya min li ser medyaya civakî zêde belav nedibû, her kes karê min nedidît. Di pirtûkxaneya min de nêzî 200 pirtûk hene. Pirtûkên olî, çandî, hunerî, bi zimanê  Kurdî û Erebî hene.”

’Tişta ku mirovan zana dike xwendina pirtûkan e’

Şêrîn Ebdulrehîm diyar kir ku xwendina pirtûkan zanînê zêde dike, mirov bi pêş dixe û beşek ji perwerdeyê ye û wiha berdewam kir: “Ji hemû projeyên min e, projeya ku ez pirtûkxaneyê vekim min bi xwe hilbijart, ji ber ku min bi xwe pirtûk dixwendin. Min dît tişta ku mirov bi pêş dixe û zana dike xwendina pirtûkan bû, ew jî beşek ji perwerdeyê ye. Di sala 2019’an de dest bi xwendina pirtûkan kir, li Qamişloyê her pirtûk nayê dîtin piştre min xwest ez pirtûkxaneyek vekim, bibim alîkar bi civaka xwe re da ku astengiya nekşîne di dîtina pirtûkan de.”

’Pirtûkan zêde derbasî Rojava nakin’

Şêrîn Ebdulrehîm bal kişand ser zehmetiya dîtina pirtûkan û anîna wan û wiha domand: “Pirtûkên ku ez tînim ne ji cihekî taybet tînim ji gelek pirtûkxaneyên li Qamişloyê tînim û hinek pirtûk hene li Qamişloyê nayên peydakirin, ez siparîş didim. Karê min li ser medyaya civakî gelekî bi pêş ketiye. Bi taybetî jinên ciwan gelekî dixwazin pirtûkan bixwînin ew jî nîşan dide ku pêşketin bi wan re çêdibe ji ber wê gelek pirtûkan ji min dixwazin. Ne tenê ji Qamişloyê ji her derê ji min daxwaza pirtûkan dikim. Pêşengeha Herekol her sal li vir çêdibe, ez diçim pêşangehê jî hin pirtûk ji wir tînim.”    

‘Bila ciwan pirtûkan bixwînin’

Şêrîn Ebdulrehîm daxwaz ji jinên ciwan kir ku pirtûkan bixwînin û zanebûna xwe zêde bikin û wiha bi dawî kir: “Ez dibînim xwendina pirtûkan ji her kesê re baş e, mirov bi xwendinê bi pêş dikeve, civaka xwe bi bêş dixe û zana dike. Bi hêvî me ku çi ciwanên me pirtûkan bixwînin xwe zana bikin civaka xwe bi pêş bixin.”