‘Li dijî dagirkeriyê divê em xwe bi hêztir rêxistin bikin’

Siyasetmedarên jin, diyar kirin ku armanca girîng a êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tunekirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku modela projeya neteweya demokratîk e û gotin, “Em ê êrîşan vala derxînin.”

ŞÎRÎN MIHEMED

Qamişlo – Êrîşên dewleta Tirk, yên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Gelê herêmê li dijî van êrîşên dewleta Tirk têkoşîna xwe didomînin. Têkildarî mijarê endama Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Arîfe Bekir û Rêvebera Yekîtiya Jinên Suryan Warda Hanna ji ajansa me re axivîn.

‘Dixwazin tirs belav bikin’

Endama Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Arîfe Bekir diyar kir ku dewleta Tirk piştî Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên xwe zêde kiriye û got: “Em xaka xwe li beramberî van êrîşan diparêzin û em ê parastina wê bidomînin. Armanca sereke ya van êrîşan tirsandin, têkbirina ewlehî û aramiya herêmê, koçberkirina gel û guhertina demografiya herêmê ye, wek Efrîn, Serêkaniyê û Eyn Îsa. Bi pêkanînên xwe yên dijmirovahî dixwazin axa Osmaniyan berfireh bikin û Projeya Neteweya Demokratîk ji holê rakin.”

‘Xwediyê van axan em in’

Arîfe Bekir destnîşan kir ku îradeya gelê herêmê ya li dijî êrîşan gelekî xurt e û wiha axivî: “Divê bi taybet jin hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşan têkoşînê bilind bikin û xwedî rêveberiya xweseriya demokratîk derkevin. Di dayîna jiyandina projeya neteweya demokratîk de rola herî girîng dikeve ser milê jinan. Ji bo vê jî divê jin hin zêdetir xwe birêxsitin bikin û li kuderê bin bila bibin li her qadê hebûna xwe bidin îspat kirin. Xwediyê van axan em in û parastina vê berpirsyartiya me ya hemûya ne.”

Hewl dide bi van êrîşan dîrokê ji holê rake’

Seroka Yekitiya Jinê ya Suryanî Warda Hanna jî bi van gotinan qetlîama Seyfo bi bîr xist: “Ji destpêka şoreşa Sûriyê ku di sala 2011’an de çirûskên vê hatin avêtin vir ve, dewleta Tirk û gelek welat din mudaxaleyê li vir dikin. Ji aliyê leşker bi pere ve hin bajar hatin dagirkirin. Ev bû sedema hin zêdetir kûrbûna qeyranê. Dewleta Tirk hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digre. Tirkiye ne tenê Kurdan, niha jî gundên Suryanî û Til Temirê yên ku Suryanî lê dijîn hedef digre. Hewl dide bi van êrîşan dîrokê ji holê rake.”

Warda Hanna herî dawî li dijî êrîşan ji hemû pêkhateyên civakê re banga yekîtiyê kir.