Li dibistanê di polên têkel de perwerde tê dayîn

Li gundê Tavakkolan ê Dîwandereyê, xwendekarên dibistana seretayî hewl didin bi xwendekarên polên cuda re di dibistanên konteynir a ku polên wê têkel in, tesîsata tuwalet û sîstemên germkirin û sarkirinê tune ye de bixwînin.

AGRÎN HOSSEYNÎ

Dîwandere – Li hinek gundên Rojhilatê Kurdistanê gel di bin şert û mercên giran de bi gelek pirsgirêkan re têdikoşe. Yek ji van gundan jî gundê Tavakkolan e, bi qasî 80 kîlometreyan dûrî bajarê Dîwandereyê ye. Riya gundê ku nêzî 70 malbat 300 kes lê dijîn, ji bo bajêr xerab e. Her wiha gundî hê jî neçar dimînin pêdiviyên xwe yên avê, bi kişandina avê pêk bînin.

Xwendekar li dibistana konteynir perwerde dibînin

Pirsgirêkeke din a şêniyên gund jî zarokên wan in, di mercên ne guncaw de perwerdeyê dibînin. Tevî li hemberê gelek serlêdanên gundiyan ji rayedaran re soza avakirina dibistanê hat dayîn jî xwendekarên dibistana seretayî di bin şert û mercên zehmet de di konteynireke biçûk de perwerdeyê dibînin. Di dibistana konteynir de ne pergaleke baş û ne jî alavên germkirin û sarkirinê hene. Ev şert û merc dibin sedem ku gelek xwendekar dev ji dibistanê berdin.

Gundî neçar dimînin koç bikin

Plana îmarê ya ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên gund hatiye amadekirin, her çend li hinek gundan ketiye meriyetê jî li gundê Tavakkolan hê jî dest bi pêkanîne nehatiye kirin. Tevî sozên rayedaran jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên gundiyan tu gavên pratîk nehatine avêtin. Ji ber vê yekê her ku diçe şêniyên gund kêm dibin. Kesên ku neçar dimînin gund biterikînin, koçî bajarên Dîwandere û Seqizê dikin.

'Rayedar bi pirsgirêkên me re eleqedar nabin'

Elnaz Semedpour a ku li Tavakkolanê heta pola 6'emîn xwend û piştre neçar ma dest ji dibistanê berda, der barê pirsgirêkên li gund de axivî. Elnaz Semedpour da zanîn ku xwendekar neçar dimînin di germ an jî sermayê de di konteyniran de perwerdeya xwe berdewam bikin û wiha got:

"Mixabin tu rayedar bi pirsgirêkên me re eleqedar nabin. Gelek soz didin û bêyî ku li paş xwe binêrin diçin. Di vê hikûmetê de yekane tişte ne girîng, perwerde û rewşa bihişmendbûna gel e. Dema zarokên rêveberan di dibistanên herî baş de dixwînin, rewşa zarokên li gundewaran ev e. Em dibistana herî baş naxwazin, tenê dixwazin li gund avahiya dibistanek bê çêkirin.”

'Tesîsata tuwaletê tune ye’

Elnaz Semedpour anî ziman ku mamoste neçar dimînin her roj ji bajer werin gund û wiha got: “Riya ku me bi bajêr ve girê dide gelek xerab û dirêj e. Hatina mamosteyan a ji bo vî gundi gelek zehmet e. Mamoste di heman demê de neçar dimîne ji bo çend polan dersê dide. Di konteynirê de derfetên tesîsatên tuwaletê û pergala germkirin-sarkirinê tune ye. Di polekê de xwendekarên ji polên cuda hene. Ev yek ji pirsgirêkên bingehîn e.”

'Em nikarin bala xwe bidin dersên xwe’

Ala M. ya ku diçe pola 3’yemîn a dibistana seretayî, diyar kir ku kursiyên dibistana konteynir piçûk û kevn in. Ala.M. da zanîn çenteyên wan ji ser kursiyên ku datînin ser, dikevin erdê û wiha got:

“Di mehên havînê de polên me gelek germ dibin. Klîma û perwane tune ye. Dema ku em pencereyên polê vedikin, mêş dikevin hundir. Ji ber hewaya germ em nikarin bala xwe bidin dersên xwe. Pergala sarkirin û hewayê tune ye. Ji ber ku li gund avahiya dibistanê tune ye, zarok heta dibistana seretayî dikarin biqedînin tenê dikarin di konteyniran de perwerde bibînin. Zarokên keç û gelek zarokên neçar dimînin ji bo perwerdeya xwe bidomînin, biçin gundên cîran û malbat jî naxwazin keçên wan dev ji dibistanê berdin û biçin gundên din.”