Li Dêrezorê dê jin derî bi derî bigerin

Khitam Haddou diyar kir ku li Dêrezorê gelek semînerên cuda yên der barê mijarên pirzewacî, zewaca zarokan û tundiya li ser jinan de li dar xistine, da zanîn ku armanca wan ew e bigihîjin hemû jinên ku nikarin ji malên xwe derkevin.

ZEYNEB XILÊF

Dêrezor - Li bajarê Dêrezorê yê bakur û rojhilatê Sûriyeyê hejmarek zêde komîteyên ku der barê jinan de xebatên diyar dimeşînin hene. Bi taybetî Komîteya Jinan, komîteyên heyî di aliyêkî de pirsgirêkên jinan çareser dikin û di aliyekî de jî ji bo hay ji hebûna jinan perwerdeyan li dar dixin. Rêvebera Komîteya Jinan a Meclisa Gel Khitam Haddou diyar kir ku ew bi modela Rêveberiya Xweser li her qadê xwe birêxistin dikin.

“Jinan di hemû qadan de xwe birêxistin kirin”

Khitam Haddou da zanîn ku beriya Rêveberiya Xweser, mafên jinan hatibûn desteserkirin û îradeya wan hatibû tunehesibandin û wiha got: “Lê belê piştî modela Rêveberiya Xweser jin di serî de leşkerî, siyasî, civakî, rêxistinî, aborî di gelek qadan de hatin birêxistinkirin û karên girîng meşandin.” Khitam Haddou destnîşan kir ku di pergala hevserokatiyê de destkeftiyek girîng a jinan heye û diyar kir ku bi pergala hevserokatiyê re jêhatibûna jinan a mijara biryargirtin û vegotina nêrînên xwe derketiye pêş.

“Armanca me xwegihandina hemû jinan e”

Khitam Haddou bal kişand ser xebatên Komîteya Jinan a Meclisa Gel, destnîşan kir ku di serî de hewl didin bi jinan re hişyariyê bidin avakirin. Khitam Haddou diyar kir ku serdana malan pêk tînin, wiha got: “Jin ji bo avakirina civaka xwe hatine afirandin lê nêrîna civakê ya li ser jinan jî bi rola dayiktiyê bi pêş dikeve. Em dixwazin vê nêzîkatiyê biguherînin. Em li ser pirzewacî, zewaca zarokan û tundiya li ser jinan semîneran li dar dixin. Em armanc dikin xwe bigihîjînin hemû jinên ku nikarin ji malê derbikevin. Em ji rayedarên berpirsyar li benda piştgiriyê ne.”