Li cîhan û Tirkiyeyê yekem muzeya jinan
Yekem muzeya jinan li ku derê ava bûye? We qet mereq kiriye? Navnîşan Almanya. Dîroka avabûnê 1981 e. Li Tirkiyeyê cara yekem muzeya jinan li Îzmîrê di sala 2014’an de ava bûye.
Navenda Nûçeyan - Li Almanyayê cara yekem fikra avakirina muzeya yekem a jinan ji aliyê Huermend Marianne Pitzen û komek jinên peyamner (girişimcî) ve derketiye holê. Ev fikr çiqasî jinan bixe nava heyacanê jî qonaxa çêkirina wê ne ewqas hêsan bû.
Jinan destpêkê insyatîfa (pêşdestî) bi navê ‘Jin teşe didin bajar’ ava kirin. Ji şaredariyê alîkarî xwestin. Beriya Şaredarî marketek mezin vala bide nîşandan wan bi navê ‘Cihê ku kesên vederketî lê diman’ pêşangehek vekirin. Wextê pêşangeh temam bû û jin ji vê derê derneketin, da ku vê derê weke cihê çandê bi kar bînin mafê kirêgirtina vi cihî digrin. Bi vî awayî di adara 1981’an de muzeya jinan ava kirin. Kirêya wê muzeye jî ji xebatên jinan ên dema dihatin gel hev pêşangeh û xebatên çandî yên li muzeya Jinan-Çand û hunerî de der barê lêkolînên komelayan de dikirin pêşwazî dikin û ev kirê didan.
Di muzeyê de çi heye?
Di muzeye de dîroka çandê û berhemên hunermendên rojaneyî (aktuel) tên gel hev. Dema ku li Bonnê muzeya jinan hat avakirin, di cîhanê de mînakek bi vî navî û vê konseptê nehatibû avakirin. Lê belê di roja me ya îro de gelek muzeyên jinan hene û hemu jî girêdayî Yekitiya Muzeyan a jinên navdewletî ku di sala 2012’an de ava bûye ne. Navenda vê yekitiyê muzeya jinan a Bonnê ye.
Muzeya jinan a Bonnê, xwedî cihek pêşangehên sabît û mayînde nîn e. Pêşangehên jinên afrîner, girêdayî pêşveçûnên rojevî tên amadekirin. Di muzeyê de der barê xwendina jinan de, xebatên atolyeyên rojevî û mîhrîcan tên amadekirin. Hunermendên jinên ciwan bi bazaran jinan teşwîqî qada hunerî dikin.
Li Tirkeyê navnîşana yekem Îzmîr e
Li Tirkiye navnîşana yekem a muzeya jinan İzmîr e. Yekem muze ji aliyê Şaredariya Konakê ve hatiye vekirin. Li muzeyên şaredariyê yeka din zêde bû. Li taxa Basmanê tenê ji bo jinan avahiyek dîrokî hat restorekirin û hat veqetandin. Di avahiya sêqat de ji dema antîk heta roja me ya îro der barê jinan de mijarên cuda bi çavdêriyek şênber tê pêşandan.
Di beşa ‘di dema antîk de jin’ kopyayên xwedawenda dayik û di xebata kolana agorayê de dîtina herî girîng derket holê, kopyaya serê hevjîna Împaratorê Romayê Marcus Areullus Faustina tê de cih digre.
Çalakiyên jinan di kûrahiya arşîvan de veşartî mane
Li şaneşîna avahiyê jinên tirk ên ku di dîrokê de gavên yekem avêtine hene weke Halîde Edîp Adivar, Cahîde Sonku, Afîfe Jale û Feraye yê. Di dema Osmaniyan de ji kovarên jinan hinek mînak; Li Tirkiyeyê nûçeyên çalakiyên jinên navdar di kûrahiya arşîvên rojnameyan de tune peşkêşî kesên tên serdanê dike. Der barê berxwedaniya jinan de jî beşek bi navê ‘Odeya Şermezarkirinê’ heye. Li vê derê berxwedaniya jinên li Bergamayê li dijî Siyanorî heye. Her wiha çalakiyên jinên li Geziyê û Dayikên Şemiyê, ku di gelek rojnameyan de hatibûn weşandin, bi çapên dîjîtal ên mezin cihê xwe girtine.