Li Cezayîrê sponsoriya ji bo zarokên sêwî xewneke ku pêkhatina wê zor e

Zagonên Cezayîrê destnîşan dikin ku zarokên sêwî heta 19 saliya xwe li navend û saziyên zarokan ji bo alîkariya yekem dimînin û yekser piştî wê sêwî dikeve hembêza jiyanê, yan digihîje asteke baş û bawernameya herî bilind digre. Yan jî nasnameya wan a winda pêşeroja wan dorpêç dike û xeyalên wan dişkîne.

RABIA XERÎS
Cezayîr- Gelek jin li Cezayîrê rastî zehmetiyan tên ji bo bidestxistina belgeyeke fermî ku karibin sponseriya zarokek bikin. Fatima Zehra yek ji wan jinan e ku her roj ji bajarekî ber bi bajarekî din veduguheze bi hêviya ku wê îmzeya trajediya wê bi dawî bike bi dest bixe lê hemû hewldanên wê têk çûn
Qanûnên Cezayîrê destûrê didin "sponsoriyê" ji ber ku ew alîkariya zarokek di bin 18 saliyê de dike ku fêrî civakê bibe. Ji ber vê malbata wergir li ser bingeha peydakirina piştgiriya darayî û lênihêrîna wî ya jiyanê disekine.
Ger zarok ji dê û bavên naskirî bin, ji bo sponseriyê razîbûna dê û bavên biyolojîk  heye bi şertê zarok nesla xwe ya eslî biparêze. Ger zarok ji dê û bavên nenas be divê dosya bi belgeya razîbûnê ya ku ji hêla saziyek fermî ve ji Midûriyeta Karên Civakî ya girêdayî Wezareta Hevgirtinê hatî dayîn ve were girêdan.
"Nakokiya di hejmaran de"
Fatima Zehra ya 50 salî ya ji parêzgeha Tipaza ya taxa rojava ya paytexta Cezayîrê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku wê 5 sal derbas kir heya zarokekî biçûk ê sêwî bi dest xist. Ji ber ku ew nikare zarokan bîne. Lê belê ji ber dijwariya proseduran di vê yekê de bi ser neket, her çend awayê ku qanûndanerên Cezayîrê bi van rewşan re mijûl dibin pir zelal e. Min xwest ku lênihêrîna yek ji zarokan bikim da bikaribim temînata jiyana bi aram jê re bikim ku dê trajediya xwe ji bîr bike, ji ber ku piraniya wan nasnameyên xwe winda kirine lê ez bêhêvî mam.”
Zagonên Cezayîrê destnîşan dikin ku zarokên sêwî heta 19 saliya xwe li navend û saziyên zarokên alîkariya yekem dimînin û yekser piştî wê sêwî dikeve hembêza jiyanê, yan digihîje bilindahiyê û bawernameya herî bilind distîne. Yan jî nasnameya wî ya winda pêşeroja wî dorpêç dike û xeyalên wî dişkîne.
"Piştî ku hîn bû dê û bavên wî yên rastî nîn dest ji jiyanê berda"
Ev rewş ji bo zarokê bi navê Anis ku yek ji wan kesên bextewar tê hesibandin du kesên çavdêriya mezinbûn û perwerdeya wî kiribûn bi dest xist lê dawiya wî trajîk bû. Dayika wî Sumaya Nasir a pêncî salî ji ajansa me re wiha got: "Piştî ku sir hat eşkerekirin jiyana me serûbin bû û pê bawer bû ku nesla wî ne diyar e. Di wê demê de, wî dev ji xwe berda û riyek mayinkirî girt û dest bi narkotîkê kir da ku ji xislet û gotinên dem bi dem wî dişkîne derbas bike.”
Wezareta Hevgirtinê ya Cezayîrê nêzî 3,000 zarokên ji derveyî çarçoveya fermî ya zewacê li wî welatî dihejmêre lê Lîga Cezayîrê ji bo Parastina Mirovahiyê nîşan dide ku salane zêdetirî 45,000 zarok hene ku piraniya wan di encama zewaca demkî de yan têkiliyên cinsî de tên dinyayê.
 Derûnînas Sumeya Heşaş ji ajansa me re ragihand ku ev kategorî bi jiyana gelek dijwar re rû bi rû ne her çend navendên stargehê sponseriya van zarokan di qonaxên cuda yên temenî de bi rêhevaltî, girtin û şopandina derûnî, civakî, madî û perwerdeyê dike. Ew hewl didin kêmasiyê tijî bikin û bi şert û mercên giran ên ku hewcedar in re rû bi rû bimînin, an jî di vê yekê de tu sûcê wan tune ye.
"Binpêkirin û dûrketin"
Sumeya Heşaş bal dikşîne ku ev îstîqrar zêde nadome, di dema ku sêwî digihîje 18 saliya xwe,  li ber jiyana nû ku ne paşerojek e wê heye û pêşeroja wê jî ne diyar e, dibîne. Hin ji wan bextewar in ku malbatên wan hene piştgiriya wan bikin, hinên din jî xwe li ber riyeke tije strî dibînin, ji ber ku qanûnek taybetî ya têkiliya kesên nenas di qanûnên Cezayîrê de zelal dike tune ye ye.
 Sumeya Heşaş diyar kir ku rayedarên peyebilind ên welat hatine gazîkirin ku zarokên biçûk ji kabûsa xerabiyên civakî rizgar bikin her wiha wan di nameyeke ku ji Wezîra Hevgirtinê ya Cezayîrê re şandine de, daxwaz kirin ku qanûnek taybetî ji bo peymana sponseriyê were derxistin ku bi hemû doz û derfetan ve girêdayî ye di bûyera windakirina sponsor de. Ji ber şert û mercên trajîk ên ku beşeke mezin ji biçûkên bi dê û bavên nenas re rû bi rû mane, hat pêşniyarkirin ku mekanîzmayên qanûnî û pêşîlêgirtinê der barê destvedana dayika biyolojîk a ji nûzayîna xwe de tundtir bikin da ku belavbûna vê diyardeyê bi sînor bikin, bi hevrêziya digel servîsên ewlehiyê yên cihêreng.
Çalakvana mafên mirovan û parêzera Cezayîrî Ferîde Sî Abdallah rêbaza danûstandina qanûndarên Cezayîrê bi vê kategoriyê re şîrove dike û wiha dibêje: "Xalên 116 heta 125 di Zagona Malbatê de ji bo wî hatine terxankirin. Kafala bi giştî wê temînatê dide sponsor ku zarokekî biçûk mezin û xwedî bike û dibe ku zarok ji dê û bavên naskirî bin an ji dê û bavên nenas bin.”
"Li Cezayîrê du cureyên sponsoriyê hene ew jî temînata îdarî û ya dadwerî ne"
Ferîde Sî Abdallah bal kişand ku li Cezayîrê du cureyên sponsorgeriyê hene, temînata îdarî ya ku ji aliyê Midûriyeta Ewlekariya Civakî (saziyek fermî) ve tê temînatkirin û dosya di asta wê de tên razandin. Ya duyemîn temînata dadwerî ye ku li ser asta dadwerê zarokan tê razandin, ku biryarê li ser dosyayên zarokên nûbûyî yên ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li Cezayîrê hatine dîtin, hemwelatiyên li kolanan, an jî dadwerê karûbarên malbatê dide. 
Parêzera Cezayîrî Ferîda Sî Abdallah destnîşan kir ku di warê temînata îdarî de zehmetiyên mezin hene û behsa astengiyên burokratîk dike ku rê li ber sûdmendiya gelek malbatên dilgiraniya vê kategoriyê dikin digire. Ya ku wekî parçeyek bingehîn a civaka Cezayîrê tê hesibandin. Temînata îdarî her carê gelek binpêkirin û dûrketinan tomar dike.