Li Cezayîrê komeleya Hewa El-Wonşirês jinan perwerde dike

Endama damezrîner a Komeleya Hewa El-Wonşirêş Merwe Bekrî da zanîn ku mafê jinan heye ku li ser mafên xwe perwerdeyê bibînin û mafê wan tenê bi dirûtin û porçêkirinê sînordar nebin.

NECWA RAHIM

Cezayîr – Komela Hewa El-Wonşirêş li Cezayîrê ji roja damezrandina xwe ve di sala 2011’an de heta niha di warên curbecur ên wek dirûtinê, xwarin çêkirinê û çêkirina şêraniyan de jinan û zarokên keç perwerde dike, lê damezrîner û endamên komeleyê dixwazin fêrî tiştên din jî bibin.

Endama damezrîner a Komeleya Hewa El-Wonşirêş Merwe Bekrî diyar kir ku gelek çalakiyên komeleyê hene û xwedan cewherê xwe yê civakî û çandî ye, ji ber ku di her warî de bi hemû xebatên jinan re eleqedar e û her wiha ji bo xurtkirina şiyanên jinan bi rêya perwerdeyê dixebite û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Komele li ser perwerdekirina jinên gundî dixebite û alîkariya wan dike da ku projeyên xwe bidin destpêkirin.”

‘Dem hatiye ku jin di warê mafan de perwerdeyê bibînin’

 Der barê projeyê de Merwa Bakrî wiha got: “Di vê projeyê de em li ser pêşxistina karîn û şarezayên jin û keçan dixebitin. Proje di çarçoveya bernameyeke serokatiyê ya sala 2023’an de ye ji bo zêdekirina kapasîteyên ciwanan, naskirina xebata kolektîf û tevlêkirina jinên gundî wekî hevkarek bi bandor di tevgera çerxa pêşveçûnê de. Ji ber nebûna îmkanan û nebûna destek û diravê komeleya me girîngiyek mezin dide jinên gundan. Em ê di warê bazirganiya elektronîk de jinan perwerde bikin û bi hêz bikin da ku azadiya jinên gundî yên kedkar misoger bikin. Dem hatiye ku jin bi taybetî jinên gundî di warê mafan de perwerdeyê bibînin, ji bo ku jinên gundî mafên xwe nas bikin.”