Li Başûrê Kurdistanê ji destpêka salê ve 10 jin hatin qetilkirin

Bûyerên kuştina jinan her ku diçe zêde dibin. Di nava mehekê de 10 jin li cihên cuda yên Başûrê Kurdistanê hatin kuştin yan jî neçarî xwekuştinê man. Hikumeta herêmê ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi tu awayê pewirên xwe bi cih nayne.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Her sal jin hêvî dikin ku bûyerên kuştin û tundîtûjiyê kêm bibin lê belê hebûna aqilê mêrsalarî û çend sedemên din ên ku nehatine çareserkirin dibin sedema zêdebûna bûyeran. Tundîtûjî kêm nebûye, şêwazê kuştin û tundîtûjiyê hatiye guhertin û bi awayekî hovane jin tên kuştin.

Daneyên kuştina jinan tenê di meha Çileyê de bi vî awayî ne:

Di 3’yê Çileyê de, jinek ciwan a xwendekara pola 10’an a amadeyî li taxa Gijaberan a bajarê Dihokê bi awayê xeniqandinê û bi guman dawî li jiyana xwe anî.

Di heman rojê de li taxa Sîrwanî ya Kelarê, wesayîdeke barkirinê li jinekê da û birîndar bû, heta ku wê gihîştandin beşa lezgîn a nexweşxaneya Şehîd Hejar ji ber giraniya birînê jiyana xwe ji dest da.

5’ê Çileyê jinek ciwan a temenê wê 16 salî ya bi navê Arîna Yaqûb li taxa Kanî Spîke ya bajarê Silêmaniyê dawî li jiyana xwe anî. Jina ciwan xwendekara dibistana amadeyî bû, ji ber xirabiya rewşa aborî ya malbatê nikaribû pereyê du mehan ê dibistanê bide. Ji ber wê jî pê re nexweşiya derûnî çêbûbû di encamê de dawî li jiyana xwe anî.

6’ê Çileyê li taxa Miftî ya bajarê Hewlêrê bavekî keça xwe ya bi navê Reha ya bi temen 15 salî bi awayek hovane kuşt. Piştî çend rojan ji aliyê polîsan ve hat girtin, tawanbar gelek caran tundîtûjî li  hevjîn û zarokên xwe kiribû, ji ber wê giliya wê hatibû kirin û çend caran hatibû girtin û bi kefalet hatibû berdan.

11’ê Çileyê, jinek ciwan a xwendekar bi temen 17 salî ya bi navê Dîlan Xerîb li Hacîava ya girêdayî Raperîn, bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da û hat gotin ku dawî li jiyana xwe aniye.

19’ê Çileyê li taxa Tisînî ya Kerkûkê, jinek bi destê mêrê ku pê re zawicîbû ve, hat kuştin. Kujer ji aliyê polîsên Kerkûkê ve hat girtin. Li gorî agahiyan ew xelkê Bexdayê bûn û ji bo serdanê çûbûn Kerkûkê, li wê derê hevjîna xwe ya ku di sala 1991’ê de ji dayik bûbû, xelkê Bexda bû ji netewa Ereb bû kuşt.

Heman rojê li devera Tekiye ya girêdayî Çemçemalê ji ber teqîna xazê jinek birîndar bû, bedena wê gelek şewitî û ew rakirin beşa lezgîn a nexweşxaneya Silêmaniyê.

22’yê Çileyê di bûyerek agirketina taxa Urdega ya Çomana Çarqorne ya li herêma Raperîn de jinek jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyan jina bi navê E.M.X 25 salî, sedema agir ji ber kehrebeyê bû.

24’ê Çileyê li gundê Girbêş ê sînorê bajarokê Akrê jineke ciwan û xortek hatin kuştin.

Di heman rojê de li taxa Xêlekê li Berdereş mamosteyek jin, ji ber di mijara zewacê de zext lê dihat kirin, agir berda bedena xwe. Dema ku wê rakirin nexweşnaxeya Sotanê li Dihokê jiyana xwe ji dest da.

‘Divê hikumet hewldanek baş ji bo pêşîlêgirtina tundîtûjiyê bide’

Ragihandinkar û çalakvana jinan Şede Beşîr der barê zêdebûna bûyerên kuştina jinan de diyar kir ku zêdebûna kuştina jinan ji ber zêdebûna sedeman e, ev jî ji aliyê hikumetê ve pêwîstî bi planek stratejîk heye û wiha got: “Em weke çalakvan û rêxistin heta astekê divê zextan bikin û dengê nerazîbûnê bilind bikin. Divê hikumet vî karê bigre ser milên xwe, tenê ev li ser milên me dibe zext û riya çareseriyê jê re nayê dîtin. Karê rêxistin û rêveberiyê ne tenê pêşîlêgirtina tundîtûjiyê ye. Divê kar ji bo jiholêrakirina kuştina jinan xebatên cidî û bi bandor werin kirin. Pêwîst e hikumet bi temamî hewl bide û tundîtûjiya li ser jinan ji holê rake.”

‘Bicihnekirina zagonan bûye sedem ku bûyer zêde bibin’

Şade Beşîr amaje bi wê yekê kir ku hişyariya tundîtûjiyê divê weke waneyekê di bernameya xwendinê de hebe da ku kes hişyar be û rêzê li azadiya kesan bigre û wiha got: “Lê belê niha li Başûrê Kurdistanê şêwazê tundîtûjiyê zêde bûne. Ev şêwaz hatiye guhertin û hovanetir bûye. Yek ji pirsgirêkên din tunebûna zagonan û bicihnekirina wê ye. Bikaranîna zagonan bi awayê xirab bi daneyan ve girêdayî ye û pirsgirêkên herî zêde bi xwe re aniye. Hinek zagonên din hene li gorî rewşa niha ne guncaw in lê belê divê li ser bûyerên kuştin û xwekuştinê xebat werin kirin.”

‘Tenê xebata rêxistinan ji bo kêmkirina bûyerên kuştinê nebes e’

Şede Beşîr wiha got: “Berdewambûna rewşa civakê ya niha, dibe sedem ku rewşa kes û jinan ber bi xirabûnê ve biçe. Em weke pêwîstî dizanin ji bo çareserkirinê ji derveyî hikumetê, kar ji bo civakê ji aliyê rêxistinan ve were kirin û bi plan hewldana jiholêrakirina tundîtûjiyê bidin. Em weke çalakvan bi tenê nikarin kar bikin. Êrîşên li ser jinan zêde dibin. Sedema wê jî ew e ku civak li dijî çalakvanan e. Ji ber ku civak naxwaze jin azad bibin. Hinek ji jinên çalakvan xwe ji gotinên xelkê diparêzin. Ji ber wê çareseriya herî baş karê hikumetê û hişyariya perwerdeyê ye.”