Li Başûrê Kurdistanê ji ber nebûna sotemeniyê zivistan dijware

Di werza zivistanê de ji ber nebûna neft, gaz û kehrebeyê jiyana hemwelatiyan gelek zehmet bûye. Her wiha nîha nefta hikumî jî giran bûye di nava bajar de serê malbatê 200 litre bi 90 hezaran tê kirîn û ji derveyî bajar jî bi 55 hezar dînarane.

 
ŞINYAR BAYÎZ
Silêmanî- Li Başûrê Kurdistanê çileyê zivistanê ji ber nebûna sotemeniyê rewşa hemwelatiyan di sermayê de gelek zehmet bûye. Barîna befir, baran û sermaya zivistanê ji bo gelek welatiyan dibe cihê keyfxweşiyê û ji bo gelekan jî dibe zehmetî, ji ber nebûna sotemenî û rewşa xirab ya aborî piraniya welatiyan hîna di destpêka werza peyîzê de difikirin ku wê çawa zivistanê derbaz bikin. Nefta hikumî jî bi sîstemek nebaş tê belavkirin, ev jî bûye sedema zorêyên jiyanê. Ji ber nebûna kehrebe û nefta pêwîst di vê sermayê de, hemwelatî neçar mane gazê bi karbînin û ev jî bûye sedemê qeyrana gazê. Li gora hikumetê gaz kême û ji bo hemwelatiyan nîne, lê belê li benzînxaneyênne hikumî gazê belav dikin. Hemwelatî di sermayê de ji sibehê heta êvarê di rêza gazê de disekine ku nirxê wê ji ya hikumî girantîre û literyek bi 575 dînarane û 24 lître jî bi 10 hezar dinarane. Hemwelatî di derbarê sotemeniya kêm û rewşa xirab ya aborî de axivîn.
“Muçeyê mehane têra neftê nake”
Runişvana taxa Qilasan a Silêmaniyê Newroz Hesên diyar kir ku rewşa hemwelatiyan xirabe yên ku dahata wan ya mihane heye jî dema ku muçeyê wan jî tê nikarin neftê bikirin û got: “Dema ku befir dibare cihê keyfxweşiyê ye ji bo yên muçeyên xelkê dixwin û xelkê hejar jî di çewisinin ne ji hejariyê ji ber tiştek nîne xwe li ber germ bikin”
Runiştvanek din a taxa Qilasane Bêgerd Hemelaw jî da zanîn ku nêzî 10 salane li vê taxê dijî û nêzî pênc salane neft ne girtiye û tenê bi rêya kesên xêrxwaz neft dikirî pê zivistana xwe derbaz dikir bi bîr xist ku ji ber xirabiya rewşa aborî muçeyê kesê di mal de nîne ku neftê bikirin, ne tenê neft kêm û kurtasiyên gaz û kehrebeyê jî heye û wiha got: “Heta ku PDK û YNK desthilatbin tu caran rewşa me ya jiyanê baş nabe wê xirabtir bibe. Herçendî ku hemwelatiyan nerazîbûnên xwe diyar jî kirin bê encam bû ne tenê ew li wan didin û digrin.”
Nefta hikumî li gora salên din gelek giran bûye”
Şoxan Celal jî dibêje: “Taxa ma girêdayî malbenda şeşe, lê belê heta niha me neft ne girtiye, her wiha ew taxên ku neft girtine ne weke carên din girtine û nefta hikumî jî bi awayek zehmet digrin. Ji ber wê em daxwaz ji hikumetê dikin pêdawîstiyên sereke yên yên hemwalatiyan dabîn bikin û bila êdî rê nedin ku hemwalatî jiyanek zehmet derbaz bikin.”