Li bakurê Xezayê jin ji tunebûnê jiyanê diafirînin
Jinên ku li herêmên bakurê Zîvala Xezayê di nava zehmetî û bi derfetên kêm ên jiyanê dijîn diyar kirin ku tevî di bin konan û malên hilweşayî de dijîn ji tunebûnê hebûnê diafirînin û hêviya jiyanê careke din zindî dikin.

REFÎF ISLÎM
Xeza – Li bakurê Zîvala Xezayê piştî êrîşa bejahî ya Îsraîlê ku zêdetirî du mehan berdewam kir, wêraniyek mezin li herêmê çêbû. Ev êrîş piştî îmzekirina agirbesta di navbera hêzên Îsraîl û tevgera Hemasê de hatin rawestandin. Rewşa jinan li wan herêman piştî êrîşan dijwartir bûye. Li çolê bê av, elektrîk û saziyên xizmetguzeriyê berxwedana xwe di nava hilweşîna herêmê de didomînin.
Jinên bakurê Xezayê diyar kirin ku debara xwe di nava tunebûn û derfetên kêm de dikin, gel di nava kon û xaniyên hilweşiyayî de dijî. Tevî van zehmetiyan jinan tekez kirin ku tu carî terka axa xwe nakin û berê xwe nadin koçberiyê.
'Jiyana di bin kon û malên hilweşiyayî de zor e'
Tehanî Ebû Wadî qala rewşa jinan li herêma bakurê Xezayê kir û got: "Hemû jinên ku li van herêman dijîn rewşa wan dijwartir bûye. Gelek ji wan mal, hezkirî û hevalên xwe di encama şer de winda kirine. Ev yek jî dihêle ku rewşa jinan di warê derûnî de xirab bibe. Her wiha gelek jin di temenê biçûk de berpirsyariya malê dane ser milên xwe. Di nava vê rewşê de zehmetiyên wan zêdetir dibin. Jiyana di bin konan û di nava malên hilweşiyayî de gelek zor e. ji ber tunebûna avê, em neçar dimînin di riyên dirêj de bimeşin, bi destan avê bikşînin konên xwe. Weke din ji ber kêmbûna pêdiviyên paqijiyê em bi gelek zehmetî û kêşeyan re dijîn."
'Divê piştevaniya jinên ku li windahiyên xwe digerin bikin'
Tehanî Ebû Wadî diyar kir windabûna mirovan jî bandorê li ser rewşa jinan dike û wiha got: "Jinên ku zarok an hevjînên xwe winda kirine hê jî hêviyê qut nekirin. Heya derengiya şevê venagerin bin konên xwe û li nexweşxane, komele û saziyên navneteweyî li wan digerin. Ew bi hêvî ne ku agahiyek li ser çarenûsa wan bigrin. Hejmara wan jinan jî gelek in, ji hezarî derbas bûye û gelek ji wan zarokên xwe di rojên destpêkê yên şer de winda kirine. Divê piştevanî û destek ji wan jinan re bê dayîn û alîkariya wan bikin da ku bizanibin ew li gel hêzên Îsraîlê dîlgirtî ne yan jî jiyana xwe ji dest dane."
'Jinên Filistînî ji tunebûnê jiyanê diafirînin'
Edan El-Besyûnî jî destnîşan kir ku jin bi rewşên trajîk re dimînin lê rabûna jinên Filistînî ji nû ve hêviya afirandina jiyanê bi şêweyên cuda diçîne û wiha axivî: "Gelek jin ji bo peydakirina avê bi destan avê ji bîran kişandine. Her wiha piraniya wan di bin kon û xaniyên hilweşiyayî de dijîn dîsa jî terka axa xwe nakin û berê xwe nadin koçbeiyê bi dilxwazî. Jin ji tunebûnê jiyanê diafirînin di nava malên hilweşiyayî de li pêdiviyên jiyanê digerin ku debara xwe pê bikin û zarokên xwe ji sermaya zivistanê biparêzin. Min hewl da barê jinên ku mirovên xwe winda kirine sivik bikim. Her wiha piraniya jin û dayikan tevî ku dizanin Îsraîl dijminê wan e jî kêfweş dibin dema dibihîsin windahiyên wan dîlgirtî ne. Ev yek hêviya dîtina wan careke din zindî dike."