Li Îranê li hemberî jinên xebatkar erîşên zayendî

Jina bi nave A.B. der barê êrîşa zayendî ya li hemberî wê hat kirin û serpêhatiya xwe ya trajîk de axivî û diyar kir ku ji aliyê rêveberê dibistanê ve rastî êrîşa zayendî hatiye û destnîşan kir ku çend caran hewl daye xwe bikuje.

LARA GEWERÎ

Mihabad- Li Îranê jin li cihên kar û dibîstanan rastî gelek cudakariyan tên û piranî jî ji ber jin in rastî êrîşên zayendî tên. Di piraniya karên hikûmetê de û derbaskirina ezmûnên xebat û hilbijartinê de, çav ji zordestiya mêran re tên girtin û tu girîngî ji jinan re nayê dayîn. Di van çend salên dawî de Îran bi krîza nifûsê re rûbirû maye, îmtiyazeke taybet ji bo jinên zewicandî û xwedî zarok hatiye berçavkirin lê li dibistanê xwendekarên jin û jinên ku di saziyên hikumetê û taybet de kar dikin bi êrîşên zayendî, tacîza, derûnî û îstîsmarê re rû bi rû dimînin. Li hemberî van hemû êrîşan jî xebatek zêde ji jinan tê xwestin û pereyek kêm didin wan. Bi taybetî jin dema karê sekreter, mamostehiyê dikin zêdetir rastî êrîşan û cudakariya zayendî tên.

Me bi A.B. ya ku mamosteya dibistanek taybet e û di dema li ser kar de ji aliyê rêveberê dibistanê ve êrîşa zayendî hatiye hevdîtin kir. Ji ber sedema ewlekariyê, cihê xwe, navê xwe neda. Piraniya karmendên vê dibistanê ji aliyê rêveberê vê dibistanê ve rastî êrîşa zayendî hatine û piraniya wan di bin metirsiya xwekujiyê de ne. Dolîwgeha Çand û nîşandanê û kesên ku destûrê didin van dibistanan tu çavdêriyekê li ser van dibistanan nîn e. Tevî îstîsmarkirina jinan û êrîşa zayendî hemû cureyên tundîtûjiyê di cihê kar de jin rastî tên, ji ber nebûna zagonên parastinê û bi her awayî civak, zagon û malbat jinan tometbar dikin, bêdeng dimînin.

 ‘Çend caran rêveberê dibistanê ji min têkiliya zayendî xwest’

A.B diyar kir ku li dibistanê dixebite û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ez di dibistanek de dixebitim, carna dersa pole wisa dirêj dibû ku sekreter derdiket û ez li dibistanê bi tenê dimînim. Di rewşên wiha de ez rastî hesta bêewlehiyê têm. Ji ber ku rêveberê dibistanê çend caran ji min daxwaza têkiliya zayendî kir û çend caran jî bi mebesta êrîşa zayendî, hemû deriyên dibistanê li ser min girtin û nêzî min bû. Ev serpêhatî ewqas diltezîn e ku ez nikarim bi peyvan bînim ziman. Tevahiya bedena min ji tirsan sar bû, mîna ku min hêza xwe ya tevgerê winda kiribe lê min ew bi zorê kişand. Wî difikirî ku rêz û hevaltiya min li hemberî wî nîşanek e ku ez dixwazim têkiliyek hebe. Hewldana tecawizê ya vî rêveberê hê jî didome. Di demên din de ne tenê ez, kesên derdora min jî awirên wî yên giran hîs dikin û ev yek bi rastî min aciz dike. Ewlekariya xebatê ji bo min tu wateyê nade û dibe ku ez her dem ji kar werim derxistin.” 

‘Malbata min ez tewanbar kirim’

A.B der barê gefên ji aliyê rêveberê dibistanê ve wiha got: “Rêveberê dibistanê çend caran gef li min xwariye ku pirsgirêkên min ên kesane ji birayê min re bibêje ji ber ku ew şahidê hatin û çûyînên min e û dizane ez di malbateke oldar de dijîm û bi karanîna vê xala min a sor e. Çend caran ji min daxwaza têkiliya zayendî kir lê min bersiva neyînî da.”

A.B ku di zaroktiya xwe de rastî êrîşa zayendî hatiye û çîroka xwe ya herî bi êş û giran a vê bûyerê wiha got: “Dema ez zarok bûm, rastî êrîşa zayendî hatim û dema ku min ev mijar bi malbata xwe re parve kir, wan ez gunehbar kirim û guh nedan gotinên min. Ev bû sedem ku ez ji zarokatiya xwe ve ji malbata xwe bêbawer bibim û xwe bi tenê hîs bikim. Her gava ku ez rastî destdirêjiyê têm bêdeng dimînim.”

‘Mamosteyên mêr xwe ji jinan bilindtir û zanatir dibînin’
 

A.B behsa cihêkarî û bêbaweriya mamosteyên jin di dibistanan de dike û wiha didomîne: “Di dibistanan de dersên ku kêm şagirtên ji jinan re tên dayîn û ew xwendekaran jî ji hêla ber bi lawaz ve dabeş dikin û yên qels dixin lîsteya pola me. Mînak 440.000 Tumen ji bo mehekê bi 4 xwendekaran re di dersa bi tevahî yekreng de bixebitin. Mamosteyên jin ne tenê ewlekariya kar nîn in lê dema ku ji ber karê wan heqaret li wan tê kirin, dibistan piştgiriya wan nake. Çend roj berê, dema ku di polê de di navbera du xwendekaran de şer derketibû dê û bavê yekê ji wan min sûcdar kir û destdirêjî li min kir lê rêveberê dibistanê qet berevanî li min nekir, ez bawer im ku ger mamosteyekî mêr li şûna min rastî pirsgirêkeke wiha bihata dê rewşa wî bi tevahî cuda bûya”.

A.B berdewam dike û dibêje: “Ji ber ku mêr wek kesê ku debara malbatê dike tê pênasekirin, ew ji bo karên hikûmetê tên pêşanîn û karê çêtir û mûçeyên baştir ji bo wan . Mamosteyên mêr xwe ji jinan bilindtir û zanatir dibînin û jin û pêgeha wê bê hurmet dikin û ger jin bixwazin serkeftinê bi dest bixin, rê li ber wan digrin, yan jî pirsgirêkan ji wan re derdixin. Ez derçûya ziman im ku mehane sê milyon tumen pere distînim û sedem jî ew e ku li Îranê edalet tune ye. Ger ev cudakarî nebûya dê kar û dahateke min baştir bûya."

Tevî hemû hewldanên wî jî tacîza zayendî didome

A.B ku nikare dev ji karê xwe berde lê ji bo xwe biparêze tedbîr girtine gotinên xwe didomîne û dibêje: “Min gef li midûrê dibistanê xwar û carekê jî neçar mam bi çenteyê xwe li rûyê wî bixim. Min wextê dersa xwe eyar kir ku êdî ez li dibistanê bi wî re tenê nemînim. Min çend caran ji hevalekî xwe re got ku wî ne rasterast, bi awayekî hişyar bike. Min ew li ser medyaya dîjîtal jî asteng kiriye da ku nikaribe pêwendiyek piçûk bi min re çêbike û nebûna cihê min bûye sedem ku ew nêzîkî mamosteyekî din bibe.

‘Derdorên dibistanê bê ewle û qirêj in'

Di berdewamiya axaftina xwe de li ser pirsgirêkên derûnî yên ku ji ber erîşa zayendî bi wan re rû bi rû maye, wiha dibêje: “Daxwaza têkiliya zayendî û têkiliya hestiyar ji aliyê rêveberê dibistanê ve gelek mirov aciz dike û dubarekirina vê daxwazê ​​ji hedê xwe derba bûye. Her cara ku ez vî kesî dibînim, hestek neyînî min digre. Gelek şevan xew nedihat û heta dereng digiriyam. Ew hîs dike ku ew xwediyê min e ji ber ku ez li dibistana wî dixebitim û ji wî pere distînim.”

A.B li ser şert û mercên zehmet ên jinan ji ber desthilatdariya baviksalarî li ser civakê jî dibêje: “Civaka kevneşop û baviksalarî jinên serbixwe biçûk dibîne û hewl dide wan lawaz cixe. Ev nêrîn rewşa wan dijwar dike. Ez ji rewşa xwe ya pîşeyî û civakî ya jinan nerazî me û dizanim tenê di rewşa min de ne wisa ye. Di nava keçên zanîngeha min de hemû di halê min de ne, dibêjin hawirdora dibistanê ne bi ewle û qirêj e lê gelek wek min nikarin dev ji karê xwe berdin ji ber ku hewcedariya wan bi pere heye. Dibe ku evqas karê ku ez dikim li welatekî din bibe xwediyê hatin û pozîsyonek çêtir."

A.B di dawiya axaftina xwe de dibêje: “Min nû dest bi hînkirina serhêl kiriye lê lawazbûna înternet û qutbûna kehrebeyê gelek zehmet e û hînkirina serhêl ewqas karekî bi westan e ku dixwazim dev jê berdim lê dîsa jî min di bin van şertan de çêkir. Ez li benda şert û mercan im ku bikaribim ji Îranê koç bikim û tekane rê ji bo min koçberiya ji bo xwendinê ye. Lê malbata min ji aliyê aborî ve piştgiriya min nake û bi vê xercê jî nikarim pereyan teseruf bikim. Piştî redkirina helbijartinê, min çend caran hewl da xwe bikujim. Ji ber ku ez ji vê sîstemê û cudakariyê pir westiyame lê dîsa jî min xwe kontrol kir û ji xwe re got divê tu bi hêz bî, berdewam bikî”.