Li Îranê krîza aborî: Hikûmet erkên xwe bi cih nayne

Ji ber bihabûna kirêya xaniyan li seranserê Îranê, kesên ku di malên kirê de dijîn gelek zehmetiyan dikşînin. Jinên ku em der barê mijarê de bi wan re axivîn, diyar kirin ku bi zexta hikûmetê re, zexta xwediyên xaniyan jiyana wan zehmetir kiriye.

HÎMA RAD

Sine- Kirêdarî ji bo çîna navîn û jêr a civakê bûye kêşeyek mezin, zêdebûna enflasyona xaniyan bûye dêwekê ji bo kirêdaran û tiştek nemaye kirêdar daqurtîne. Gel li Îranê bi aramî najî û stresa tunebûna mal û xaniyan ji bo wan û zarokên wan bûye rewşeke dijwar. Li Îranê bi giranbûna bihayê xaniyan re standina xaniyek bûye xeyal.

 ‘Komara Îslamî zexteke wisa kiriye ku mirovahî li Îranê xilas dibe’

Yek ji wan jinan P.R ku bi vê pirsê gelek nîgeran e û deh sal in di malên kirê de dijî, ji ajansa me ra axivî û wiha got: “Du zarokên min hene û karê min jî bermalî ye. Tenê çavkaniya dahata me xebata hevjînê min e û bi vê dahatê divê em lêçûnên dibistanên zarokên xwe bidin. Di vê rewşê de em çawa dikarin pere bidin? Pereyê mehane yê xaniyan, rehn û kirê her sal zêde dibe. Kirêdar di nav rewşeke gelek dijwar de ne.”

 ‘Li bajarê Sinê û Tahranê bihayê her tiştî heman e’

P.R der barê giraniya bihayê rehn û kirê de wiha dibêje: “Niha ji ber rehnê bi awayekî navincî divê 200 heta 300 milyon tumen bê dayîn û ji bo kirê jî divê mehane ji 4 heta 5 milyon tumen bê dayîn. Pirsa yekem ku ji kirêdaran tê kirin ev e; karê te çi ye? Ji bo ku ew piştrast bibin karmend an jî dahateke mehane ya baş heye yan na ger nebe xaniyê kirê nadin. Ev nirx li bajarê Sinê û li Tahranê heman e.”

‘Belgeyên salekê ji bo şeş mehan hatiye guhertin’

P.R. her wiha wekî kirêdarekî gazinan ji dema belgeyan dike û wiha dibêje: “Di rewşeke nû de xwediyên xaniyan belgeyan ji salekê veguhertine şeş mehan, ev tê vê wateyê ji ber ku em xwe bi cihê nû re nas bikin û bi cih bibin divê demildest li maleke din bigerin û ev yek ne mimkûn e. Komara Îslamî karek kiriye ku mirovahî bi tevahî winda dibe. Ez amade me di konek de bijîm. Lêçûnên bicihbûnê zehf in û ev jî dibe sedem ku nerehetiya ruhî û bedenî zêde bibe.”

‘Kes nikare bi rewşa heyî jiyana xwe bidomîne’

B.M jî axivî û wiha got: “Niha kirêkirin pir zehmet e û xwediyên xanî ji komara Îslamî xerabtir e, tu caran rehmê jî nake û her sal kirê zêde dibe. Bi zexta hikûmetê re, zextên xwediyên xaniyan jî zêde bûne, kes nikare bi rewşa heyî jiyana xwe bidomîne.”

 ‘Ger hûn ji sê kesan zêdetir bin xaniyê kirê nadin we’

B.M wiha dibejê: “Her sal xwediyê malê deqa kirêdar dide û bi rewşên ku ji ber helwestên xwediyên xaniyan, peydakirina xaniyek zehf zehmet e, yek ji wan mercan hejmara kesan e. Ger hûn ji sê kesan zêdetir bin, xanî bi kirê nadin. Di van çend salan de sal bi sal dîtina malan dijwartir bûye.”

 ‘Ger bi xwe fêm nekin, em ê çi hêvî ji hikûmetê bikin’

B.M diyar kir ku divê di rewşeke wiha de rehmê li hev bikin û rewşa hev fêm bikin û wiha axivî: “Dema ku em bi xwe jî li hemberî hev derd û kulên hev neberpirsyar bin, em ê çi hêvî ji hikûmetê bikin? Ez di vê baweriyê de me ku ger gel bi hev re bûya dê hikûmetê xwe mecbûr bidîta li ser rewşa gel bifikire û neheqiyek wisa neke lê niha ji ber zilma gel a li hemberî hev, hikûmet jî bi xwe erkên xwe bi cih nayne.”

 ‘Pereyê me tenê têra kirêya malê dike’

B.M bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Piştî van salan û tevî van rewşan êdî em ne dikarin di malên kirê de bijîn, ne jî pêdiviyên xwe bi cih bînin. Em gelek di tengasiyê de ne û ew tenê dihêlin em heta dawiya salê bimînin. Divê em dîsa li malekê bigerin. Rehn 200 milyon û kirê jî 3 milyon e, bi vê rewşê em tenê ji bo kirê û xwediyên malê kar dikin û mûçeyê me tenê têra wê yekê dike. Em nikarin tiştekî ji bo xwe xerc bikin.”