Li Îranê jin di dema lêgerîna xebatê de dikevin kemînên fuhûşê

Her çendî li Îranê cezayê darvekirin be jî jinên ku ber bi fuhûşê ve tên kişandin, di aliyê civakî de jî rastî gelek heqaret û zextan tên. Aktîvîst Jîla Ehmed diyar kir ku divê pêşketinên aborî çêbibin û ev mijar di asta civakî de bê gotûbêjkirin.

ALA MOHAMMADÎ

Urmiye – We got li Îranê fuhûş? Bi rastî pêwîst e ku hûn li wir rawestin, ji ber ku tabû ye peyva ku hûn bikar tînin. Fuhûş, bêguman li Îranê qedexe ye lê ew di heman demê de siyasetek e. Têkildarî hemû cure mijarên bi vî rengî qedexe ne û ev yek bêyî lêpirsîn bi cezayê îdamê bi encam dibe. Fuhûş, her çend bi awayekî neqanûnî be jî di salên borî de xuya ye ku hema li Îranê di hemû beşên jiyanê de bûye mijareke berbiçav. Her wiha ne têne hejmara jinan a mêran jî roj bi roj zêde dibe. Urmiye yek ji wan bajaran e ku fuhûş lê zêde dibe. Dema ku jina bi bernav Maria ku ber bi fuhûşê ve hat kişandin ji ajansa me re axivî, aktîvîsta mafên jinan a Îranê Jîla Ehmedî jî têkildarî mijarê nirxandin kir.

"Ez gelek caran rastî biçûkxistin û tacîzê têm”

Maria ku hê 23 salî ye, xwe wekî "yek ji wan bi hezaran jinên ku ji bo debara jiyanê xwe teslîmî fuhûşê kiriye" bi nav dike. Piştî ku dayik û bavê wê ji hev veqetiyan, ew neçar ma ku li xwişk û birayên xwe xwedî derkeve. Di heman demê de dibêje ku li zanîngehê dixwend û hewl da van hemûyan bi hev re pêk bîne. Maria wiha got; “Ji ber bandora pirsgirêkên malbatê û zêdebûna hewcedariyan, ji bilî fuhûşê tiştekî din tunebû bikim. Min li zanîngehê dixwend û berê di karekî de nexebitîbûm, min alîkarî ji kesên ku min xwest karekî bidin min nedigirt. Bi rastî, min ne alîkarî, min dixwest bi xebatê pere qezenc bikim lê ew ne mimkûn bû. Ez pir rastî biçûkxistin û tacîzê hatim. Ez neçar mam bi merên 30 sal ji min mezintir re bimînim. Ez neçar bûm bi pereyên ku min qezenc kiribû debara xwişk û birayên xwe bikim."

“Kişandina ber bi fuhûş ve roj bi roj zêdetir dibe”

Em ji Aktîvîsta mafên jinan a Îranê Jîla Ehmedî, li Îranê asta fuhûşê dipirsin. Jîla Ehmedî, anî ziman ku jin weke sermaye tên dîtin û got; “Zehmet e ku mirov asta îstîsmara zayendî bi nav bike. Bedena jinan ji aliyê çeteyên mezin ve bi pereyên hindik tê bikaranîn û fuhûş jî roj bi roj zêde dibe. Bi rastî em carna dibin şahid ku jin ji aliyê merên bi wan re hatine zewicandin ve ber bi fuhûşê ve tên kişandin û ev rewş her diçe zêdetir dibe. Li bajarê Urmiyeyê fuhûş tê kirin. Em dizanin ku mêrên ji welatên Ereb bi piranî ji bo fuhûşê tên bajêr. Iraq jî yek ji wan e.”

“Zexta civakî pir zêde ye”

Jîla Ehmedî anî ziman ku li Urmiyeyê pir zêde zexteke civakî li ser jinan heye û wiha berdewam kir: “Mînak li Urmiyeyê ji bo jineke ku fuhûşê dike, gotinên gemar tên gotin û tenê ji bo jinan tê gotin. Mêrên ku fuhûşê dikin tiştek ji wan re nayê gotin. Ev li cîhanê jî wiha ye. Ji jinan re "fahîşe" tê gotin jî mêran re jî "mişterî" lewma kes ji mêran re tiştek nabêje. Pirsgirêkek zayendî ya pir giran heye. Ya rastî, di civaka Îranê de ji bo ku mirov 'were dexmekirin' ne pêwîst e hûn fuhûşe bikin, aktîvîstên mafên jinan jî bi rehetî tên dexmekirin, jina ku serê xwe negire jî rastî heman demxekirinê tê.”

"Xizanî bandorê li beşeke mezin dike”

Aktîvîsta jin, bi gotina "Kesên ku ji hemû pêkhateyan fuhûşê dike hene” destnîşan kir ku tu cudahiya civakî û çînî nîn e. Jîla Ehmedî bal kişand ku xizaniya li Îranê tê jiyîn, bandor li beşeke mezin dike û got: “Mixabin jinên xwenda û nexwenda ji hemû temen û temenên civakî dikarin fuhûşê bikin. Ji ber ku tu temînata jinan a aborî nîn e lewma çîna ku tê de ye ne ewqas girîng e. Fuhûş ne tenê qadeke ku jin ber pê ve tên kişandin e, di heman demê de li Îranê hejmara mêrên ku fuhûşê dikin bi awayekî berbiçav zêde dibe. Mirov dema ku ji bo ku debara xwe bikin dikevin nava lêgerînan ber bi vê yekê ve tên kişandin.”

"Em nikarin wekî tune bin tevbigerin"

Jîla Ehmedî dibêje ku li Îranê fuhûş bi îdiayên ‘tune bûye’ ji holê ranabe, dibêje ku ew mijarek e ku di serî de bi pêşketinên aborî dikare were derbaskirin e. Jîla Ehmedî bi gotinên; “Divê bê dîtin ku jinên fuhûşê dikin hem ji aliyê derûnî ve hem jî ji aliyê fizîkî ve rastî heqaret û şîdetê tên” û da zanîn ku divê ev mijar di asta civakî de jî bê nîqaşkirin.