Li Îranê ji destê dizan sitara jinan tune ye

Li Îranê zêdebûna diziyên biçûk û mezin ên ji ber krîzên aborî, kolan bêtir bêewle kiriye. Jin, ji ber nebûna yasayên parastinê yên têrker bêparastin mane, di vê qadê de dibin hedefa sereke.

JIWAN ŞERÎFZADEH

Mahabad – “Dizî ewqas belav bûye ku hema bêje em qet bişev ji malê dernakevin, heta dema em ne li mal bin jî, em çirayan venamirînin. Dema diçim kolanekê, bi baldarî telefona xwe ji çenteyê xwe dernexim. Ev demek dirêj e ez guharên xwe yên zêr jî bi kar naynim.”

Ev gotin, a Kajal a 45 salî ye ku divê her roj, hem serê sibê û hem jî derengiya şevê, di navbera mal û kar de neçare here û were. Ew tenê yek ji bi milyonan jinên li Îranê ye ku her roj ewlehiya wan kêmtir dibe.

Nebûna ewlehiya can û mal êdî ji raya giştî re ne rastiyek biyanî ye, ev qada bê ewle ya li gorî mêran ji bo jinan xetereyek pir cidîtir e. Tevî gelek rapor û gilî û gazincan, bersiv û gavên ku ji hêla rayedarên ku ji bo dabînkirina ewlehiyê berpirsyar in, nediyariya xwe diparêze.

Zêdebûna bûyerên diziyê û meyla bilindbûna enflasyonê

Li Îranê, dizî piştî sûcên têkildarî tiryakê duyemîn sûcê herî zêde tê kirin e. Dane nîşan didin ku dizî bi kûrbûna krîza aborî re zêde bûye. Bi awayek berbiçav, ji nîvê zêdetir dizên ku têne girtin, kesên ku cara destpêkê ye sûcan dikin e. Diziyên biçûk ji dizîna tiştên wek kabloyên telefonê, destên derî, rêkxerên gazê û qapaxên seleban wêdetir çûne û niha gihîştine diziya kamerayên ewlehiyê (CCTV) ku ji bo baştirkirina ewlehiyê hatine sazkirin. Gelek caran tê dîtin ku xwediyên karsaziyên cûrbecûr ên li ser înternetê, wek firoşgehên cil û bergan, supermarket, firoşgehên qumaşan, zêrfiroş û heta baxçeyên fêkiyan, dîmenên kamerayên ewlehiyê piştî dizîn an tiştên wan ên malê yên din hişyar bikin, parve dikin. Ji derveyî vê, bûyerên diziyê bi taybetî yên ku tê de dizîna telefonên desta û çantan heye, pir caran tundiya fîzîkî jî tê de heye, bûne yek ji awayên diziyê yên herî berbiçav û bi lez zêde dibin.

‘Divê herkes baldar be’

Pirsgirêkên li bajarên mezin ên wek Tehranê tên jiyîn, heta çalakiya sekinandina li çiraya sor jî bi temamî ji her hestek ewlehiyê bêpar hiştine. Darya A. ku li Tehranê dijî, destnîşan kir ku dema mirov li çiraya sor tê sekinandin, divê mirov piştrast be ku deriyên wesayîtan girtî ne û pencere jî girtî ne û wiha got: “Ez qet çenteya xwe li ser paldankan nahêlim. Di demên dawî de, dema di trafîkê de me, telefona xwe ya desta jî nagirim destê xwe.”

Ji derveyî diziyên mal, ofîs û dibistanan, her wiha diziya wesayîtan ji hewşên li ber malan an parkgehên taybet, niştecih xistine rewşek hişyariya domdar. Ev meyl li bajar û gundên biçûktir jî zêde dibe. Zeyneb K. ku li Mahabadê dijî, tiştên jiyan kiriye wiha anî ziman: “Du meh berê, roja Înê piştî nîvro, demek kurt piştî ez ji malê derketim dizek ket hundir û tiştên min ên hêja, zêr û hin cîhazên elektronîk dizîn. Di heman mehê de, diz ketin sê malên din ên li taxê; tevî gilî û gazindan jî, polîsan bersiva niştecihan nedan.”

Jin, bê ewlehî û mexdûriyetê dijîn

Zêdebûna bûyerên diziyê yên ku jinan hedef digirin, pir caran tirsa mirinê, birîndarbûna fîzîkî, an jî êrîşa zayendî bi xwe re tîne. Di bûyerek îsal li bajarê Şîno hatî jiyîn de, jinek bi navê Xedîce Rejabî piştî diziyê li mala xwe bi hovane hate kuştin, piştre sûcdaran bi armanca ku wek întihar nîşan bidin cenazeyê wê şewitandin.

Gelek dozên din ên diziyê ku dibin sedema mirina jinan, wek yên Negar Yeganeh û Elaheh Hossein-Nejad hene. Her çend kiryarên sûc her gav  ne tenê ji bo armanca diziyê têne kirin jî, di civakek baviksalar de ev kiryar pir caran jinan datînin pozîsyona hedefên sereke de.

‘Jin bê ewle ne’

Li gorî civaknas Manijeh M. hin faktorên demkî û mekanîkî yên ku di nav pergala civakî ya baviksalar de hatine destnîşankirin, li gel nebûna yekbûna civakî, xetereyên ku jin pê re rû bi rû dimînin bi girîngî zêde dikin. Manijeh M. rewşê wiha rave dike: “Gelek jin hin dem û cihan, wek şev, wek bi taybetî ne ewle dibînin. Ev di serî de ji ber civak bi temamî bawer kiriye ku jin di qadên wiha de bêtir bêparastin in. Weke din, nebûna yekbûna civakî dikare bêparastina jinan ji dizî û sûcên din re bêtir zêde bike. Her ku girêdanên bi torên civakî û mekanîzmayên piştgiriyê ji ber rolên ku ji hêla civaka baviksalar ve li ser jinan têne ferzkirin qels dibin, mekanîzmayên çavdêriya nefermî kêm dibin û kapasîteya lêgerîna alîkariyê di rewşên xeternak de kêm dibe. Ev pirsgirêk bi taybet di nav jinên temenê wan navîn de diyar e.” 

Civakek bê ewle çi tîne serê jinan?

Ezmûna bûna hedef dikare di hiş û jiyana hem ên raste rast dibin hedef û hem jî kesên ku şahidiya bûyerê kirine an jî ji bûyerê haydar bûne de hestek mayînde ya bêewlehiyê û tirsa ji dubare bibin hedef biafirîne. Ev rewş kalîteya jiyanê û hesta aştiyê ya kesan têk dide.

Fatime, jineke extiyare ku her êvar ji bo gerê diçû parkê, êdî bi tena serê xwe naçe wir û got: “Kesekê gerdeniyek ji stûyê jinekê dizî. Jin 70 salî bû, ne tenê gerdeniya xwe winda kir, destê wê jî şikest.”

Bi gelemperî, pergalek dadweriya ceza ya qels û yasayên parastinê yên bêbandor, li gel dûrxistina jinan a ji pêvajoyên çêkirina polîtîkayên civakî û bajarî, dibin sedema dûrxistin û zêdebûna lawaziya jinan jî. Ev pirsgirêk, bi kûrbûna krîzên aborî ve girantir dibe, xetere û astengiyên ku jin di beşdarbûna jiyana giştî de pê re rû bi rû dimînin mezin dike. Bi rastî, jin dikarin li malê, di nav malbatê de, li kar, an jî di her qadê civakê de bi xetereyê re rû bi rû bimînin.