Li Îdlibê xwekuştina jinan her diçe zêde dibe

Bûyerên xwekuştinên ji ber tundî û zextên derûnî her diçe di nava jinên Îdlibê de zêde dibe.

SOHÊR ÎDLIBÎ
Îdlib - Di van demên dawiyê de li Îdlibê hebên gazê yên mirovan di nava 10 deqeyan de dikuje tên karanîn û mirovên ji jiyana xwe bêzar bûne bi wan heban xwe dikujin. Herî zêde jin û zarok van heban bi kar tînin û di nava çend rojan de heşt jin û zarokan bi vê rêbazê dawî li jiyana xwe anîne. Yek ji wan jinên xwedî zarok û her roj ji aliyê hevjînê xwe ve rastî şidetê dihat Meysa Dirbas jî bi heman rêbazê dawî li jiyana xwe aniye. 
Meysa Dirbas a 33 salî, piştî ku hevserê wê ew ji malê derxist nikaribû dûrbûna ji zarokên xwe tehmûl bike û ket nava hewildanên xwekuştinê. Dawiyê hebên gazê yên ku di kêliyekê de mirov dikuje dixwe û bi wî awayî dawî li jiyana xwe tîne. 
“Dibe ku min karîba wê ji mirinê xelas bikim” 
Meryem EL-Mihemed a 30 salî jî yek ji hevalên Meysaa ya herî nêz dibêje: “Koçber ji gundê Rekaya Meysa ji bo ewlekarî û debara zarokên xwe hewil dida li Kampa Atma yê mamostahiyê bike. Her tim hewl dida êşên xwe veşêre û gelekî bêdeng bû. Şideta ji hevjînê xwe didît ji her kesê diveşart. Xwezî ez hîn zêdetir pêre mijulbama min zanîba bi çî difikire, dibe ku min karîba wê ji mirinê xelas bikim. Li gel van hemû tiştên jiyaye ku bûye sedem berê xwe bide mirinê jî dîsan civakê ne hevjînê wê yê ewqas jiyan lê teng kiriye û berê wê daye mirinê ew gunehber dikir. Piştî ewqas şidet lê dihat kirin, dawiyê hevjînê wê ew derxist, ser de jî hevjînê wê ji zarokên wê re diyarkiribû ku diya wan kafire ji ber wê dev ji wan berdaye.”
Meryemê dema qala van hemû tiştên hevala wê jiyayî dike bi hêrs dibêje: “Divê sucdar bên darezandin. Ev sucek mezine, jiyan li jinê tê tengkirin û dibe sedem mirinê bifikire.” 
Semîra Selûm a 15 salî ku di temenê biçuk de hatî zewcandin jî di encama pevçûneke di navbera bavê wê û hevserê wê de çêbuyî û hevserê wê nehişt ku serdana malbata xwe bike xwe ji avahiyekê avêt xwarê û jiyana xwe ji dest da.
Busîna EL-Xalid a 16 salî jî 28’ê Nîsana 2020’an di encama pevçuna di navbera wê û malbata hevserê wê de, bi benê hêlekana ku ji keçika xwe ya sê mehî re çêkiribû xwe kuşt. Malbata hevserê Busîna sedema xwekuştina wê bi nexweşiyên derûnî ve girê dide.
“Bûyerên xwekuştinê her roja diçe zêde dibe”
Pispora Xizmetên Civakî Nûr El-Xatîb a 25 salî jî di wê baweriyê de ye gelek tiştên wekî xizanî, nebûna derfetên kar û tundî ya dibe sedama nexweşiyên derûnî û tenduristî dibin dibin sedema xwekuştina jinan. Nûr da zanîn ku di demên dawî de xwekuştin gelek zêdebûye û bi vê yekê re metirsiyek mezin li pêş civaka Sûriyê ye. 
Nû tekez kir ku pêdivî bi xebatê heye ji bo dabînkirina piştevaniya derûnî, civakî û malbatî ji mirovên ku nîşanên xemginî, nexweşiyên giyanî û hwd li wan derdikeve.
Li gorî Nûr El-Xatîb divê rêxistinên mirovî û karmendên bijîşkî asta haydarbûnê di nav welatiyan de bilind bike û wan ji xeterên nexweşiyên giyanî yên ku hinekan ber bi xwekujiyê ve dibin hişya bike.