Leyla Bayon: Zêdebûna diyardeya xwekuştinê mijareke metirsîdar e

Xwekuştin ne diyaredeyeke nû ye di civakê de û ew bi erdîngarî yan demek diyarkirî ve sînoredar namîne ji ber ku daneyên her roj derdikevin hole, mertirsiya di vê mijarê de zêdetir dikin.

CÎRAN MUHEMEDÎ

Mehabad- Xwekuştin yek ji diyardeyên civakî yên herî bi êş e. Ji ber ku valahiyek di peywendiyên civakî, kesayetî, aborî, siyasî û exlaqî de diafirîne û ev valahî bandora neyînî heta dawiyê li civakê dike.

Hejmara jinên ciwan ên li gundewarên Urmiyeyê xwe dikujin û dişewitînin gihîştiye astên tisane. Di mehên borî de jî li ser medyayê çend bûyerên bi vî rengî yên li gundên derdora Urmiyeyê qewimîbûn hatin belavkirin. Xwekujî ne diyardeyeke nû ye li Rojhilatê Kurdistanê, lê zêdebûna hejmara wê mijareke metirsîdar e.

Her wiha xwekuştin bi erdîngarî û demê re sînordar namîne. Li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê di salên dawî de em bûn şahidên zêdebûnek mezin di rêjeyên xwekuştinê de ku ew jî mijareke tirsanek e. Sedemên xwekuştinê gelek in û divê kesên pêwendîdar jî vê yekê bizanibin û bi rola xwe rabin. Divê kar bêtir li ser vê dozê were kirin û ragihandin jî rola xwe di hişyarkirinê de bilîze.

 Der barê vê mijarê de ajansa me bi derçûya zanistên polîtîk Leyla Bayon re hevdîtinek pêk anî da ku ji me re li ser diyardeya xwekuştina jinan li Urmiyeyê biaxive.

Sedemên xwekuştina jinan li Urmiyeyê çi ne?

Hin sedemên derûnî û civakî li pey diyardeya xwekuştinê hene. Sedemên derûnî ew in ku mirov xwe li hemberî pirsgirêkan û çareserkirina wan bêhêl bibîne. Kesên ku dikevin vê rewşê hew dibînin ku gihîştine dawiyê û çareseriya tekane di xwekuştinê de dibînin. Her wiha zewicandina zarokên keç di temenek biçûk de dihêle ku ew barekî mezin ji berpisyariyan hilgirin û di encamê de ew pêwendiya zewacê zor dibe û di wê mijarê de têk diçin. Ev yek ji jinên ciwan re rewşeke damayî çêdike û di dawiyê de xwe dikujin.

 Zêdebarî vê yekê çanda civakî ya serdest nahêle ku pêwendiyek baş û xweş di navbera malbatê de çêbibe. Ev dûrxistin dibe sedema têneghîştina di navbera nifşê nû û kevn de. Bi vî awayî valahiyek derdikeve ku gelek nakokiyan bi xwe re tîne û di dawiyê de digihîje asta xwekuştinê.

Çima hejmara xwekuştinê ya jinên Kurd li Urmiyeyê zêde bûye?

Di Çileya 2022'an de Zahra Sabirî ya ji gundê Qinê yê girêdayî Lasomay Brdost agir bi bedana xwe xist. Her wiha jineke ciwan a bi navê Kacîn Fathî ji herêma Racan dîsa agir bi bedena xwe xist. Di heman demê de di 4’ê Adara 2022'an de Cala Zahra Bêma ya 20 salî ji herêma Sêwa jî dawî li jiyana xwe anî. Ev kesên ku xwe kuştin ji ber heman sedeman in ku ew jî nakokiyên malbatî ne bûne sedema zêdebûna rêjeyên xwekuştinê di navbera jinan de.

Rewşa jinan li herêmên Kurdistanê bi çi rengî ye?

Mirgever, Tirgever, Sûmay Bradost, Sîlwana, Anzel, Deşt û Senendaj herêmên Kurdistanê ne, li van herêman deverên lênihêrîn û kêfê û xizmetên pêşkêşkirî cuda ne.

Herêma Merkurê bi nisbetî ji Turkoro serkeftîtir e û hejmara jinên zanîngehê li herêma Merkurê ji hemû herêmên ku berê behsa wan kiribûn zêdetir e lê belê dabeşkirina karûbarên gelemperî ne wekhev e.

Her wiha daneyên heyî balê dikşînin ku piraniya bûyeran li van herêmên ku me navê wan li jorê gotin, diqewim ku çanda wan a civakî ji hev gelekî cuda ye. Her wiha xizmetên ku tên pêşkêşkirin jî cuda ne. Jixwe xizanî û bêparbûn jî yek ji girîngtirîn sedemên diyardeyê ne

 Civak ber bi nûjenî û guherînê ve diçe lê ev guherîn bi çanda civakê ya ku pê re dijîn re li hev nake. Li van civakan, her ku têgihîştina mirov zêde dibe ewqas jî diêşe. Çanda serdest a li ser van civakan kevn e û guhertinê red dike. Her dem refleksek nebaş heye û heta niha jî texmîn dikin ku divê jin li gorî wan bin û li ser forma kevn a jiyanê bimeşin, naxwazin têbigihîjin ku civak pêşketî ye.

Çareseriyên ji bo jiholêrakirina belavbûna diyardeya xwekuştinê çi ne

Hemû kesên ku xwe dikujin temenê wan biçûk e, ji ber vê divê binesaziyek ji zaninstên derûnî û civakî were çêkirin. Her wiha divê deverên lênihêrînê bi awayekî wekhev li herêman werin damezirandin. Mînak, dibistan li gundê Somay Brdost tune ye û jinên ciwan nikarin xwendina xwe bidomînin. Dibistanên ku li vî gundî hene tenê heya refa pêncan in ku ev yek jî yek ji sedemên belavbûna nexwendinê ye di navbera keçên ciwan de. Ew piraniya dema xwe li malê derbas dikin û di temenekî biçûk de dizewicin.