Lêkolînera Mexrîbî: Amûrên ragihandinê çekek duyem e
Sofya El-Bezaz ku lêkolînera di warê hişê çêkirî de ye, da zanîn ku teknolojî û amûrên ragihandina vîrtuel bandoreke mezin li ser jiyana jinan çêkirine, bi vî rengî ev amûr êdî ji bo wan bûne şêwazeke jiyanê.
RECAA XEYRAT
Mexrîb – Hejmareke mezin a jinan bi awayekî berbiçav ketine nav jiyana vîrtuel (dîjîtal) a li ser platformên ragihandina civakî. Li ser van platforman pirsgirêkên xwe tînin ziman, koman ji bo pevguhertina raman û şarezatiyan ava dikin û ji ezmûnên hevdu sûdê werdigirin. Her wiha di dayîna şîretan û çareserkirina pirsgirêkan de dudil nabin.
Hişê çêkirî (AI) hêdî hêdî ket nav jiyana jinan û bû beşek giring ji jiyana wan a rojane. Tevî hemû aliyên erênî yên ku bi xwe re anîne, gelek aliyên neyînî jî tomar kirine; mîna dûrbûna civakî ya di navbera kesan û di navbera xizm û hevalan de.
Malperên pispor, bûne xwedî şêwirmendiyeke mezin ku her dema mijarek zehmet bibe serî li wan tê dayîn û êdî ji bo destwerdana şîret û ezmûna mirovî tu qad nemaye. Ji aliyê din ve, hin pisporan hişyarî li ser pêşketina bilez a hişê çêkirî û bandora wê ya li ser xwezaya kar di gelek sektoran de, bi taybetî ji ber ku rêjeyeke mezin a jinan di karên îdarî, nivîsgehî û xizmetê de ne, mîna daxuyandina daneyan, xizmeta xerîdaran û karên nivîsandinê dan. Ev ew kar in ku dikarin bi hişê çêkirî re bi dawî bibin. Ji ber vê yekê, hin şopîner û kesên eleqedar ditirsin ku belavbûna hişê çêker bibe sedema kêmkirina şansên kar di hin pîşeyên ku jin tê de dixebitin de.
Bandora hişê çêkirî ya li ser karê jinan
Sofya El-Bezaz ku lêkolînera di warê hişê çêkirî de ye, diyar kir ku axaftina li ser hişê çêkirî tenê nayê wateya axaftina li ser teknolojiyeke nû ya ku ji pêşketina teknolojîk a bilez derketiye. Lê belê Sofya behsa guhertineke kûr dike ku ji nû ve şekil dide bazara kar, şêwazên hilberînê û xwezaya karan di sektorên cihêreng de. Ev yek pirsiyarekê li ser bandorên van guhertinan a li ser çînên pîşeyî yên cihêreng tîne pêşiya me. Ev di serî de jin in, yên ku beşekî bingehîn ji hêza kar a li ser asta cîhanê pêk tînin.
Her wiha Sofya El-Baz, destnîşan kir ku li gorî daneyên Rêxistina Kar a Navneteweyî (ILO), nêzî ji sedî 29 yê karên ku jin tê de dixebitin, bi astên cihêreng, di bin bandora hişê çêkirî de ne. Di demeke ku ev rêje ji bo karên ku mêr tê de dixebitin ji sedî 19 derbas nabe. Ev cudahî bi zelalî nîşaneya cudahiya dabeşbûna pîşeyî ya di navbera her du zayendan de û xwezaya erkên ku her yek ji wan di bazara kar de bi cih tîne de ye.
‘Robotên danûstandinê bersivdana pirsên xerîdaran di nava 24 saetan de girtine ser xwe’
Her wiha Sofya da zanîn ku dema mirov li rastiya pratîkî dinhêre, ev guhertin ji xwe di nav çendîn sazî û îdareyan de dest pê kirine. Bi vî rengî ku robotên danûstandinê bersivdana pirsên xerîdaran di nava 24 saetan de girtine ser xwe. Mîna ku sepanên hişê çêkirî şiyana rûbirûbûna belgeyan, dabeşkirina daneyan, sererastkirina nivîsan, her wiha amadekirina raporên destpêkê di demekî rekor de bi dest xistine. Ev ew erk bûn ku berê demjimêrên dirêj ji karê mirovî û hejmareke zêdetir a karmendan dixwest da ku bên kirin.
Sofya El-Bezaz wiha got: “Axaftina li ser van pêşketinan nabe ku me bibe ser wê baweriyê ku hişê çêkirî wê bibe sedema windabûna karê jinan an dûrxistina wan a ji bazara kar. Ji ber ku ezmûnên dîrokî yên girêdayî şoreşa teknolojîk a berê nîşan dane ku teknolojiya nû kar ji nav nabe, bêtir ji nû ve şekil dide û xwezaya jêhatîbûnên ku di nav de tên xwestin diguhere. Ji ber vê yekê, her qonaxek ji qonaxên pêşketina teknîkî dibû sedema paşveçûna hin pîşeyên kevneşopî, lê di beramber de asoyên nû ji bo rûdana pîşeyên ku berê tunebûn vedikir.”
‘Dijwariya rastî ne di hişê çêkirî bi xwe de ye’
Sofya got ku dijwariya rastî ne di hişê çêkirî bi xwe de ye, di cudabûna dîjîtal de ye ku hê jî di gelek warên teknolojîk de jin û mêran ji hev vediqetîne. Sofya da zanîn ku îstatîstîk nîşan didin ku jin tenê bi qasî ji sedî 30 ji karkeran di warên hişê çêkirî û teknolojiya pêşketî de temsîl dikin û ev agahî dan: “Ev tê vê wateyê ku derfetên kar ji karên nû yên ku ji hêla aboriya dîjîtal ve hatine afirandin hê jî wekî ku tê xwestin bi wekhevî nayên belavkirin. Gerstêra bingehîn a îro, veberhênana di perwerdekirina jin û keçan de ye û destpêkirina wan bi jêhatîbûnên dîjîtal û teknolojîk e. Yên ku ji bo ketina nav bazara kar a paşerojê êdî bûne şertekî bingehîn.”
‘Amûrên ragihandinê çekek du dem e’
Derbarê bandora hişê çêkirî ya li ser jiyana jinan de, Sofya wiha got: “Torên civakî bûne beşek bingehîn di jiyana rojane ya jinan de. Ew êdî ne tenê amûrek in ji bo naskirin û pêwendiyê. Her wiha veguherîne qadeke dîjîtal ji bo fêrbûn, bidestxistina zanînê, pevguhertina ezmûnan û avakirina pêwendiyên pîşeyî û civakî. Ji ber ku gelek jin berê xwe didin van platforman da ku agahiyan bi dest bixin û şîretan di warên cihêreng de bixwazin. Agahiyên mîna tenduristî, perwerdehiya malbatî, xwendin, geşepêdana kesayetî û hwd. Gelek kom û rûpelên pispor di ser “Facebook” û “Instagram” re bûne mîna forumên vekirî ku jin tê de ezmûnên xwe bi yên din re ji deverên cihê yên cîhanê parve dikin.”
Di çend civakan de ji bo xurtkirina hêza aborî ya jinan bû alîkar
Ev bû sedem ku van amûran şiyana gelek jinan çêkiriye ku bikevin nav cîhana karsaziyê û kirrûbirra dîjîtal. Hinekan ji wan karîbûn ramanên hêsan veguherînin projeyên serkeftî, bi saya wan derfetên ku van platforman pêşkêş dikin. Berhem û xizmetên xwe bidin naskirin. Ev yek di çend civakan de ji bo xurtkirina hêza aborî ya jinan bû alîkar.
Her wiha di dawiyê de encam da ku dijwariya rastî ne di hişê çêkirî bi xwe de ye. Di heman demê de di cudabûna dîjîtal de ye ku hê jî di gelek warên teknolojîk de jin û mêran ji hev vediqetîne. Îstatîstîk nîşan didin ku jin tenê bi qasî ji sedî 30 ji karkeran di warên hişê çêkirî û teknolojiya pêşketî de temsîl dikin, ev tê vê wateyê ku derfetên kar ji karên nû yên ku ji hêla aboriya dîjîtal ve hatine afirandin hê jî wekî ku tê xwestin bi wekhevî nayên belavkirin.