Kovara Trûske ji bo hişyarkirina jinan xebatê dike

Kovara Trûske ya li Başûrê Kurdistanê weşanê dike di nav civakê ji bo hişyarkirin û bihêzkirina jinan xebatê dike.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Kovara Tirûske ya li Başûrê Kurdistanê weşanê dike di sala 2004’an de weke rojname dest bi xebatên xwe kir û bi demê re veguherî kovara jinan a li dijî hişmendiya mêr-dewletê jinan bihêz dike, û li dijî zayendparêziya ku di her qadên jiyanê de diteyise jinan û civakê hişyar dike.

Der barê weşangeriya Kovara Tirûske ya yekemîn car di sala 2004’an de bi 200 çapan li seranserî Başûrê Kurdistanê hewl da xwe bigihîne hemu jinan, Edîtor û Nexşesaxa Kovara Tirûska Sînor Remezan axivî. Sînor Remezar anî ziman ku armanca Kovara Tirûske li dijî her cure tundî û zayendparêziya ku di hemu qadên jiyanê de diteyise hişyarkirin û zanakirina jinan e.  

Armanca Kovara Tirûske pêşxistina civakê ye

Sînor Rehman amaje bi vê yekê kir ku armanca yekem ya kovarê pêşxitina civakê û bi cihkirina jinan di guherîna civakê de û got ku bi mijarên ku di kovarê de tê dest girtin ew hewl didin siyaseta heyî bi fikrên jinan şîrove bikin. Sînor Rehman wiha got: “Mijara civakê, perwerde, xweza û sînemayî mijarên sereke yên kovarê bûn. Ji derveyî vana kovara Trûske ji bo pêşxistina pênûsa jinan û pêşxistina jinan di cîhana nivîsînê de giringî dida nivîsên jinan. Trûske ji bo gihandina rastiyê derket û kovarek mehane ye. Me hertim hewl daye mijarên giring bixin di nava kovarê de. Nûçeyên kovarê wisa kir ku peywendiyek baş li gel jinên Başûrê Kurdistanê were avakirin.”

Astengiyên ku kovar pê re rû bi rû dimîne

Sînor Rehman bi bîr xist ku kovara Trûske ji bo guherîna civakê hewl dide û anî ziman ku di kovarê de xwendinên cûda yên ji bo doza jinan heye. Sînor Reham a bal lê kişand ku ji ber naverokên kovarê yê dijî feraseta mêr têdikoşe, kovar gelek caran bi astengiyan re rû bi rû dimîne wiya got; “Raste Trûske di der barê jinên Başûr de kar dike, lê belê ezmûna jinên Rojava û xebatên jinên Bakûr giring dibîn e. Ji bo ku bizanin jin çawa pêngavan di avêjin. Partiyên siyasî û hikumeta deshilata Başûr van pêngavan ji bo xwe weke metirsî dibîne, ji ber wê ji aliyê desthilatdarê ve astengî zêdetir dibe.”

‘Trûske dixwaze jin di aliyê fikir û felsefeyê de bibe xwedî fikir’

Sînor Rehman destnîşan kir ku mîna gelek qadan di qada nivîsandinê de jî jin gelek astengiyan re rû bi rû dimînin û wiha pêl da gotinên xwe: “Rexne li kovarê tê kirin ew jî dibêjin çima teybet ji bo jinan e? Lê belê rewşa niha ya jinan li Başûrê Kurdistanê bersîvek e ji bo hebûna pênûsa jinan û giringîdana bi aqlê jinê yê rêvebere. Dîroka nivîsinê, pirtukxaneyên dîrokî li Başûr imzaya mêran girte û hemû nivîskar nasnameya mêran girtin e. Lê belê Trûske dixwaze jin di aliyê fikir û felsefeyê de bibe xwedî fikir, bikare binîvîse û berhemen ji bo dîroka nivîsîna Kurd zêde bike. Ev jî wisa dike ku kovar bigihe destê herêmên cûda yên Başûrê Kurdistanê.”

‘Çi dibe bila bibe divê jin binivsînin’

Sînor Rehman diyar kir ku hikumeta heyî nikare pirsgirêkên ku jin di gelek qadan de dijîn çareser bike, derbarê pirsgirêkên ku jin dijîn de nebûna xwedî helwest û heta li ser vê yekê qal nekirina gelek kovarên ku li Başûnê Kurdistanê weşangeriyê dikin rexne kir. Sînor Rehman wiha dawî li axaftina xwe anî: “Guherîna bingehîn ji nivîsînê berhem digre, niha jin hene di bin gefa bav û hevjînan de nikare bi navê xwe binivîse. Ji ber wê daxwaza min ji jinan ew e ku jin êdî jî desthilatê netirsin bêyî ku guh bide aqlê mêrsalarî û xwestekên partiyan, çi dibe bila bibe divê jin binivîsin.”