Kongra Star a Efrînê perwerdeyên bîrdozî ji mêran re vekir

Endama komîteya perwerdê ya Kongreya Star a herêma Efrînê û mêrên ku tevlî perwerdeya Kogreya Star bûne wiha gotin: "Armanca me ya vekirina perwerdê ew e ku em feraseta mêr nas bikin."

HESNA MIHEMED

Şehba - Rêxistina Kongra Star a herêma Efrînê bi armanca guhartina zihniyeta desthilatdar, bi beşdarbûna 19 mêran yekem car li ser asta herêma Efrînê dewreyek perwerdê vekirin. Armanc jê perwerdekirina wan ji aliyê guhartina zihniyetê û baş gihaştina heqîqeta dîroka jin, her wiha bi rêya perwerdekirinê, xwe jinê ji zilm û koletiyê rizgar kirin û xwe gihandina jiyanek hevpar e. Vekirina perwerdeya xweser ên mêr di konfransa Kongreya Star a sala borî de weke biryar hatibû girtin. Ev perwerde di 20’ê Hezîranê de hate vekirin û wê 17 rojan bi dayîna waneyên Dîroka Jin, Girîngiya Perwerdeyê, nijedperestî, Jineolojî, hevjiyana azad, guhartina feraseta desthiladar, birdoziya azadiya jin û mîsaqa Kongra Star wê dom bike.

Têkildarî mijarê perwerdeya mêran Endama komîteya perwerdê ya Kongreya Star a herêma Efrîn û mêrên ku tevlî perwerdeyê bûne ji ajansa me re behsa girîngiya perwerdeyê kirin.

"Perwerde jiyanek wekhev di hundir civakê de diçîne"

Endama komîteya perwerdê ya kongreya Star a herêma Efrînê Leyla Îbiş derbarê mijara perwerdeya xweser a mêr û girîngiya wê de axivî û got: "Akedemiya me yê bi navê Rojhat tê naskirin. Dewreya me bi navê Şehîd Ferhad Dêrîk e, ew jî kesayetek fedekar e ku ji bo doza xwe gihîşt asta şehadetê. Em di şexsa wî de hemû şehîdên xwe bi bîrtînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Her wiha armanca me ji vekirina perwerdê xweser ê mêr ew e ku em feraseta desthilatdar ji holê rakin. Ji bo vê jî di konfransa me ya dawî de ev pêşniyar hate dayîn ku em perwerdeyên ji bo guhartina feraseta mêr li ser asta Şehbayê vekin. Dewre bi tevlîbûna 19 hevalên mêr yên ku cihên xwe di nav xebatê de digirin, hate vekirin. Armanca me ya vekirina perwerdeyê guhertina feraseta baviksalarî ye. Gelek mêr hene ku guhartin û veguhartin di kesayet û feraseta xwe de qebûl nakin, lewra pêwîstî bi vê perwerdeyê hebû."

"Naskirina dîroka jin, naskirina jiyanê ye"

Leyla Îbiş di dawiya axaftina xwe de xwesteka xwe ya bi vekirina perwerdeyê re anî ziman û got: "Mijarên ku di hundir perwerdê de tên dayîn mijarên girêdayî jin in. Ji bo guhertina feraseta baviksalarî mijarên weke hevjiyana azad, birdoziya jin û diroka jin di hundir perwerdeyê de tên dayîn. Her wiha xwestekên mêr hene ku xwe zêdetir ji aliyê naskirina dîroka jin re berfirehtir bikin û fikir û bîrdoziya xwe bi riya perwerdê xurtir bikin. Tevlîbûna wan a perwerdê gaveke pir girîng e. Di dawiyê de hêviya me ku ne tenê guhertin ji aliyê mêr ve bê çêkirin xwesteka me ew e ku civak bi giştî derbasî perwerdeyan bibe ji bo em dîroka jin baş nas bikin û bi hev re bigihêjin azadiya jin."

"Jin afrînera jiyanê ye"

Hevserokê komîna navçeya Ehdas ya girêdayî kantona Şehba ku beşdarî perwerdeyê bûye Mihemed Elî da zanîn ku bi riya perwerdê jin ji nêz ve nas kir û wiha bilêvkir: "Beriya ku em derbasî perwerdeyê bibin me rastiya jinê bi temamî nas nedikir tu fikirên me li ser dîroka jin tune bûn, lê piştî tevlîbûna me ji perwerdê re me gelek tişt naskirin û jê sûd wergirt. Tiştên ku em ji perwerdeyê fêr bibin em ê di jiyana xwe ya malbatî de pêk bînin, ji bo em bigihin hevjiyanek azad. Êdî em ê di nav civakê de zihniyeta desthilatdar rakin û bi jinê re bibin alîkar di hemû qadên jiyanê de."

"Bi tevlîbûna perwerdeyê re wateyek jiyanî dide me" 

Hevserokê komîna gundê Tilsûsîn a girêdayî navçeya Ehdas Mistefa Tarî ku ew jî tevlî perwerdeyê bûye ji bo guhartina zihniyeta xwe behsa rojên ku di hundir perwerde yê de derbas dikin kir û got: "Tevlîbûna me ji perwerdeyê re ji bo ku em tecrûbeyên xwe yên di jiyanê de nasbikin ku çawa mirov xwe bi rêve bibe. Ev demeke em di perwerdeyê re derbas dibin, di perwerdeyê de her yek karek wî cuda heye û em bi rihek komînal perwerdeyê xwe diqetînin. Em rojê bi sporê dest pê dikin û piştre waneyên xwe dibînin. Tecrubeyeke pir xweş e ku em bi xwe dest bi çêkirina xwarin û vexwerinê bikin. Her wiha di hundir perwerdeyê de her hevalek pirtûkekê dixwîne. Guhertinê zihnî pir tiştekî girîng û balkêş e. Di dîrokê de jin klan bi rêve dibirin heya roja me yê îro jî ev tişt berdewam e. Daxweza me ew e ku her mêrek derbasî perwerdeyê bibe da ku karibe civakê baş bi rê ve bibe.”