Komkujiya Meşrefa El-Biwêr ne ya yekem e lê di dîroka Minbicê de ya herî bi xwîn e

Îro şeşemîn salvegera komkujiya trajîk a Meşrefa El-Biwêr e a ku ji aliyê DAIŞ'ê ve pêk hat û di encamê de 36 sivîlên di nava wan de jin û zarok jî hebûn, hatin kuştin e.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic - 6 sal di ser komkujiya gundê Meşrefa El-Biwêr ku 15 km. dikeve bakurê bajarê Minbicê ku pêkhateya Ereb ji êla El-Xerac lê dijîn û hejmara şêniyên wê 1000 kes in, derbas bûn. Komkujiya Meşrefa El-Biwêr ne komkujiya yekem e lê di dîroka Minbicê de ya herî bi xwîn e.

Çar kes ji malbatek bûn

Emîna Îbrahîm a 60 salî ku bûye şahidê bûyerê û malbata wê jî di nav qurbaniyan de bû wiha got: "Piştî ku gundê me hat rizgarkirin, piştî 30 rojan, çeteyên DAIŞ'ê di saetên serê sibehê de êrîşî me kirin. Çeteyan cilên leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li xwe kiribûn û her kesê ku didîtin dikuştin. Gelek malbatan bi tevahî, zarok, jin û kesên temenê wan mezin qetil kirin. Em li malê bûn, piştî ku dengê pevçûn û çekan hat bihîstin me dizanibû ku bi dehan xelkên gundê me jiyana xwe ji dest dane, em ji malê derketin û li traktorê siwar bûn. Berî ku em bikevin ser riya xwe traktora me xera bû, wesayîda yek ji xizmên me li kêleka me sekinî û kesên cil û bergên QSD`ê li xwe kiribûn ber bi me ve hatin lê ji rûyê wan ê dirêj xuya bû ku ew ne şervanên QSD'ê ne, me dizanibû ew DAIŞ'î ne. Dest bi gulebaranê kirin û dema ku hevjîna birayê min, hevjînê min rabûn ser xwe û kiryara wan a şermezar kirin ew jî hatin qetilkirin.

Emîna Îbrahîm da zanîn ku ji malbata wê çar kes hatine qetilkirin û wiha domand: "Hevjînê min Şerîf Hesen El-Ebêd û birayên wî Cima Hesen El-Ebêd û Fozî Hesen El-Ebêd û hevjîna wî Emûna Ebd El-Letîf El-Mûsa hatin qetilkirin. Piştî ku sûcê xwe kirin, ji me re gotin ku em biçin aliyê bakur cihê kontrola wan e, nehiştin em biçin herêmên bi ewle. Her kesê ku ji mala xwe derdiket dibû hedefa sekvanan. Piştî rizgarkirina me ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve em pir kêfxweş bûn lê mixabin DAIŞ’ê kêfa me dizî û me rojên dijwar derbas kir."

wesayîda welatiyekî dizîn û bi wê xelkên gundî xapandin

Sê çeteyên DAIŞ’ê ketin mala welatiyekî, malbatek tevahî kuştin, wesayîda wî dizîn û gundî bi wê xapandin.

Celîla El-Obeyd a 45 salî anî ziman ku DAIŞ’ê binpêkirinên hovane li dijî wan dikir û wiha pê de çû: "Her kesê ku qanûnên DAIŞ'ê ferz kiribûn binpê dikir, dihat girtin an jî wî dibirin da ku 3 mehan perwerdeya şerîetê bibîne. Niqab li ser me ferz kirin, em jî wek civaka gundî ev cil û berg ne ji çanda me ne. Hevjînê min bi darê zorê ji bo du mehan kursa şerîetê hat cezakirin ji ber ku wan ez bê niqab dîtim. Serê sibê ketin mala me, piştî ku hevjînê min Hemûd El-Ebûd kuştin, mifteya wesayîda me girtin, piştre ketin mala hêwiya min û zarokên wê Eymen û Hesen ku ew bavê zarokên nûbûyî bûn, ku yek ji wan hefteyî û yê din 10 rojî bû jî kuştin. Li wesayîdê siwar bûn û li gund geriyan, gundî xapandin, ji ber ku xelkên gund difikirîn ku hevjînê min e wesayîdê dajo, dema ber bi wesayîdê ve diçûn, çeteyan ew dikuştin û bi vî awayî hejmareke zêde ji gundiyan kuştin."

Celîla El-Obeyd eşkere kir ku balafirên şer ên hevpeymanê firîn ji bo armanckirina DAIŞ'ê da ku riyeke ewle ji sivîlan re peyda bikin û wiha axivî: "Ji ber ku me bi germî pêşwaziya Hêzên Sûriyeya Demokratîk kir û em bi rizgarkirinê kêfxweş bûn, DAIŞ'ê ev komkujiya hovane li dijî me pêk anî. Me Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi hezkirin pêşwazî kir, ji ber ku ji nû ve ewlehiyê pêk anîn. Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo me parêzvanên herî baş bûn. Ez û keçên xwe di nava baxçeyan de dixebitin da ku debara malbata xwe ya mayî bikin."

Guherîna ku piştî komkujiyê li gund çêbû

Emîna El-Hesen a 90 salî behsa jiyana xwe ya beriya dagirkirina DAIŞ'ê kir û wiha got: "Dagirkerina gundê me ji aliyê DAIŞ'ê ve, gelek edetên me guhert û tirsê di dilê me de çand û her kes ditirse ku di mala xwe de razê , hin kes di nav zeviyên çandiniyê de radizan. Em serê sibehê bi dengê jinekê şiyar bûn, digot DAIŞ ketiye gund û cîranên me xwe amade dikin ku ji gund derkevin û em jî çûn gundên cîran da ku jiyana xwe biparêzin. Wê demê yek ji xizmekî me hat cem me û ji min re got ku kurê min li gund hatiye qetilkirin. Kurê min xwe amade dikir ku bi malbata xwe re ji malê derkeve, DAIŞ bi wesayîda Hemûd El-Ebûd ber bi wan ve diçe û kurê min ku difikirî xwediyê wesayîdê ye û yek ji xizmên me ye. Çeteyên DAIŞ’ê her kesê kuştin, di nav wan de her kurê min Şeban Ebûd El-Mûsa û hevjîn û kurên wî birîndar bûn, hinek ji wan ji sing û milê xwe birîndar bûn û hinek ji wan jî tiliyên wan hatin jêkirin."

Piştî ku DAIŞ’ê ev komkujiya hovane pêk anî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi alîkariya balafirên koalîsyona navneteweyî, kelehên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirin, careke din gund rizgar kirin.