Komeleya Dar rêyên yasayî nîşanî koçberên Serêkaniya dagirkirî dide
Endama Komeleya Dar ji bo Qurbaniyên Koçberiya Bi Zorê Êva Îbrahîm da zanîn ku wan ji bo koçberên jin yên Serêkaniyê berî qonaxa vegerê projeyek girîng dane destpêkirin û got “Pir girîng e ku em wek jin, hay ji awayê zanîna prosedurên yasayî hebin.”
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Li ser bingeha nêzîkatiya mafên mirovan, komeleya Dar bi rêya bernameyên li ser bingeha hewcedariyê, fikarên kesên ji nav welêt hatine koçberkirin û penaberan çareser dike. Komele, bi rêya bernameyên li gorî hewcedariyê ji bo mafên wan parêzvaniyê dike.
Komele, ji bo mafên kesên bi zorê koçber bûne, platformek e. Vegera wan a bi dilxwazî û ewledar a ji bo cihê wan ê rûniştinê, dayîna bedêla zirarên ku dîtine û binpêkirinên ku di dema koçberiya xwe ya bi zorê de kişandine belge bike, peyda dike.
Komeleya Dar ji bo koçberên jin yên ji Serêkaniya ku ji hêla dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin li Rojavayê Kurdistanê û li kampên koçberiyê dijîn, projeyek taybet daye destpêkirin. Endama Komeleya Dar ji bo Qurbaniyên Koçberiya Bi Zorê Êva Îbrahîm ji ajansa me re qala hûrgulî û armancên projeya xwe kir.
‘Koçber piştî vegerê bi pirsgirêkên yasayî re rûbirû dimînin’
Êva Îbrahîm di destpêkê de got ku xala herî girîng a peymana 29’ê Çileyê di navbera QSD û Şamê de hatiye çêkirin, vegera kesên koçber a li bajarên xwe yên resen bûye û wiha domand: “Piştî vegera bi hezaran xelkê Efrînê, çav li rêya vegera koçberên Serêkaniyê ne, lê heta niha ti gavek şênber bo vegera wan nehatiye avêtin. Piştî vegera takekesî ya gelek kesên koçber a li bajarên xwe yên dagirkirî, di vegerandina milkên xwe de bi pirsgirêkên yasayî re rûbirû dimînin. Me dît ku ev pirsgirêkek girîng e. Wekî Komeleya Dar me girîng dît ku em li ser vê pirsgirêkê û çawa em dikarin piştgirî bikin û hişyariyê di nav jin û mêrên koçber de zêde bikin, rawestin.”
Ji bo koçberan projeyek taybet
Êva da zanîn ku wan ji bo koçberan projeyek taybet dane destpêkirin û wiha behsa hûrguliyên wê kir: “Armanca projeyê ew e ku edaleta veguhêz li Sûriyeyê bi rêya piştgiriya kesên koçber û parastina mafên wan bipêş bixe. Her wiha ew jinên koçber hêzdar dike ku di hewldanên parêzvaniyê de rolên pêşeng bilîzin. Heman demê balê dikişîne ser tevlîkirina mijara koçberkirina bi darê zorê û vegerandina milkan a di çarçoveya edaleta veguhêz de. Ev proje bi giranî kesên ku herî zêde bandor bûne, bi taybetî koçberên Serêkaniyê hedef digre.”
‘Ev proje bi giranî ji sedî 50’î jinan hedef digre’
Êva da zanîn ku armanca vê projeyê, hişyarkirina kesên koçber bilind bike da ku ew ji mijara vegerandina milkê xwe û zagonên navneteweyî yên têkildar de haydar bin. Êva wiha pêl da gotina xwe: “Ev proje bi giranî ji sedî 50’î jinan hedef digre. Çalakiyên projeyê dê ji 22 rûniştinan pêk bên. 12 ji wan dê li ser vegerandina milk û hişyarkirina kesên koçber a di derbarê mekanîzmayên qanûnî, çawaniya vegerandina milkê xwe yê taybet û çawaniya belgekirina kaxezên ku wan di dema koçberiyê de li pey xwe hiştine de, bisekinin.”
‘Me dît ku rêwîtiya koçberiyê ji bo jinan yek ji rêwîtiyên herî dijwar bû’
Êva got ku wê rûniştinên mayî bi taybetî li ser rasteqîna jinan û zehmetiyên ku berî û piştî vegerê pê re rûbirû dimînin, bisekinin û wiha berdewam kir: “Bi rêya sê rûniştinên ku me lidar xistin, yek li kampa Waşûkanî û yê din jî li Qamişlo, me zehmetiyên ku jinên koçber pê re rûbirû dimînin ji nêz ve dît. Çimkî di kampê de jinan zehmetiyên zêdetir ê koçberiyê kişand. Ji ber ku rêwîtiya koçberiyê yek ji rêwîtiyên herî dijwar bû ji bo jinan. Me li ser şert û mercên jinan di rewşa ku vegera wan gengaz bibe de gelek nîqaş kirin. Rûniştinên me wê salekê berdewam bikin. Di dawiyê de em ê bi komek pêşniyaran bi şêweyê kaxezek prensîban ku li ser êşa xelkê Serêkaniyê di dema koçberiyê de û daxwazên wan, projeya xwe bidawî bikin.”
22 rûniştin wê bi du lêkolînên sereke encam bidin
Êva bilêv kir ku ew ê di projeya xwe de li ser du lêkolînan bisekinin û wiha bal kişand ser projeyê: “Her du lêkolîn wê hemû rûniştinên bi jinên koçber re kurteber bikin. Yek dê li ser mekanîzmayên qanûnî be û ya din dê li ser rasteqîna jinan û tiştên ku wan di dema koçberiyê de jiyan kirine, ligel daxwazên wan berî û piştî vegerê jî. Em ê bi rêya raporên medyayî balê bikşînin ser doz û çîrokên serkeftina jinên di dema rêwîtiya wan a koçberiyê de jî.”
Ji bo koçberên hiqûqnas perwerdehiyek taybet
Êva bal kişand ser xalek girîng û wiha got: “Perwerdehiyek taybet ji bo jinan jî dê were lidarxistin û em ê 5 heta 10 jinan hilbijêrin, da ku wan di warê parêzvaniya navneteweyî û belgekirina hesas a zayendî de bihêz bikin. Da ku ew bikaribin komîteyên parêzvaniya mafan bi rê ve bibin. Ji ber vê yekê, em ê jinên koçber yên hiqûqnas hilbijêrin. Ev hêzdarkirin dê bi dabînkirina wan bi amûrên parêzvaniyê ango rê û mekanîzmayên ku ew ê ji bo bandorkirina biryarderan, guhertina polîtîkayan an jî seferberkirina piştgiriya raya giştî ji bo bûyerek taybetî ve, çêbibe.”
Girîng e ku berî vegerê koçber şêwirmendiya qanûnî bigrin
Êva amaje bi çalakiyeke din a di nav projeyê de kir ku dê şêwirmendiya hiqûqî jî hebe û wiha pêde çû: “Deriyên Komeleya Dar ji bo hemû kesên ku şêwirmendiya hiqûqî dixwazin vekirî ye. Bi rêya platformên tora dijîtal, me vekirina deriyê şêwirmendiyên qanûnî ji bo jin û mêrên koçber ragihand, da ku şêwirmendiyên belaş ji wan re peyda bikin. Şêwirmendî dê bi taybetî ji bo kesên koçber ên ku ti belge bi xwe re neanîne û nizanin di vê qonaxê de, ango qonaxa vegerê çawa pêşve biçin, werin pêşkêş kirin. Ji bo ku ew bizanin ka çawa belge û milkên xwe yên belge bikin. Çimkî wan di dema koçberiyê de beşek mezin ji belgeyên mal û erdên xwe winda kirine. Ji ber ew ê di vegera bajarên xwe de bi zehmetiyên wiha re rû bi rû bimînin.”
‘Di qonaxa berî vegerê de divê koçber hay ji awayê zanîna prosedurên yasayî hebin’
Êva bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: “Peyama min ji bo hemû jinên koçber ew e ku di qonaxa berî vegerê de, ango di vê qonaxa niha de pir girîng e ku em wek jin, hay ji awayê zanîna prosedurên yasayî hebin. Divê em bizanin berî û piştî vegerê çi prosedurên qanûnî bikin, da ku em bikaribin hemû milkên xwe vegerînin. Di demek ku kesên niha li Serêkaniyê ne dest danîne ser milkên me, ji bo vegerandina wan mîqdarên mezin ên pereyan dixwazin. Em ê di derbarê agahiyên ku ji hêla koçberan ve ji komeleyê re bên dayîn de, nepeniya tevahî biparêzin.”