Koçberiya dubare û êşa berdewam: Çîroka jineke ku di nava kamyonê de dijî

Piştî windakirina mal û erdê xwe li Beyt Lahiyê, Mansûra Ebdul Dayem a 70 salî xwe di hundirê kamyoneke kevin de dibîne. Mansûra diyar dike ku bi dijwariya koçberiyê, nebûna dermanan û tunebûna her tiştî re rûbirû ye.

REFÎF ISLÎM

Xeza – Mansûra Ebdul Dayem a 70 salî niha di nava kamyoneke xirab de dijî. Berê di xaniyekî ku li dora wê 11 donim erdê çandiniyê hebû dima her wiha li mala xwe ya ku li Beyt Lahiya, bakurê Zîvala Xezayê bû lawiran xwedî dikir.

Îro Mansûra Ebdul Dayem bi krîza tunebûna cihê mayînê re rûbirû ye. Tevgera sînorkirî, kêmbûna krîtîk a dermanan, tunebûna dahatê û xirabûna binesaziyê, mercên jiyanê weke gelek koçberan wê jî bi zoriyan re rûbirû hiştiye.

Di xaniyeke 7 qatî de bi zarokên xwe re dijiya

Mansûra Ebdul Dayem ku her tiştê xwe winda kiriye, dibêje beriya êrîşê ew di xaniyeke 7 qatî ya fireh de li herêma El-Şeymaa, li derdora bajarê Xezayê di navbera Beyt Lahiya û axên Filistînî yên dagirkirî de dijiya. Mala wê bi 11 donimên erdê çandiniyê dorpêçkirî bû; 5 donim ê wê bû û yê din ê 6 zarokên wê bû, hemû bi fêkî û sebzeyên cur be cur hatibû çandin.

Bi çandinî û karê axê re mijûl dibû

Mansûra Ebdul Dayem diyar dike ku ji destpêka zewaca xwe ve, wê bawer kiriye ku hevkariya di navbera mêr û jinan de ne bi gotinan, bi kirinan çêdibe û dide zanîn ku wê bi destên xwe cot kiriye, dar û sebze çandine û giya berhev kirine. Mensûra wiha dibêje: ”Min bi çavên xwe mezinbûna daran dît. Ez bi wan kêfxweş bûm, bi wan re jiyam lê piştî êrîşan ji axa xwe ya ku min qasî zarok û neviyên xwe jê hez dikir dûr ketim. Min ne tenê çandiniyê dikir, dewar, pez û mirîşkan xwedî dikir. Bi vê yekê me debara malbata xwe dikir. Em nizanibûn bazar çi ye, kirîna goşt, sebze û fêkiyan çi ye lewre her tişt li ber destên me bû. Me hemû bi xwe hildiberand.”

Li ser pirsa karên wisa ji bo jinan dijwar in an na? Mansûra Ebdul Dayem vê bersivê da: ”çandinî yan jî şivanî ne barek e, derfetek e. Mirov bi van karan hebûna xwe û rola xwe ya çalak di lênêrîna malbata xwe de nîşan bide. Xebata bi axê re jiyan bi xwe ye. Mirov bi hêz dike. Jinek dema ku bi xwe karê xwe û debara xwe bike dibe xwedî karakter. Behreya jinan mezin e ew dikarin hemû berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Ji xwedîkirina zarokan bigre heta karên nava bax û bexçeyan.”

Zêdetirî 30 caran koçber bûye

Mansûra Ebdul Dayem dema behsa koçberiyê dike destnîşan dike ku ew zêdetirî 30 caran koçber bûye. Ew û zarokên xwe ji bin kavilan derketine, gelek caran ji mirinê rizgar bûne.

Mansûra di navbera deverên bakurê Zîvala Xezayê de, ji Cebeliyê ber bi bajarên din ve çûye hatiye, dûre piştî ku aliyê bakur bi tevahî hatiye girtin, neçar maye biçe deverên cuda yên di nava Xezayê de. Dûre jî ber bi herêmên navendî û başûr ve çûye, îro di dawiyê de li Dêr al-Belah, li dilê Zîvala Xezayê ya wêranbûyî bi cih bûye.

Di komyonek de dijîn

Mansûra Ebdul Dayem behsa têkoşîna xwe ya rojane dike û dibêje ku kamyon çend metre ji erdê bilind e nikare jê dakeve erdê û wiha didomîne: ”Kursiyek datînin ji bo li ser dakevim erdê. Ev rewş ji bo jineke di temenê min de pir zor e dibe ku mirov li erdê bikeve. Kurên min li min dinêrin, xwarinê peyda dikin û kiriya erdê didin. Weke gelek mirovên din ên extiyar li Zîvala Xezayê, bi taybetî yên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene, ji ber nebûna dermanan û bihayê wan ê zêde gelek zoriyan dikişînim. Ew hewl didim bê derman îdare bikim lê carna ew ji ber pirsgirêkên tenduristiyê gekek êşan dikşînim.”

Dixwazim xaniyek ku ji bo min bibe star û bêm parastin hebe’

Mansûra Ebdul Dayem ditirse ku xwediyê wê kamyonê were û wê ji navê derxe, daxwaz dike ku xaniyek demkî, mûçeyek mehane ji bo extiyaran û doşekek guncav jê re were peydakirin. Her wiha diyar dike pişta wê diêşe û wiha bi dawî dike: ”Bi 7’ê Cotmehê re her tişt serûbin bû. Kesên ku bûne sedema vê sûcdar in. Me ji malên me yên germ, ji war û zeviyên me derxistin. Em niha hewceyên konek, pakêtek xwarinê mane. Berê li vê herêmê me bi xwe li kesên hewcedar alîkarî belav dikir lê niha em di rewşeke pir xirab de ne.”