Koçberên jin ên Îdlibê û rêwîtiya lêgerîna jiyanê

Ji ber ji cih û warên xwe bûne jinên li Îdlibê zehmetiyên peydakirina xwarin, xizmet û dermankirinê dikşînin, tunebûna saziyên kar û xebatê û nebûna pêdiviyên jiyanê yên wek elektrîk, av û xizmetên din pêşî li jiyana asayî digre.

LÎNA EL-XETÎB

Îdlib - Jinên li kampên Îdlibê ji ber kêmbûna ewlehî û tunebûna cihên dermankirinê zehmetiyan dikşînin. Tevî van mercan her wiha di konên ku mirov bi zorê dikare li wan bijî jiyanê tehemul dikin. Di konan de pêwîstiyên bingehîn ên jiyanê tune, xizanî, şert û mercên nebaş ên jiyanê konê xwe li ser jiyana wan a rojane vegirtiye.

"Ji ber buhabûna malzemeyan em nikarin xazê bikirin"

Merwa El-Hemadî ya 31 salî ya ji Seraqibê koçberî kampeke li bajarokê Şêx Behr li gundewarê Îdlibê bûye got ku ew li ber deriyê konê xwe yê wêranbûyî neçar e agir vêxe da ku xwarinê ji malbata xwe re amade, ji bo vê yekê jî zarokên wê li kampê dar û naylonan berhev dikin û wiha pêde çû: "Ji ber buhabûnê û şet û mercên nebaş ên jiyanê û êş û azarên xwe em nikarin xazê bikirin. Ez li gel hevjîn û pênc zarokên xwe ji destpêka sala 20202'an de ji mala xwe koçber bûm û em neçar man li vê kampa bêserûber bijîn, çavkaniya yekane ya debara malbata min bi çandiniya axê ye. Tişta ku herî zêde min diêşîne ew e ku zarokên min ji mafê xwendinê bêpar in ji ber ku li kampê dibistan tune ye û dibistanên mayî jî ji cihê rûniştina me dûr in, pêşeroja zarokên min tune ye û koçberî jiyana bê derfet û xwendinê li ser wan ferz dike. Wan dev ji dibistanê berdan û kurê min ê mezin ê 13 salî alîkariya bavê xwe di karê wî yê di kana keviran de dike, keça min a 10 salî jî di karê malê yê rojane de alîkariya min dike."

"Ji bo pêwîstiyên xwe yên esasî tiştên ji selika alîkariyê difiroşe"

Selma El-Cûmah a 55 salî ku ji gundê Taqana koçî kampa bajarokê Kefer Uruqê yê li gundewarê Îdlibê bûye got ku ew bi gelek nexweşiyan rû bi rû dimîne mîna şekir, hişkbûna damaran û diyar kir ku pêwîstiya wê bi çavdêriya bedewam a tenduristiyê heye lê ew ji ber nebûna navendên tendurustiyê û dermanxaneya li kampê astengiyan dikşîne û wiha lê zêde kir: "Ez çar kîlometre dimeşim da ku xwe bigihîjînim navenda tendurustiyê ya herî nêz a li bajêr. Ji bilî hewcedariya min a berdewam, bi kirîna dermanan ji dermanxaneyên dûr, di nava xizaniya heyî û lêçûna zêde ya dermanan de û ez xwe dispêrim lêçûna li ser alîkariyên mirovan ên ku distînim. Ez tiştên xwarinê ji selika alîkariyê difroşim da ku hin lêçûnên rojane yên herî pêwîst peyda bikim."

"Azadiya jinan di bin konan de hatiye sînordarkirin"

Helîma Necar a 28 salî ku bi hevjîn û zarokên xwe re li kampek Îdlibê dijî da zanîn ku gelek jin gazinan dikin ji ber kêmbûna avê û qutbûna elektrîkê li piraniya kampan. Her wiha got ku ew jî mîna jinên din ji heman rewşan bi gazin e lewre ewlehî li kampan tune ye û azadî bi sînor e. Helîma Necar wiha berdewam kir: "Dema ku em diçin hemamê em pir şerm dikin ji ber ku em hemû eynî hemamê bi kar tînin, qutkirina elektrîkê, tunebûna hêmanên paqijiya giştî vê rewşa xirab a heyî zortir dikin."

"Ji bo  peydakirina debara jiyana zarokên xwe li xwaringehekê kar dike "

Ruqeya El-Zeyîdan a 36 salî jinebî ye û ji gundê Heiş koçî kampeke bajarê sermeda ya li îdlibê bûye, diyar kir ku gelek jinên koçber ên ku hevserên wan winda ne, xwe wekî dê û bavê malbatên xwe dibînin û di nava derdorek bêkarî, xizanî û tunebûna derfetên kar de têkoşîna jiyanê didin. Her wiha ew jî her sibeh diçe ser karê xwe û li xwaringehek kar dike, her çar zarokên xwe tevahiya rojê bêkes dihêle û wiha domand: "Piştî mirina hevjînê min ez neçar mam bixebitim da ku debara zarokên xwe bikim, ji ber ku ez rojê 8 saetan bi heqdestek hindik dixebitim, ez êvarê piştî ji kar vedigerim karê malê şûştin û xwarinê temam dikim her wiha berpirsyariya mezin a li ser milên min dibe sedema zexta derûnî û westandina fizîkî.”

“Mafê jinan ew e ku jiyanê bi rûmet bijîn”

Civaknas Selam Ebd El- Cewad behsa êş û azarên jinên koçber kir û got ku azadiya jin û keçên koçber li gundewarên Îdlibê berdewam dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber kêmbûna ewlehî û derfetên tam ên divê rêxistinên mirovî bi cih bînin û tunebûna hesta ewlehî û aramiyê jin rastî her cure êş û azaran tên. Piştî ku ji jiyana bajar, mal û aramiyê ber bi konan û bêmaliyê ve xwe di nava dorpêçek de dîtin û tehemulkirina zextên jiyanî û nebûna dezgehên xizmetguzarî û tenduristiyê, her tişt serûbin bû. Her wiha pêwîstî bi veguhestina malbatan ji konan bo malên çîmento heye. Mafê jinan ê jiyana bi rûmet heye, ji mekan bigre heta xwarin û dabînkirina pêdeviyên jiyanê divê mercên wan asayî bibin."