Kêmbûna çavkaniya debarê çemê Firatê her diçe zoriyên jiyanê zêde dike

Nisrîn Kenan û Xalîse Hec Ebid Qadir der barê av û cereyana li herêmê de wiha gotin: "Dewleta tirk bi hemû rê û rêbazan gefên xwe li ser herêmê pêk tîne, ji bo wê jî divê gelê herêmê bi me re bibe alîkar da ku em bikaribin bi hev re li dijî van kiryaran bisekinin û çareseriyê ji hemû pirsgirêkan re bibînin."

DILUCAN BOZÎ
Kobanê - Dewleta tirk hemû cureyên çekên qirêj bi kar anîn ji bo ku sivîlên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê-Rojava tengav bike û wan ji jiyana bi ewle ya di welatê wan de bêpar bihêle. Herî dawî jî birîna ava Firatê ye, hûkumeta Erdogan hevpeymanên herêmî û navneteweyî ku ji bo parvekirina ava çemê Firatê îmze kiribû binpê dike, ava Firatê qut dike û jiyana mirovan dixe xeterê. Her wiha zirarê digihîjîne ekolojiyê. Hevpeymanên ku di navbera dewleta Sûriy, Tirkiye û Iraqê de di 1975´an de hatin îmzekirin teqez dikin ku divê ava çemê Firatê bi rengekî wekhev li hersê dewletan belav bibe. Di sala 1987´an de Sûriye û Tirkiyeyê bi riya hevpeymanê li hev kirin ku divê Sûriyê di saniyeyê de 500 mt kûp avê bigre. Lê dewleta tirk van hevpeymanan û zagonan binpê dike ku asta ava Firatê daxistiye 200 mt kûp di saniyeyê de. 
Mafên mirovan û zagonan binpê dike
Dewleta tirk bi van kiryaran lewazbûyîna gelê Sûriyeyê ku di şert û mercên şer re derbas dibin zêdetir dike. Her wiha li ser bingeha dijminahiya xwe ya dîrokî bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dike, di vê çarçoveyê de Tirkiyeyê ava îstasyona Elokê li Hesekê dagir kirine bi komên çete re, ev bû sedem ku gelê Hesekê û gundewarên wê ji çavkaniya avê ya tekane li nava bajêr bêav bimînin ku bi hezaran kes li Hesekê tî û bêav bimînn. Ev jî dibe sedem ku şert û mercên jiyanê li herêmê lewaz bibin ji ber van kiryarên nemirovî yên dewleta tirk ku di asta cînayetên şer ên di zagon û hevpeymanên navneteweyî de qedexe ne. Diviyabû ku rêxistinên mafên mirovan hemû van kiryaran şermezar bikirana û ji meclisa ewlehî ya nevneteweyî daxwaza lidarxistina civîneke lezgîn bikirana da ku dewleta trik bihata rawestandin û cezakirin. Lewma divê ev mijar di civaka navneteweyî de bibe rojev ji bo ku zextê li dewleta tirk bikin da ku ji mafên mirovên li vê herêmê dijîn re rêzê bigre û dawî li êşa van sivîlan bîne. Di vê çarçoveyê de Hevseroka Desteya Enerjiyê ya herêma Firatê Nisrîn Kenan û Hevseroka Miduriyeta avê ya herêma Firatê Xalîse Hec Abid Qadir ji ajansa me re axivîn.
Nisrîn diyar kir ku ji ber kêmbûna avê û ji ber gel nave alîkar dihêle ku seatên cereyanê li herêmê kêm bibin û wiha axivî: "Di van demên dawiyê de seatên cereyanê baş bûn lê niha dîsa rewşa cereyanê nebaş e, ji ber ku her stasyonek cuda ye û li gorî bar cereyanê radike û li herêmê tê belavkirin. Li herêma Firatê bi xwe li sê bajaran tê belavkirin, Kobanê, Sirîn û Eyn Îsa. Herî zêde li Kobanê û bajarokê Sirînê tê belavkirin, tişta ku em jê zehmetiyan dibînin ew e ku gel bi me re nabe alîkar. Dema ku saetên cereyanê li herêmê baş dibin wê demê em û gel kêfxweş dibin, li hemberî van hemûyan jî dîsa gel pir zêde cereyanê bi kar tîne. Em wateyê didin ku şênî di malên xwe de ji bo tiştên pêwîst cereyanê bi kar bîne ango xwarina xwe amade bikin lê divê bi qasî ku bi wan pêwîst be, ji bo cîranên me jî faydeyê ji wan seatan bibînin. Gel gazin û giliyan dike, ji bo vê jî divê di serî de gel bi me re bibe alîkar da ku em bikaribin, xwe bigihîjînin her derê ji bo cereyan têra her kesê bike. Rast e av kêm e û em gelek zehmetiyan dikşînin lê ya girîng ew e ku em bikaribin xwedî li avê û cereyanê derkevin."
"Em cereyanê li gorî pêwîstiyên sereke bi kar bînin"
Nisrîn destnîşan kir ku pêwîstiya wan bi alîkariya gel heye û wiha domand: "Dema cereyan bê û her kes li gorî pêwîstiyên xwe bi kar bîne wê demê her kes wê pêwîstiyên xwe pêk bîne. Her yek tenê lembeyekê pêxe wê demê 11 hezar kes wê bibin xwediyên cereyanê, ji ber ku bandorê li stasyonê dike, dema ku bandor bike jî cereyan bi rojan qut dibe û gel bê cereyan dimîne. Belkî her kes bibêje ku lembeyên me bandorê li kesekî nakin lê na her lambeyek zirarê dide û bi xwe re neyîniyan derdixe. Ji bo vê jî em mecbûr dibin li gorî herêmê cereyanê belav bikin, di demên pêwîst de ger av hebe em wê demê hewl didin gel bê ronahî nehêlin. Ji bo cereyan têra her kesê bike divê em bi roj lambeyan pêxistî nehêlin. Gelek caran me gel hişyar kir, hin kes li ser vê biryarê sekinîn lê dîsa jî hin kes vê biryarê pêk naynin. Ji bo vê biryarê me hin endamên xwe ji bo cezakirina kesên ku lembeyên xwe bi roj pêdixin derxistin nava navenda bajar. Şûna ku em zagonan pêk bînin em dixwazin bi zimanê rehet gel hişyar bikin, ez bi hêvî me ku her kes li ser van mijaran bisekine. Di vê salê de em hewl didin li cihê lawaz ango cihê ku cereyan lê kêm e, projeya ku çawa bikaribin cereyan têra her kesê bike, ji bo wê xeteke 66 ji Bendava azadî heya Kobanê bikşînin, ji bo cereyana Kobanê cuda be. Ev proje jî dîsa dê bi alîkariya gel pêk bê." 
 "Kêmbûna avê pirsgirêkan zêdetir dike"
Xalîse da zanîn ku her çiqas av kêm bibe jî wê pirsgirêkan bi xwe derxe holê û wiha bi lêv kir: "Ava Firatê di meha Çileyê de ji aliyê dewleta tirk ve hatiye qutkirin, ji wê rojê heye niha em bi kêmbûna avê re rû bi rû dimînin. Bi vê ve girêdayî mijara ku cereyan li herêmê tê kêmkirin, li vir gazinên gel zêde dibin. Lê ji milekî din ve gel baş li avê mêze nake, ev jî bi xwe re pirsgirêkê zêdetir dike lê hewldanên me hene ku em hin projeyên nû çêbikin. Heya ku ev pirsgirêk çareser nebe wê tu carî pirsgirêka cereyanê jî careser nabe. Me xwest em projeyeke nû ava bikin lê her tim hin astengî li pêşiya me derdikevin ev yek jî dihêle ku proje bi awayekî serkeftî nebe. Ji gel jî tê xwestin ku ji aliyê avê ve baldar bin da ku cîranên wan bê av nemînin. Hêviya min ji gelê me heye ku bi me re bibin alîkar avê di cihê vala de nerijînin, ji ber ku av jiyan e. Her wiha ji bo çandiniyê jî bandoreke mezin li ser tê kirin, jixwe îsal jî çandinî çênebû, ji bo wê jî em di milê çandiniyê de kêm dimînin, ev dihêle ku gel bêkar bimîne û rewşa çandiniyê lawaz bibe. Di heman demê de lawir jî ji kêmbûna vê bi bandor dibin, gelek lawir hene bê av nikarin bijîn. Dewleta tirk bi şerekî topyakun dixwaze bi avê, bi şerê derûnî, şerê leşkerî û şerê taybet gelê herêmê qir bike. Ev planên dewleta tirk ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve dest pê kirine û heya vê kêliyê berdewam dikin. Qaşo ji aliyê navneteweyî ve panel hatin lidarxistin ku dê dewlet li ser hin xalan bisekinin lê tenê panêlên wan di gotinê de dimînin."