Karker 15 sal in di midûriyetên çandiniyê de bê pere dixebitin

Karkerên jin ên ku zêdetirî 15 sal in bê pere dixebitin li ser rewşa xwe ya xirab digirîn. Ew di nav lepên felaketa ku pêk hat de asê mane û bi salan e li benda tayînkirinê ne.
ASMAA FATHÎ
Qahîre- Karkerên jin ên ku di çandiniyê de dixebitin, di rêveberiyên ku li hemû parêzgehên Misirê belav bûne de kategoriyek jibîrkirî ne. Ev nêzî 25 sal in bê tayîn û bîmeya tenduristiyê ne ku; mafên herî bingehîn ji wan re misoger dike kar dikin.
Di raporta xwe de, me hewl da ku yek ji mijarên herî girîng ronî bikin ku tê de mafên karkerên daristanê yên girêdayî Wezareta Çandiniyê ya Misrê hatine betalkirin ku ev 15 sal in
bênavber mûçe wernegirtine 
25 sal e dixebitin û 15 sal e jî pereyê wan nayê dayîn 
 Beşa herî mezin a karkerên daristanan di midûriyetên çandiniyê yên Misrê de jinên ku piştî wergirtina sertîfîkaya navîn û jortir tercîh dikin bi malbatên xwe re bixebitin, ji bo ku malbatê ji xwe re ava bikin û li gundên cihê li derdora xwe bizewicin. Me hinek ji wan nas kirin û li çîrokên wan ên ku bi xewna tayînkirinê derbas bûne guhdarî kir.
Fadia Issa Metwally ku li gundê Mit El Moz ê parêzgeha Menoufia dijî, got ku ew ji sala 1990’an vir ve di komeleya sponsorgeriyê de dixebitin û hin ji wan jî ji wê demê zêdetir dixebitin û hema hema her roj diçin ser kar û pirtûkek wan a amadebûn û çûyînê heye ku ew îmze dikin û wiha got: "Nêzî 15 sal in em bê mûçe kar dikin û kes guh nade gazincên me, ruxmî rewşa teng û nebesiyên ji bo jiyanê, şert û mercên aborî her roja ku diçe zêdetir zehmet dibin.”
Fadia Metwally piştrast dike ku karbidestan hemû derfetên gengaz ji destên wan girtine, ji ber vê yekê nikarin di projeya "Jiyana minasib" de serlêdana alîkariya dewletê bikin, ji ber ku ew karker in û çiqas hewl bidin ku rastiya kar û peymana wan a demkî di tevahiya vê jiyanê de îsbat bikin, kes guh nade wan. 
Xewna tayînkirinê û hêviya xeyalî
 Dibe ku hinek bipirsin ka çima ev jin evqas sal bê mûçe û bêyî bidestxistina mafên xwe yên herî bingehîn ên ku bi peymana fermî tên temsîlkirin dixebitin. Ew pirsek mantiqî ye ku bersiva wê di "hêviya" ku di wê heyamê de li pişt domdariya wan de bû. Dem bi dem, hin prosedur û belgeyên ku hêviyê didin wan ji wan tên xwestin da  ku kar bikin lê piştî çend hefteyan, her tişt vedigere ser awayê ku berê. 
Sîham Ezab, dayika zarok kur e û hevjînê wê 20 sal berê wefat kiriye. Ew dibêje ku zêdetirî 25 sal in li benda tayînkirinê ye, bi tevahî dema xebata wê ya di komeleya çandiniyê de ye. Ji ber vê wê biryar da ku ji xwe re cihekî kar veke û mirîşk û sebzeyan tê de bifiroşe cîranên xwe da ku bikaribe debara malbata xwe bike. Wê destnîşan kir ku heta niha der barê mafê xwe yê wezîfedarkirinê de doz vekiriye lê heta tu biryar di vê der barê de nehatiye dayîn. 
Bîmeya tenduristiyê ji mûçe girîngtir e
Dibe ku hin kes bifikirin karkerên jin ên ji pêncî salî mezintir in, niha bi wergirtina mûçeyên mehane yên sabît li ewlehiya darayî digerin. Her çend ev mafek e ku ji hêla saziya ew lê dixebitin ve hatiye girtin jî lê belê daxwazên wan ji wê hêsantir e, ji ber ku ew tenê hêvî dikin ku bîmeya tenduristiyê bigrin da ku ji wan re bibe alîkar di vî temenî de derman bigrin. 
Ji ber vê yekê, Fadîa Îsa ya pêncî salî dibêje ku bîmeya tenduristiyê di vî temenî de ji mûçe girîngtir e û wiha got: "Piraniya me kal û pîr in û ji pêncî salî mezintir in em tûşî gelek nexweşiyan dibin, hin ji wan kronîk in. Em tenê hewceyê dermankirinê ne. 
Tevgera meclisê û biryara wezaretê di dorê de ne
Krîza kedkarên çandiniyê ji aliyê her kesê ve tê zanîn û hejmarek ji parlamenteran daxwaz ji wezaretên pêwendîdar dikin ku bi vê mijarê re mijûl bibin û mafên karkeran bidin wan.
Daxwaza dawî ji bo agahdarkirinê ew bû ku parlamenter Muhemed Ebdullah pêşkêşî Civata Nûneran kir li ser pêwîstiya wezîrên darayî, çandinî û geşedana xwecihî ku kar bikin ji bo bidawîkirina qeyrana kar ku hejmara wan ji 34,000 kesan di parêzgehên cuda de derbas bûye.
Berê jî biryara bi hejmara 702 di sala 2011’an de ji aliyê wezîrê çandiniyê yê Misrê ve hat derxistin ji bo danîna karkerên demkî, di nav wan de karkerên daristanê û hesabkirina xelateke berfireh ji bo wan piştî erêkirina Dezgeha Navendî ya Rêkxistin û Rêvebiriyê hene.  Lê belê Wezîrê Çandiniyê El-Quseyr di daxuyaniyên xwe de ev dîmen red kir û teqez kir ku wî biryara tayînkirina wan daye lê parêzgaran ew ferman bi cih neanîne
Di Hezîrana borî de Wezîrê Çandiniyê, piştî ku biryara dawî ya mafê wan ê tayînkirinê hatibû dayîn, neçar ma 113 karkerên ji heman kategoriyê li Walîtiya Asîûtê tayîn bike.