Karên dilsozî ji bo min wekî bêhngirtinê ye

Xwendekara zanîngehê Nesrîn Merbuh a Cezayîrî ji wênekêşiyê hez dike û li gel xwendinê bi wênekêşiyê re mijul dibe.

 
NECWA RAHIM
Cezayîr- Xwendekara zanîngehê, Nesîra Merbuh ku di karê wênekêşiyê de serkeftî ye, bi çalakiya xwe ya rojane xabatek li gel wê da afirandin. Li ser perwerdeya teknîkî û wêneyê bi ezmûna xwe ya li kampan ku wekî çalakvanek zanîngehê di beşa çandî de dixebite ji ajansa me re axivî. 
Nasîra Merbuh kî ye?
Ez xwendekar im. Sala min a duyemîn e ez mastira karsazî û birêvebirina projeyan di dibistana neteweyî ya bilind de dikim. Her wiha wênekêş im û perwerdeya wênekêşiyê didim. Çalakvanek komeleyê me, kurtevîdyoyan çêdikim û niha wekî xebatkareke ragihandinê di kenala Najma Tv de dixebitim. Di heman demê de li 25 salonên neteweyî yên wênekêşiyê yên li Tûnisê min nûnertiya Cezayîrê kiriye.
Hûn bi xabatên xwe çi pêşkêş dikin?
Li ser aktîfkirina perwerdeya teknîkî ya wênekêşiyê û kursan ji beşdaran re ji hêla rêxistin û komeleyên xêrxwazî yên di warê çandî û hunerî de çalak in perwerde didim. Her wiha çalakiyên ku ji hêla rêxistinên sivîl ve tên lidarxistin dişopînim û li ser medyayên civakî parve dikim.
Helbet hewldanên min ji bo hemû beşdarên ku bi dilsozî bixebitin hene. Dixwazim ku girîngiya xebatê hîs bikin. Tevî van, însiyatîfa min heye ku ez tevli çalakiyên civakî yên cihêreng bibim.
Ji bo ku di kişandina wêneyan çêkirina vîdyo û gotaran de baştir bibe û bi pêş bikeve di kanala Nejma Tv ya ciwanan de dixebite. .
Her wiha di demên dawî de li gel komeleya Nijme Falîntîrî wekî perwerdekarek wênekêşiyê 5 rojan xebitîm. Ji bo zarokên başûrê Cezayîrê yên li eyaleta Xerdayê perwerde da. Ez dikarim bibêjim ku ew rojên herî xweş bûn ji bo wênekêşî û kişandina vîdyoyên kurt.
Ji bo we karê bi vî rengî tê çi wateyê?
Karê dilsozî ji bo min tiştekî herî girîng e ku bi min re mezin bûye, alîkariya min dike û pê kêfxweş dibim. Ew ji bo min mîna oksîjenê ye bêhna min fereh dike afrîneriya min xurtir dike lewre bi wêne û vîdyoyên ku çêdikim azadiyê hîs dikim.
 Ji bo vê jî alîkariya komele û rêxistinên civaka sivîl dikim û tevli çalakiyên çandî û semînerên ku di hundirê zanîngeh û derveyî wê de tên lidarxistin dibim.
We kengî biryara karê bi dilsozî girt?
Ji biçûkaniya xwe de ji karên dilsozî hez dikim. Çi di xwendinê de be çi di fêrkirinê de be. Her wiha beşdariya tecrubeyên zanistî û xebatên di vî warî de min hêja dît.
 Ev jî bi destpêka salên zanîngehê re derket. Min xwest ku jêhatîbûna xwe bi derdorê re parve bikim. Dema karînek li gel mirov hebe, dixwaze parve bike. Ez jî bi ciwanên çalak xwedî kêrhatiyên hêja û rewşenbîran re ketim nava vê çalakiyê. Min ji vê  guhertinek erênî bê pere wergirt.
Astangiyên ku hûn di kar de dibînin çi ne?
Dema tu bi dilxwazî karekî bikî, tu astengiyan nas nakî. Berovajî vê hîn zanebûna te di karê te de zêdetir dibe û baweriya kesayetî xurtir dibe lê belê pir tê xwestin ku em zanista karê dilsozî binasin. Ji ber ku pêşketinek di ferd de di nava civakê de çêdike.
Rexne ji bo we hene qet?
Tenê rexneyek heye, ji bilî wê tune ye. Ji min re dibêjin, çima tu ewqas bê pere dixebitî? Pirî caran mirov kêrhatî û afrîneriyên xwe di karê dilsoziyê de dibîne û ji bo ku ez jin im, bi tena serê xwe diçim û têm divê ev zîhniyet bê guhertin.
Armanc û projeyên we yên ji bo pêşerojê çi ne?
Wekî jinek serbixwe dixwazim, di wênekêşiyê de gavên girîngtir biavêjim û ramana karê disoziyê bidim belavkirin. Her wiha bedewiya li gel civaka Cezayîrê bi pêş bixim. Bi vê boneyê divê her jinek bi jêhatî û hêza xwe bawer be, hêviyên xwe pêk bîne.
Hêviya min di hemû projeyen de ew e ku li kampek ji bo zarokên Bakur pêşangehek ji hemû wêneyên xwe bidim çêkirin.