Kampa Til El-Semin: Konên ku veguherîne mozayîka pêkhateyan

Koçberên kantona Girê Spî ya dagirkirî ku Kurd, Ereb û Turkmen li gel hev di kampê de dijîn, çadirên xwe veguherandine mozayîkeke ku bajarê wan temsîl dike.

BERÇEM CÛDÎ

Eyn Îsa- Erdîngariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêkhateyên xwe yên cihêreng dewlemend e ku Kurd, Ereb, Ermen, Turkmen, Çerkez, Aşûr û Sûryan li gel hev dijîn. Ev pêkhate bi salan ji aliyê Rêjîma Baas ve rû bi rûyê polîtîkeyên pişaftin û qirkirinê hatin. Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re ku xwe dispêre paradîgmeya Netewa Demokratîk ya di nava xwe de hemû pêkhate bi reng, çand, ziman û nasnameya xwe komî gel hev dike, derfet li pêşiya hemû pêkhateyan vebû ku ji berê nêztir danûnûstan, hevdû naskirin û pejirandin çêbibe.

A niha mirov dikare Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke mûzayîka gelan bi nav bike, ji ber ku di gelek bajaran de jiyana komînal ya pêkhateyên herêmê weke wêneyeke şênber xwe dide der.

Yek ji herêmên ku bi 4 pêkhateyan tê nasîn, kantona Girê Spî ya girêdayî herêma Firatê ye ku di axa wê de Kurd, Ereb, Ermen û Turkemen bi hev re dijîn. Niştecihên Girê Spî ku ji 2012’an de pêvajoyên êrîşên Artêşa Azad, Cebhet El-Nûsra û Çeteyên DAIŞ jiyankirin. Di 15’ê Hezîrana 2015’an de ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin û Gel (YPJ/YPG) di çarçoveya pêngava şehîd Rûbar tê rizgarkirin ku Girê Spî weke kanton tê raghandin û bi sîstema Rêveberiya Xweser ya Demokratîk tê birêvebirin.

Beriya ku Girê Spî ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve di 9’ê Cotmeha 2019’an de dagir bibe,  weke ajans me gelek caran serdana wê kiriye û xebatên taybet daye meşandin.  Girê Spî ji aliyê erdîngarî ve weke herêmeke biçûk tê nasîn, lê ji aliyê civakî û çandî ve ewqas dewlemend e ku dema mirov di kolanên wê re dimeşe ew cudabûna ziman, reng û çandan dibîne. Ji gundê Hemam El-Turkmen û girê Zelba, tax û dêra Ermenan bigre, navçeya Silûg û kaniya Eyn Arûs, ew hevgirtina di navbera pêkhateyê  wê de dibîne û dikare analîzeke wiha bike ku yekîtiya çar pêkhateyên wê dibîne. 

Bi dagirkirina Girê Spî re Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kampa Til El-Semin ya girêdayî bajarê Reqa yê ava kir. Ji bo naskirina rewşa koçberên Girê Spî ku heta mirov dikare bêje, heman wêneya ku pêkhateyan li warê xwe xêzkirbûn, derbasî kampê jî kirin. Bi gotineke din mirov dikare bêje, civakbûn û komînalbûna ku li Rojhilatê Navîn xwe parastiye, li kampan jî tê jiyîn û teysandin.

Bêhna bi kombûna li gel hev derdikeve

Mircan Hecî Ibrahîm ku bi eslê xwe Kurd e wiha dibêje: “Me li gunedwarên kantona Girê Spî jiyandikir, bi dagirkirinê re em neçar man ku koçber bibin. Ji ber dewleta tirk bê navber welatên kantonê hedef digirt û bajar bombebaran dikir. Wê demê gelek kes hatin qetilkirin û sedan birîndar ku zarok, jin û ciwan jî birîndar bûn. Ev 4 sal in em di kampê de dijîn, bê guman koçberî gelek dijwar e lê ya ku sebira me tîne kombûna me ya li gel hev e. Em weke gelê Girê Spî bi tevahî pêkhateyên wê a niha bi hev re jiyan dikin û cudabûna di navbera me de xwe nade der. Beriya vê jî em li gel hevbûn, lê bi nêrîna min hevgirtina di kampê de bihêztir bû û me zêdetir hevdû naskir.”

Sîstema kampan diyar in ku her çadirek di ber ya din de ye. Ji ber vê bi rengekî xwezayî mirov dikare pêwindiyeke bihêztir li gel cîranên xwe ava bike. Dema em di nava kampê de geriyan, ya herî zêde bal dikşîne ku Turkemen, Kurd û Ereb di nava cîrantiyeke xûrt de ne ku heta fêrî zimanê hev jî bûne. Ji ber em danê sibehê çûn kampê, me didît ku Turkmenan bi zimanê Kurmancî digotin Rojbaş, Ereban bi Turkmenî û Kurdan bi Erebî û berovajî çêdibû jî. Ji ber em niha jî di pêvajoya amedekariyên  xwarina zivistanê de ne ku jinan bi dest û zendên xwe dimisa îsota û firengan, reçel, miloxî, tirşo û hwd çêdikirin. Jinan civat li derdora hev komdikirin û bi rengekî komînal alîkariya hev dikirin ku di ber kar re behsa bîranînên xwe yên Girê Spî û hêviyên vegera li welatekî azad bilêv dikirin. Her wiha roja ku em çûn baran dihat ku gelek çadir di bin ava diman. Jinan bi hev re ew çadir baqijdikirin, ax komdikirin û malên hevdû sererast dikirin.

Zarokan jî di nava hevaltiyeke hevbeş de bûn, ku bi hev r diçin dibistanê, li mal û derve jî dilîzin. Zarokên kampê ku di nava şert û mercên dijwar de dijîn,  kenê li ser lêv û dilgermiya wan di her kêliyê de xwe dide der ku li derdora kamîreyan kom dibin û dixwezin biaxivin.

 Warê xwe di çadiran de ava kirin

Meha Mele ku ji pêkhateya Turkmen e teqez dike ku ewê bi hevgirtina xwe Girê Spî ji nû ve ava bikin: “Mala min li Hemam El-Turkmen bû ku me weke Turkmen lê dijî, lê danûstandinên me bi pêkhateyên din re jî hebû. Bi koçberiyê re hemû şert û mercên jiyana me hatin guhertin, lê ew hevgirtina xwe parast. Raste em di çadiran de ne, lê yê ku serdana kampê bike wê hîs bike ku derbasî Girê Spî bûye. Ji xwe welat bi gelên xwe ava dibin, ne bi avahiyan e. Ji xwe dema ku Girê Spî rizgar bibe, emê vê wêneyê ku me di kampê de avakir derbasî bajarê xwe jî bikin û ji şopên dagirkeriyê paqij bikin.”

 Ev çar sal in ku niştecihên Girê Spî ya dagirkirî di kampa berxwedanê de dijîn, tevî vê yekê jî mirov coş û bendewarên ku dê rojekê vegerin malên xwe zindî û diyar e.