Kafiya bi Aboriya Jin careke din dest bi çandiniyê kir

Kafiya Ehmed ya ji ber êrişên dewleta Tirk neçarî koçberiyê bû û 4 sal in li goristanê dijiya, niha ligel malbata xwe di projeyeke çandiniyê ya Aboriya Jin de cih digre. Kafiya Ehmed dibêje dixwaza wê vegera warê xwe ye.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Di 31'ê Çileya 2022'an de, me nûçeya malbata koçber a Kafiya Ehmed di bin sernavê “Jiyana di nav miriyan de” parve kiribû. Nûçeya me behsa malbata wê ku ji gundê Şêx Elî yê li ser riya Til Temir-Zirganê dikeve neçarî koçberiyê dibin, dike. Kafiya Ehmed û malbata wê 4 sal berê ji ber êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk neçarî koçberiyê bû û li goristanekê têkoşîna jiyanê dida. Kafiya Ehmed a di hevdîtina ku beriya vê me pê re kiribû de sekna xwe ya têkoşîna li dijî êrişan rawe kiribû, niha bi projeya Aboriya Jin a Kongra Star a Rojava ku tê de cih digire li dijî hemû ferzkirinên êrişan têdikoşe.

Li gorî ku rêveberiya Aboriya Jin diyar kiribû, projeya çandiniyê ya li ser riya Til Temir-Zirganê bi çend metreyan bakurî navçeyê dikeve, wê tenê malbatên koçber di nav de cih bigrin û jê sûdê bigrin. Li gorî bernameya wan a çandiniyê her sal wê cureyek ji genim, ceh û hwd. werin çandin.

Kafiya Ehmed Şêx Salih dayika 7 zarokan e, ruxmê xeteriya heyî ya ji êrîşên bejahî û hewayî û topbaranan jî ji cihgirtina di projeyê de razî ye ku careke din, piştî 4 salan dê dîsa bikeve nav zeviyan. Kafiya Ehmed ji me re behsa xebatên xwe yê çandiniyê kir.

‘Bi alîkariya Aboriya Jin me di projeyê de cih girt’

Kafiya Şêx Salih sal û rojên berê yên dagirkeriyê û zehmetiyên ku jiyabûn wiha tîne ziman: "4 sal bûn di odeyeke biçûk 3-3 metreyan a goristana miriyên xirîstiyan li Til Nesrî 7 kes diman. Lê nêzî mehekê ye bi alîkariya Aboriya Jin em dikaribûn di projeyeke çandiniyê de cih bigrin. Em weke cotkar di projeyê de cih digrin, çandiniyê, avdanê û di patoskirina kayê de em  dixebitin. Ne tenê em cotkariyê dikin, parastina alavên avdanê û axa xwe jî pê re dikin."

Hezkiriya axê û çandiniyê

Kafiya Şêx Salih got ku ruxmî xeteriyê bêyî çandinî êdî nikarin bisekinin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Em hezkiriyên axê û çandiniyê ne. Ma ji jiyana çolê û gundan xweştir çi heye? Di nava 4 salên derbasbûyî de me ji miriyan pê ve tiştek nedidît, em nikaribûn çandiniyê bikin. Ruxmî rûniştina me ya li vir a di xeta agir de, wekî ku em li gundên xwe ne, herî kêm em dikaribin biçînin, pez û mirîşkan xwedî bikin û em piçek nefesa paqij bigrin."

'Ew ji şer û kuştinê em ji jiyan û aramiyê hez dikin'

Kafiya Şêx Salih bal kişand ser êrîşên dewleta  Tirk û got ku wan gelek zirar daye jiyanê û wiha pêl da gotinên xwe: "Em daxwaza mafên xwe dikin, mafên me jî ax, mal û milkên me ne. Tiştên ku ji mafên me ne, em wan dixwazin. Bi hebûna dewleta Tirk jî em nikarin vegerin gundên xwe yên dagirkirî û yên di xeta agir de, ji ber ku dê zarokên me di ser êşan re nexweşiyên nû bi wan re çêbikin. Di nav dagirkeriyê de yan jî em rûbirûyê dagirkeran nikarin bijîn, rewş û hewaya ku em tê de ne berovajî ya ku dewleta Tirk çêdike ye. Ew ji şer, topbaran û kuştinê em jî ji jiyan aramî û ewlehiyê hez dikin."

'Çareserî ji axa me derxistina dagirkeran e’

Kafiya Şêx Salih da zanîn ku bi derketina dewleta Tirk re dê rewşa wan baştir bibe û wiha domand: "Hin mijarên çarenûsî tenê bi derketin û mayina dewleta Tirk ve girêdayî ne. Dewleta Tirk derkeve û axên me terk bike wê hemû pirsgirêkên aborî û yên xizmetguzarî yên ku em êşa wan dikşînin çareser bibin. Ancax wê çaxê em ê bikaribin di nava aramî û ewlehiyê de ligel zarok û nasên xwe, bijîn. Ma heta çend salên din em ê bikaribin vê rewşê tehemul bikin? Me 50 sal ji emrê xwe di oxira avakirina mal û parastina axa xwe de derbas kir lê dewleta Tirk di nava kêliyekê de mal û milkê me wêran kirin. Çiqasî tevgera heyî alîkarî bidin jî ne wekî ku mirov di nav erd û mala xwe de be."

Çavên wê li vegera cihê jidayikbûnê ye…

Kafiya Şêx Salih bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em neçarî derketina ji gundên xwe bûn. Lê em ê li malên xwe veger in, ma heta kengî em ê di bin konên ji qumaş û dîwarên ne dîwarê me de bin? Em ê li ax û gundê xwe vegerin û bila emrê me yê dawî di oxira bendewariyê de neçe. Ax ne axa wî ye mal ne malê wî ye û gel ne gelê wî ye, dewleta Tirk hatiye li vir li çi digere û çi dixwaze. Rojek jî bimîne, em ê vegerin û emrê xwe yê mayî li wir li cihê jidayikbûna xwe bijîn."