Kafeteryaya şanoyê ya ku lê dixebitî bû bingeha xeyala wê ya zarokatiyê

Kafeteryaya şanoyê ya ku Madonna Magdy lê dixebitî bû bingeh ku bigihîje xeyala xwe ya zarokatiyê. Armanca Madonna Magdy ew e ku bibe derhênera şanoyê.

ASMAA FATHI

Kahire – Çîroka jiyana lîstikvan Madonna Magdy îlhamê dide gelek jinên ku li pey xeyalên xwe dimeşin. Madonna Magdy ku li Qahîreyê dijî, li zanîngehê felsefe dixwîne. Madonna Magdy ku nikare di warê felsefeyê de karekî bibîne, di gelek beşên karên yên wekî stendin û firotinê, veguhastin, kargeha çerm û alîkariya mamoste de dixebite.

Jiyana Madonna Magdy piştî bi gotina “Li fabrîqayan bi taybetî li dijî jinan pêkûtî û biçûkxistinek mezin heye” dev ji karê fabrîkayê berdide û li kafeteryayek şanoyê dest bi xebatê dike, tê guhertin. Madonna Magdy ya li kafeteryayê karmendiyê dike bi şanoyê re eleqedar dibe.

Ji karmendiyê heta şanogeriyê

Eleqeya Madonna Magdy ya dibêje “Bi temaşevanên ku dihatin kafeteryayê re nîqaşên li ser şanoyê min kêfxweş dikir” ya ji bo şanoyê her roj zêdetir dibe. Madonna Magdy ya dibêje ku şano ji bo wê xeyalekî zarokatiyê ye, ev kafeteryaya ku lê kar dike ji bo pêkanîna xeyalên xwe weke firsendekê dibîne.

Madonna Magdy ku beriya zaningehê li Şanoya Afaq demkurt perwerdeyê dibîne lê piştî ku zaningeh destpê dike neçar dimîne ku dev ji perwerdeyê berde wiha dibêje: “Li kafeteryayê karkirin bi tena xwe ji ber ku ez nêzî şanoyê bûm xweşiya min diçû. Ez bûm evîndara şanoyê. Barê min ê jiyanê pir giran e lê tiştekî ku min kêfxweş dike heye, ew jî şano ye. Dîka şanoyê ji bo min pênaseya gelek tiştan e.” Madonna Magdy ya ku bi lîstika ‘Cîhana Rastenhev’ ji nû ve dest bi şanoyê dike destnîşan dike ku armanca wê bûyîna derhêner e.

'Divê jin di her qadê de bibin yek'

Madonna Magdy ya anî ziman ku zîhniyeta serdest a mêr li hemû qadên jiyanê zextê li jinan dike, destnîşan kir ku li kafeteryaya ku lê dixebitî ji aliyê temaşevanekî mêr ve jî hatiye tacîzkirin û bal kişand ser vê yekê ku divê jin tevî her tiştî dev ji xeyalên xwe bernedin.

Madonna Magdy ya di lîstikên şanoyê de cih digre lê ji ber sedemên aborî karmendiya li kafeteryayê jî didomîne dibêje, “Dema lîstik tên pêşkeşkirin ango xebat tên kirin karê min ê sereke dibe lîstik.” Madonna Magdy ya dibêje ew li gor berê xwe hê bihêztir hîs dike destnîşan dike ku divê jin di hemu qadên jiyanê de piştgiriyê bidin hev û di nav piştevaniyê de bin.