‘Jinên xwedî zarok neçar dibin dawî li karê bînin’

Mamosteya pêşdibistanê Hêşû Ehmed diyar kir ku ji bo xwedîkirina zarokan gelek dayik neçar dibin dest ji karê xwe berdin divê malbat û hevjîn alîkariya dayikên ku dixebitin bikin.

HÊLÊN EHMED

Silêmanî - Li herêma Başûrê Kurdistanê hejmarek zêde ya jinên ku kar dikin hene, piraniya wan dayik in û ji bo karê xwe berdewam bikin, zarokên xwe dibin pêşdibistanan. Mamosteya pêşdibistanê Hêşû Ehmed da zanîn ku mafên jinan heye kar bikin divê civak û malbat piştgiriyê di vê mijarê de bidin wan.

Mamosteya pêşdibistanê Hêşû Ehmed wiha got: “Dayik ji bo lênêrîna zarokên xwe neçar dibin wan bibin pêşdibistanê, heta karê wan temam dibe. Ev jî dibe sedema bêzarbûna zarokan û çêbûna valahiyê li gel zarokan. Em mamosteyên li pêşdibistanê hewl didin valahiya zarokan tije bikin. Lê belê di dawiyê de pêwîstiya wan zarokan bi dayik û malbatên wan heye. Divê ew valahiya ku zarok di dema pêşdibistanê de dijîn, aliyê malbatê ve li mal were dagirtin, ev bi lîstin û derxistina derve ya zarokan di nava civakê de dikare were derbaskirin.”

‘Jin neçar dimînin dawî li karê xwe bînin’

Hêşû Ehmed da zanîn ku li gorî salên berê heta astekê civak di warê erk û mafên jin û zarokan de şiyar e lê belê ne di asta pêwîst de ye û wiha got: “Civak piranî erka xwedîkirina zarokan, di asta dayik de dibîne. Ev yek wisa dike ku hinek ji dayikan neçar dibin ji bo xwedîkirina zarokên xwe dawî li xebatê bînin û tenê giringî bidin mal û zarokan. Divê mêr hişyar bin ji bo xwedîkirina zarokan, tenê weke erka dayikê nebînin, da ku jin neçar nebin dawî li karê xwe bînin.”

Hêşû Ehmed wiha domand: “Em mamoste salane dewreyên perwerdeyê dibînin. Ji ber wê dema dayik zarokên xwe tînin gel me, der barê zarok de em agahî digrin. Şêwazê nêzîkatiya malbatê li malê li gel zarok dizanin û li gorî rewşa wan a malê nêzî zarokan dibin. Her wiha em mamoste bandorek erênî li ser zarokan dikin. Pêwîst e di civaka me de ew fikrên ku êdî jinên xwedî zarok nabe kar bikin derbas bibe. Divê di nava jin û mêr de hevsengiyek hebe û hevjîn alîkariya dayikan bikin ji bo xwedîkirina zarokan. Da ku jin bikaribin kar bikin û ji bo bidestxistina armanca xwe li ser lingên xwe rawestin.”